LOZAN - SEDSALIYEKEZORDAR
Tewfîq Sînan
JI sala 1920an ve dema ku armanc û
ezwerên kurdî ji bo avakirina dewleta kurdî hatin pişguhkirin û di eynî demê de
azarkirina gelê Kurd despêkir û bi êş, azar û hêsirxwîn berdewam kir. Gelek soz
û peymanên ji bo damezirandina dewleteke kurdî serbixwe hatin danîn, lê ew soz
di sala 1923an de û bi taybet di peymana Lozanê de, di dema nexşekirina sînorên
nûjen, rûxiyan. û pê re Kurdistan di navbera 4 dewletên zordar û hovane de
parçe bû.
Di sedsaliya bîstan de, gelek çewsandina siyasî û çandeyî ji hêla
deshilatdarên dagîrker ve bi serê netewa kurdî de hate kirin, bo mînak;
Guhertina civakî û binpêkirina nasnameya kurdî ji dagîrkerên Kurdistanê
hevkarekî hevbeşî bû, xeynî bi dehan komkujî, koçkirin, Enfal û dijberiyên xwînrêj,
zor, zindan, birçîbûn, disergirtina nijadî û piştguhkirina giştî bi serê gelê
Kurd ve hat anîn.
Di despêka sedsaliya bîst û yekê de asoyên guhertina navdewletî di
derbarê rojhilata navîn de diyar bûn û ber bi nexşekirineke nû birêveçû.
Bingeha pirojeyê ji rûxandina barûya bazirganî ya navdewletî hate danîn, ew
rûxandin, bû mihane ku di bin navnîşana tîror û çekên etomî û kîmyawî derbasî
her devera ku berjewendiyên wan biparêze, bibin, û rêjîmên dewletên ku wan
destnîşan kirine biguherin û ji nû de li gorî armancên xwe kontrol bikin û pêre
pêre netewên bindest jî rizgar dibin û netewa kurdî xweş mînak e (kambaxên
netewekê li cem neteweke din sûde ne ). Pirojeya guhertinê ji Îraqa zorperest
destpê kir û Herêma Kursiatanê nûbara yekemîn ji pirojeya guhertinê bû.
Kurdan li Sûriyayê rewş bi awayekî durist wergirtin tevî astengî û
êş û azar jî lê xweragirtin, heya ku gihiştin hin armancan piştî şer û
dijberiyan.
Di dirêjahiya pazdeh salan de dagîrkerên Kurdistanê dizanîbûn ku
roja kurdî dê werê hilat û pêşeroj ji bo gelê Kurd ronîdar e, lewra şerê Esed
li aliyekî bû û şerê ku hêza kurdî û siyasî li Sûriyê bişkînin li aliyekî din
bû.
Dagîrkerên kurdistanê bi hev re dixwestin lihevhatinekê di navbera
hev de çêbikin ji ber ku ewan bi pirojeya pêşerojê dizanîbûn. Bi dehê caran
serokê hikûmeta turkiyê dixwest bi Esed re lihevbê û pêre pêre Esed bi ser riya
Amerîkana werbîne û aloziya Sûrî çareser bibe, ji ber wan dizanîbûn ku ew jî
armanckirî ne.
Ewan dizanîbûn pelika Kurdî xwedî nerîneke wekhevî û aştî dûrî nijadperestî, olperestî û şofîniyetê, dê
biser bikeve. Lewra kar û xebata lihevhatinê dikirin, ji bo hêz, siyaset, moral
û istiratîciya Kurdî lawaz bikin û pê re pirojeya navdewletî jî bişkînin. Lê
dewletên bi vê pirojeyê radibûn ji bo berjewendiyên xwe biparêzin li netew û rêgehên
bindest xwedî derketin û gav bi gav li pey wan dimeşiyan û hîn dimeşin daku
dîmenên nexşekirina nûjen berhev bînin û berdewam bikin ji bo rojhilatek navîn
nûjenkirî ligorî pilana xwe bikar bînin.
Em wekî netewa kurdî û piştî nemana ewê peymana zordar di dermafê me de, ji partî, hêz û saziyan xemxwir û bi taybet di vê qonaxa çarenûsî de gerek em xwedî li hev derkevin û yekrêziya kurdî ya ku hat lidarxistin berdewam bibe, ji ber ew yekrêzî pêwîstirîn hêvî ji gelê Kurd re ye.

ليست هناك تعليقات: