- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 5 نوفمبر 2023

 

 Alfbêya Masî Soratî:

Amadekirin
Birahîm Qasim


Ev Alfbê yek ji alfbê yên kevnar e, ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. 

Ev alfbê ji 37 tîpan pêktê. 

Ibn Wehşiye di pertûka xwe ya bi navê Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-kelam de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwan nivîsî ye, dibêje:

"Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên Masî Soratî dinivîsin. Min di Naûsiya Bexdayê de sih pertûkên kurdî ku bi tîpên Masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê dû cild ji wan pertûkan li ba min hene, ku ji wan yek li ser advan û çandiniyê ye û ya din li ser çandinî û kezaxtina darên Xurma ye. Min ev her du pertûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku herkes kelk û sûdê jê werbigire. Ew alfbêya ku bi Masî soratî bi navûdeng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elîf heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din yên zêde man, piştî ku tîpên 'p' û 'ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di ti zimanê din de nîne. 

Her wiha deng û fonetîka wan di ti alfbêyeke din de nayê dîtin.

Me ji bo 6 tîpan ji wan ti deng û wêneyek di nav ti alfûbê û zimanekî de nedît. 

Diyar e ku dengên pir seyr û balkêş hene û bi alîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. 

Herwiha ku Quranê jî wekî erebên deştê dixwînin û belkî baştir jî dixwînin. Pêwist e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban tên bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin. 

Belgeyên dîrokî û çendîn jêder û gotarên dîrokzan, tekez dikin ku êrîşên desthilata erebên Misliman bi şêweyên Xezewat an jî Ftûhatên ayînî ku zorbeyî caran ji bo bidestvehînana saman û desthilatdariyê bû, piraniya şer û êrîşan li ser welatê Kurdan dibe, bihtirîn sedem ji ber xweza û dewlemendiya Kurdistanê bûn, ew jî vedigere cugrafiya Kurdistanê ya ku deşteke bi çar werzê salane ye Havîn, Payîz, Zivistan û Behar, di avhewayeke nîv-tropîkal de ye, bi xwezayeke ciwan, û di nav devereke erdnîgariya wê ya istiratîcî, hem bi deşt û hem çiya, bi baran, av û gelek çem û robar, û xaka wê ya guncav ji bo gelek curên çandiniyê, ev hemû dibûn sedema ku hergav dijminên Kurdan êrîşan berdin ser welatê wan.

Derbarê ziman, çand, ol û kultur, hem şaristaniya kurdî, neynî û roleke pir xirab û nebaş kirin,  desthilata Ereban behaneya zimanê Quranê bizorê li şûna zimanê kurdî kirin zimanê fermî, ji ber vê yekê di dema şerê Ereban, li dijî desthilat û şaristaniya Kurdan wek Mezopotamya û dewleta Sasanî, ya ku zimanê kurdî yê behlewî ku ew bixwe zimanê Kurdiya Hewramî ye, berî zayînê bi 226 salan ve zimanê fermî bû ji dema damezirandina vê dewleta serdestê padîşahê Kurd Erdeşîrê yekem ew damezrênerê vê dewleta mezin bû û ji ber vê yekê wî ev hemû qedirzanîn û girîngî bi dest xist,Keyxisroyê yekem ê ku piştî Erdeşêr bi zêdetirî du sedsalan hatî, ji padîşahên Sasaniyan girîngtirîn û navdartirîn padîşah bû, ji ber gelek sedeman, ji wan hemû karên leşkerî û îdarî bi zanistî bi rêve dibir.

Herweha padîşahê kurd Keyxisro gelek girîngî û guhdan da hemû warên zanistê wek bijîşkî, felsefe, avahî, û bazirganiyê, bi zanist û zanyaran re têkildar bû, padîşahiya wî yek ji girîngtirîn şaristaniyên memleketên Rojhilatê bû. Wî têkiliyên xurt bi Hindistan, Çîn, Yewnanîstan û yên din re jî çêdikirin, ji bo pevguhertina zanist û aboriyê bû.

 Her weha gelek guhdan da wergera berhemên taybet ên zimanên biyanî.

Ya herî girîng ew e, ku palpiştiya wî di warê zanîn û edebiyatê, û peydakirina wan de, girîngtirîn pêdana taybet a akademiya Gundişapûr bû.

Ew akademî yek ji girîngtirîn navendên fêrbûnê di dîroka cîhanê de bû.

Artêşa Sasaniyan di sala 633'an di şerê Zat El-Silasil de, bi serokatiya Xalid Îbn ElWelîd, ji aliyê artêşa misilmanên Ereb ve hate têkbirin, û li pey wê jî hêzên Sasaniyan şikestineke din pêk anîn, di sala 634an zayînê de, axa başûrê Iraqê bi temamî ket bin destê misilmanan, piştre di sala 636ê zayînî de, artêşa misilmanan bi serokatiya Se`d Bin Ebî Weqqas di şerê El-Mezarê de ku tevahiya başûrê Iraqê hate dagirkirin, wisa serketin li pey serketinê li dijî Sasaniyan ta di sala 637ê zayînê de şerê Qadisiyê rû da û di encamê de serdarê navdar Rostem Feruxzad û piraniya artêşa wî hatin kuştin, û şah Yezdgerd jî reviya û di dawiyê de  împaratoriya Sasaniyan ket jêr dagirkeriya îslama Ereban.

Herwekî ev qonaxên dîrokî ne, lê ji karê zanistî û edebî nayên veqetandin, tenê em amaje bi mîrata Kurdan dikin, bêguman ew hêzeke çandî, zanistî û îdarî bû ta weke îro bandora wê di cîhana îslamê de berdewam e.

Piştî serkeftina serokê cengê yê hêza Ereban binavê Se`d Bin Ebî Weqas karî dewleta Sasanî di dema padîşahê dawî Yezdegurdê sisiyê birûxê û hemû pirtûk û nivîsandin, damûdezgehên bi zimanê kurdî zaravayê Behlewî bi zimanê erebî hatin wergerandin,  li ser destê karmendekî Kurd binavê Zadan Marûx li salên 660z ta 714z li ser daxweza xwînrêj Hecac Bin Yûsif ALSeqefî ji xelîfê Omewî Ebdulmelîk Kurê Merwan ku ew yek ji herî regezperstê Ereb bû, wî siyaseta erebcihkirinê pêkanî, dîroka kurdî dizî, sixte û destdirêjî lê kirin, herweha zimanê kurdî yekcaran qedexe kirin. 

Jêder:

 https://twitter.com/ElGabarty_/status/1382718513249464322

Qonax û Rêbazên Wêjeya Kurdî -Pirtûk:R-36-37-38

Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 05, 2023 Rating: 5     Alfbêya Masî Soratî: Amadekirin Birahîm Qasim Ev Alfbê yek ji alfbê yên kevnar e, ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn.  Ev alfbê ji...

ليست هناك تعليقات: