Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 9 نوفمبر 2023

Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir

Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir

Kurdşop


Dengbêjê navdar yê Kurd “Feyzo Amarov” ku bi “Feyzoyê Rizo” tê naskirin, êvareya 7ê Mijdarê li bajarê “Krasnodar” yê ser bi welatê Rûsyayê koça dawî kir.

Feyzo du sal berî niha bi nexweşiya Penceşêrê ketibû û di heyamên dawiyê de rewşa tendirustiya wî neqenc bû û her ji ber wê nesaxiyê di 7ê Mijdarê de koça dawiyê kir û termê wî navdarê Kurd li bajarê “Krasnodar”ê bi axê hate spartin.

Feyzoyê Rizo birazayê herdu dengbêjên mezin û nemir “Şeroyê Biro” û “Mecîdê Faris” bû. Rizo Jidayikbûyê sala 1954an li gundê “Vermezyar” yê ser bi Êrîvana paytexta Ermenistanê ye. Malbata wî ji Kurdên Êzidî ne û di dûrxistina sala 1915an de ber bi welatê Ermenistanê ve diçin û beşek din ji malbata wî jî ber bi welatê Gurcistanê ve têne koçkirin. 

Feyzoyê Rizo yek ji dengbêjên herî naskirî, geş û zelal yê civaka Êzidî û gelê Kurd e, ku xizmetek bêhempa ji bo hunera Kurdî û mûzîka Kurdî kiriye. 

Malbata wî malbatek hunermend û hunerhez e; ew birazayê dengbêjên navdar “Şeroyê Biro” û “Mecîdê Faris” e. 

Lewma wî her ji zarokatiyê ve xwe di keşek hunerî û mûzîkê de dîtiye, her ev jî yek ji wan sedeman e ku heta dawiya jiyana xwe jî, tevî zehmetiyên jiyanê dest ji dengbêjî û stranên Kurdî ber nedaye. 

Rizo di sala 2003an de li bajarê Amedê yê ser bi Bakurê Kurdistanê di cejna Newrozê de beşdarî kiribû û herwisa navbirî li çendîn festîvalên mezin û hevmilê bilûrvanê nemir “Egîdê Cimo” gihaşte bi miraza dilê xwe. Wan gelek berhem û stranên Kurdî pêşkeşî gelê xwe kirin. 

Dengbêj Feyzoyê Rizo li pey xwe gelek berhemên nemirî hêştine. Berhemên wî jî ev in: “Gede û Bavê Feqî, Hekîmo û Delaliyê, Destmalê û Oyy Oy Li Min”. 

Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 09, 2023 Rating: 5 Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo koça dawî kir Kurdşop Dengbêjê navdar yê Kurd “Feyzo Amarov” ku bi “Feyzoyê Rizo” tê naskirin, êvareya 7ê Mijda...

ليست هناك تعليقات: