Paşgira “î”yê di Zimanê Kurdî de (pênase û watedarî) Deham Ebdulfettah - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 16 نوفمبر 2025

Paşgira “î”yê di Zimanê Kurdî de (pênase û watedarî) Deham Ebdulfettah

 

Paşgira “î”yê di Zimanê Kurdî de
(pênase û watedarî)
Deham Ebdulfettah

 P Ê N Û S A   A Z A D –  H I J M A R / 22 / 2 0 25


Dengê “î”yê di zimanê kurdî de dengekî resen e bi navê tîpa “î”yê cihê xwe di elfabeyê de digire. Hemû navên ku bi “î”yê kuta dibin, wek (xanî, zevî, kanî, ronahî ...) di raweya palvedanê (îzafeyê) de tîpa navbirra dengan (y) li pey “î”yê tê xebitandin, wek: (xanî-yê min).

Di vê rewşê de tîpa “î”yê di nav nivîskaran de bi dû şêweyan tê xebitandin:

1. Hin nivîskar bi behaneya rewanbêjîyê dengê “î”yê sivik dikin, wek: (xaniyê min, zeviya Temo, kaniya avê û ronahiya mûmê)

2. Hin jî resenîya dengê “î”yê diparêzin, wek: (xanîyê min, zevîya Temo, kanîya avê û ronahîya mûmê ...).

Ez jî wekû hezkerekî zimên, ez resenîya dengê vê “î”yê diparêzim û ez wan mînakan wekû şêweyê jimara dûyem dinivîsim. Rast e ku ez piştgirîya sivikbûn û gorankarîya zimên dikim, lê ev sivikkirin carcaran tevhevîyeke watedarî peyda dike.

Em dizanin ku “ê” jî berî tîpa navbirr (y) sivik dibe û bi şêweyekî “i” bi lêv dibe, wek: (rêya min = riya min).

Li vê gorê ku em bibêjin: (Riya min dirêj e), gelo riya (rêka) min dirêj e yan jî riya (riha) min dirêj e!?

Bo vê yekê û bo parastina resenîya dengên tîpan pêwîst e ku em rastîya dengê “î”yê di cihê tevhevîyan de biparêzin!

 

Paşgira “î”yê

Di şêwezarê kurmancî de paşgira “î”yê bi gelek nav û wateyan tê xebitandin, wek:

1.     Nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar: Hemû nav û bêjeyên ku di bin sîwana taybetîyên navan de tên xebitandin di raweya tewangê de bi “î”yê tên tewandin, wek:

-          Ez çûme vî çiya

-          Restemî gotar xwend

Eger tîpek ji tîpên navên nêrzayên yekjimar (a) be wek (bajar, dîwar), di tewangê de ew (a) di nav piranîya kurmancîaxêvan de dibe (ê), wek:

-          Nan: Em nên difiroşin.

-          Bajar: Temo çûye bajêr bixwîne.

Li hin herêman tîpa (e) jî dikin (ê), wek:

-          Pez, rez: Şivan pêz dibe nav rêz.

Têbînî:  Di tewandina navên wek (nan, bajar) de ne durist e ku em her dû şêweyên tewandinê bi hev re bikar bînin. Anku ne durist e ku em bibêjin (ez nênî divêm, ez çûm bajêrî). Ya rast ku em bibêjin: (Ez nên yan nanî divêm, ez çûm bajêr yan bajarî …).

2.     Paşgira raspartinê (nisbetê): Digihêje navan, wan dike hevalnav (rengdêr) û di heman demê de ew hevalnav dibin reh, kok û cîgehên pênase bo navê berî xwe, wek nimûne:

-          (Deşt + î = deştî): Mêvanên me deştî ne.

-          (Derya + î = derya): Ev masî deryane.

-          (Gund + î = gundî): Mirovên gundî ajeldar in.

3.     Paşgira navê jêderî (اسم المصدر): Ev paşgir digihêje hin hevalnavan wek: (Azad, Serbest, rizgar, bindest, xweş …) wan ji raweya hevalnavî vediguhêze raweya navê jêderî, wek:

(Azad + î = azadî, serbest + î = serbestî, rizgar + î = rizgarî, bindest + î = bindestî, xweş + î …).

4.     Paşgira navê karayî (اسم الفاعل): Ev paşgira “î”yê digihêje reha (bingeha) karên negerguhêz (nederhingêv) di dema borî de û pê re navê karayî saz dike, wek:

Jêder

Reh

Navê karayî

Hatin

hat

Hatî (kesê hatiye)

Razan

raza

razayî

Çûn

çû

çûyî

 

5.     Paşgira navê berkarî (اسم المفعول): Di raweya navê berkarî de paşgira “î”yê digihêje reha karê gerguhêz (derhingêv) di dema borî de û bi hev re navê berkarî saz dikin, wek:

Jêder

Reh

Navê berkarî

Kuştin

kuşt

Kuşt + î = kuştî (kesê hatîye kuştin)

Revandin

revand

revand + î = revandî

Şandin

şand

şsnd + î = şandî

 

6.     Paşgira hin hevalkar û rewşan: Paşgira “î”yê bi hin hoker (hevalkar) û hin rewşan re tê xebitandin û wateyên wan di pêvajoya derbirînê de zelal dike û wan ji hev cuda dike, wek:

 

a.      Hokerên demî:

-          Civîna me nêzî demjimêr deh e.

-          Berî te kesî ev pirs nekiriye!

-          Ez piştî te çûm zanîngehê.

b.     Hokerên cihî:

-          Em ê nêzî nexweşxaneyê hev bibînin.

-          Mala Zînê piştî mizgeftê ye.

-          Zanîngeh dûrî navenda bajêr e.

c.      Rewşa çawanî:

-          Em bi rê ve rastî hev hatin.

-          Van pirtûkan berawirdî hev bike!

-          Min nameyek arastî wî kir.

-          Melevan noqî deryayê dibin.

7.     Cihnavê pêvebestî (likaw): Hin caran ev “î”ya paşgir ji çarçoveya paşgirîya xwe der tê û wekû cihnavekî pêvebest tê xebitandin, wek:

-          Eger serî neêşe paçan lê girênede!

[Eger (serê te) neêşe paçan lê girênede]

-          Nîvê zevîya te baş e lê nêvî pûç e.

[nîvê zevîya te baş e lê (nîvê wê) pûç e]

-          Ser tirîyê te zuha ye binî şill e.

[Ser tirîyê te zuha ye (bin wî) şill e]

8.     Paşkoka cihnavê kesîn “tu” yan jî karê “bûn”ê di dema nuha de:

-          Dostê min tu

Tu dostê min î

Ev “î” bi cihnavê “tu” re cuda tê nivîsîn wek wan mînakên çûyî û li pey karan bi wan ve tê nivîsîn, wek:

-          Min tu dîtî

-          Tu mêvanê birayê min bû

Di hin raweyên hevokan de tevlihevî di navbera “î”ya cihnavê û “î”ya tewanga navê nêrzayê yekjimar de peyda dibe, wek

1.     Ji masî serî nayê xwarin.

2.     Ji masî serî bavêje

3.     Masî ji serî genî dibe

4.     Masîyê bêserî mirî ye

Gelo ev “î”ya ku di van mînakan da gihiştiye navê (ser) çi ye!? Cihnav e yan nîşandeka tewangê ye?

Bo zelalkirina bersivê em ê navekî mêzayê yekjimar wek (terî) li şûna (ser) bixebitînin, wê hingê li kû tewang bigihêje (terî)yê wê “î”ya (serî)yê nîşandeka tewanga nêrzayê yekjimar be, lê cihê ku (terî) neyê tewandin ew “î”ya (serî)yê dê cihnavê pêvebest be, wek:

1.     Ji masî (terî) nayê xwarin (“î”ya serî cihnav e).

2.     Ji masî (terîyê) bavêje (“î”ya ser tewang e).

3.     Masî ji (terîyê) genî dibe (“î”ya ser tewang e).

4.     Masîyê (bêterî) mirî ye (“î”ya ser cihnav e).

Bi vê yekê em diçesipînin ku “î” bi navekî nêrza ve bê xebitandin, eger ew nav di raweya tewangê de be wê “î” nêşandeka tewangê be, lê eger nav ne di raweya tewangê de be wê “î” cihnavê pêvebestî be.

 


Paşgira “î”yê di Zimanê Kurdî de (pênase û watedarî) Deham Ebdulfettah Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 16, 2025 Rating: 5   Paşgira “î”yê di Zimanê Kurdî de (pênase û watedarî) Deham Ebdulfettah   P Ê N Û ...

ليست هناك تعليقات: