Polênkirina Peyvan: Polvekirî û Polgirtî Di Rêzimana Kurmancî de - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 30 نوفمبر 2025

Polênkirina Peyvan: Polvekirî û Polgirtî Di Rêzimana Kurmancî de

 

Polênkirina Peyvan: Polvekirî û Polgirtî
Di Rêzimana Kurmancî de

Pênûsa Azad22



BERZO MEHMÛD

Zanîngeha Rojava – Zimannasî

 

1.    Pêşekî

Di vê kurtelêkolînê de emê hewl bidin ku ronîyekê bavêjin ser mijara polênkirina peyvên zimanê kurmancî li Rojava di astê polgirtî (closed class) û polvekirî (open class). Lê em wê yekê tekez dikin ku ev diyarde di rêzimana Kurdî de bi gelemperî heye çi kurmancî û çi Soranî. Ya dîtir rêzimana Kurmancî çi li bakur û çi li Rojava her yek e, ango awa û destûrên rêzimana Kurmancî li her cihekî dinyayê yek e, têvelî navbera zaravan de di vê mijarê de nîn e.    

2.    Rêzimana Kurmancî

Celadet Bedirxan peyva (rêziman) bikar nehênaye ji ber wilo di govara Hawarê de ev peyv peyda nabe, li şûnê peyva (gramêr) a Fransî danîye, inca weha dide naskirin: Gramêr tevayîya qeydeyên rastaxaftin ù rastnivîsadina zimên e . (Hawar 27, sal 1941)[1]

Reşîdê Kurd di sala 1956-an de pertûkek 114 rûpel belav kir bi navê ((Rêzimana zimanê Kurmancî)) û tê de daye nasîn û dibêje ((rêziman zanîna peyv û nivîsandinê ye. Ziman li ser hin awa û rêzanan ava ye, rêya van rêzanan rêziman pêş me dike. Lewra jêre rêzana peyv ê nivîsandina drust jî tê gotin))[2].

3.    Rêzimana peyvê

Peyv roleke giring di ziman de dileyize çi di astê ferhengî û çi di astê ristesazî de, ji ber wilo peyv wek yekîneyên rêzimanî di hemî zimanan de dihête naskirin û ligor pênaseya zimannasê Emrîkî Bloomfield ((the minimum free form – forma azad ya herî biçûk)[3].  dikeve ber gelek polênkirinên têvel de:

1.    Wek beşên axaftinê yan polên peyvê

2.    Wek barê peyvguhêrî di ristesazî de

3.    Peyv wek bergir û bernegir, ku jêre têrma polvekirî û polgirtî    

Reşîdê Kurd Peyvên zimanê Kurmancî bi nih bêşên neyeksan parve dike. mebesta wî polên peyvê li nik Reşîdê Kurd nih in, ku ew jî ev in: 1. nav, 2. Zêder (), 3. Bernav (cênav), 4. Rewş (sîfet), 5. Pîşk (lêker), 6.nîr (zerf), 7. pêrbest (herf cerr), 8. Pêwend (herf `etif), 9. Bang (nîdaa).

Reşîdê Kurd weha ziman analîz dike ((Gava em dipeyivin di nav gotina me re pir peyv derbas dibin ku hemî bi nih beşan hatine parvekirin . . . ev nih beş bi du birran parve dibin:

1.    Peyvên Guhêzok: nav, zêder, rewş, bernav, pîşk

2.    Peyvên naguhêz: nîr, pêrbest, pêwend, bang[4].  

Têgeha guhêrbariya peyvan li nik Celadet di Hawarê de derdikevê. Piraniya zimanan diyardeya guhêrbarîyê di wan de heye (most languages contain both variable and invariable words)[5]  

 

4.    Beşên axaftinê (parts of speech)

Ji dema Yonaniya kevin ve peyvên ziman li ser heşt corepolan hatine parvekirin. Rêzimana Ingilîzî jî li wê gorê peyv dabeş kirine. Inca rêzimannivîsên Kurd yên di bin bandora rêzimana Ingilîzî de peyvên Kurdî li heşt polan dabeş kirine. Cegerxwîn di pirtûka xwe de ya bi navê awa û destûra zimanê Kurdî[6] li gor rêzimana Erebî çûye û peyvên zimanê Kurmancî bi sê beşên axaftinê parve kiriye: nav û lêker û amraz, ev bi xwe şaşiyeke rêzimanî ye. Lê  rêzimannivîsên Kurd yên di bin bandora rêzimana Rûsî de beşên axaftinê bi dih beşan parve kirin, nemaze Duktor Ewrehmanî Hacî Marif ku bi vî awayê jêrî parve kiriye[7]:

Parvekirina peyvan li gor hindek taybetî ku ew jî ev in[8]:

1.    Wataya rêzimanî

2.    Guhartin

3.    Bikarhênana sîntaksî

Bo nimûne peyvek wek  

Beşên axaftinê (polên peyvê)

Yekem: peyvên serbixwe:

1.    Nav (noun)

2      Hevalnav (adjective)

3      Lêker (kar) û jêder

4      Hevalkar (adverb)

5      Jimare (number)

Peyvên erksaz (bestraw):

6. cênav

7. daçek (preposition)

8. berben (conjunction)

9. amrazê sersurrman û banghêştin (interjections)

10. partîkil (particles)

4.    Polênkirina Peyvên zimanê Kurmancî di astê zêdebûnê de:

polvekirî û polgirtî

Mîkanîzmên zêdebûnê:

Zêdebûna peyvan di ziman de du mîkanîzmên sereke hene ku bi rêya wan peyv xwe zêde dikin:

1.    Dariştin (derivation)

2.    Lêkdan (compounding)

3.    Dataşîn

  Peyvên ziman ji alî zêdebûnê ve du beş in:

Yekem: Beşê polvekirî ango ew peyv in ku dikarin jimara xwe ji peyvên ferhengî zêde bikin, ango dikarin li xwe zêde bikin û jimara peyvên ferhengî bi wan dewlemend dibe, wek: azad, azadî, azadîxwaz , azadkirin, azadbûn, ser, serî, serkar, serdar, serbest, serik, serok, serokayetî, sermaye, sermayedarî . . . htd.

Polên peyvan ku dikevin ber vî beşî de ev in:

1.    Nav: bar, serbar, derbar, nav, navik, navber, navîn, navend, navdar…  

2.    Hevalnav: xweş, serxweş, xweşî, fere, desfere, ferehî, çavfere…

3.    Lêker: ketin, serketin, veketin, daketin, pêketin, lêketin, jêketin, berketin…

Duwem: Beşê polgirtî (closed class)

Peyvên polgirtî ew peyv in ku nikarin li xwe zêde bikin, jimara wan her wek xwe dimêne, zêde nabin, beşên axaftinê ku dikevin ber vî beşî de ev in:

1.    Daçek

2.    Cênav

3.    Jimar

4.    berben

5.    Hevalkar

6.    Peyvên sersurman û banghêştinê

7.    Partîkil (particles)  

Encam

Di dawiya vê kurtelêkolînê de me ronakîyeke biçûk da ser du têrmên rêzimanî û zimannansî: polvekirî û polgirtî yên peyvên zimanê Kurmancî bi armanca analîzkirin û şîrovekirina diyardeyên rêzimanî di zimanê Kurdî.   

 

 

 

Çavkanî

 

1.     Berzo Mehmûd (2004) Leksîkolojiya Kurdî, govara Vejîn, jimar 8, Hewlêr

2.     Celadet Bedirxan (1941) Bingehên gramêra Kurdî, Govara Hawar , jimar 27,

3.     Reşîd Kurd (1956): Rêzmana Zimanê Kurmancî, çapxana Kerem, şam, r6

4.     Cegerxwîn (1961): Awa û destûra zimanê Kurdî, Bexda

5.     Duktor Ewrehmanî Hacî Marif (1979): Rêzimanî Kurdî, bergî Morfolojî, beşî naw, çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda. R 12

6.     R. H. Robins (1981): General Linguistics, an introductory Survey, Longman, London

 



[1] Celadet Bedirxan (1941) Bingehên gramêra Kurdî, Govara Hawar , jimar 27,

[2] Reşîd Kurd (1956): Rêzmana Zimanê Kurmancî, çapxana Kerem, şam, r6

[3] R. H. Robins (1981): General Linguistics, an introductory Survey, Longman, London. R185 (ji ber lêkolîna Berzo Mehmûd)

[4]  Reşîd Kurd r 16

[5]  R. H. Robins (1981): General Linguistics, an introductory Survey, Longman, London. R187 (ji ber lêkolîna Berzo Mehmûd)

[6] Cegerxwîn (1961): Awa û destûra zimanê Kurdî, Bexda

[7]  Duktor Ewrehmanî Hacî Marif (1979): Rêzimanî Kurdî, bergî Morfolojî, beşî naw, çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda. R 12

[8]  Berzo Mehmûd (2004) Leksîkolojiya Kurdî, govara Vejîn, jimar 8 

Polênkirina Peyvan: Polvekirî û Polgirtî Di Rêzimana Kurmancî de Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 30, 2025 Rating: 5   Polênkirina Peyvan: Polvekirî û Polgirtî Di Rêzimana Kurmancî de Pênûsa Azad22 BERZO MEHMÛD Zanîngeha Rojava – Zimannasî   1.   ...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: