Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya dehsaliya damezrandina yekîtiyê divejîne - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 17 نوفمبر 2023

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya dehsaliya damezrandina yekîtiyê divejîne

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya dehsaliya damezrandina yekîtiyê divejîne

Îro pêncşembê 16. 11. 2023 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahenga dehsaliya damezrandina yekîtiyê lidar xist,  bi amadebûna birek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û 
xelkê deverê, li Qamişlo, hola Barzaniyê Nemir, navenda partiya Yekîtî, aheng lidar ket.

Piştî xuleyek bê deng li ser canên pakrewnaên Kurd û Kurdistanê M. Ehmed Sofî pêşkêşiya ahengê kir, êdî  gotina Yekîtiyê ji layê serokê yekîtiyê Nivîskar Ebdulhekîm Muhemed ve hat xwendin ku giringiya rola rewşenbîr û nivîskaran destnîşan kir, paşê sînevîziyonek li ser karê yekîtiyê hat diyarkirin, û hin stiran ji layê M. Fewaz bavê Dilo ve hatin pêşkêşkirin.

Her wiha Xelata salane ya Yekîtiyê jî hat dan ku îsal nivîskar Luqman Yûsif hatibû hilbijartin ji aliyê komîteya xelatê ve, ji bo keda wî di ber ziman û wêjeya kurdî de.

Dawiya ahengê jî bi çend stiranên bedew û spasiya mihvanan hat kirin. 







Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya dehsaliya damezrandina yekîtiyê divejîne Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 17, 2023 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya dehsaliya damezrandina yekîtiyê divejîne Îro pêncşembê 16. 11. 2023 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûr...

ليست هناك تعليقات: