Desteya nivîsîna kovarê yadî koça dawî ya nivîskar û helbestvanê nemir Ehmedê Şêx Salih li bîr tîne - 1935- 2017.
|Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd
Ehmedê Şêx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexweşxaneyekê
Li Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda, û piştî termê wî ji bo Eyndîwerê
hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin.
Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê şêx Salih daxive ango mirov li ser şoreşeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û eşkerekirina wê ji kevin de ye, huner û
wêjeya
kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine eşkerekirin û li qada wêjeyê
derketine. Mirov her tiştê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê
Şêx de dibîne û bi zimanekî
resen,
şîrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û kûrwêne bi hemû alavên helbestê
hatne nivîsandin.
Di
destpêka helbesta xwe ya malikîne bi şêweyê klasîk li ser ritim û newaya
pêlewaza sêdengî(Almuteqarib) daxwaza ferzenê ji Xuda dike ku ew bikaribe
xizmeta mafê gelê xwe yê bindest bike.
Bi
destpêkê min kame tirsa Xudê
Bihêvî
me ew ferzena min bidê
Sipas
û pesin jê re min bê jimar
Di
ber vî gelê bê beş û tar û mar
Welatê xwe dide nasîn ku ew bûye wek stadyûm
û meydanek şer û ji her alî ve dagir dibe.
Welatê
me yarîgeh û pêger e
Ji
lew herdemî tê de ceng û şer e
Gazî
gelê xwe dike û dibêje ezê vê nameyê ji bo te terzû û serast bikim û bi rengê
kurdayetêyê ji bo çareseriya mafê te bişînim.
Ezê
nameyê bo te Kurdê delal
Bihûnim
bihêvîs û polê xumal
Bi
danîn û levdanekî berketî
Ji
bo maf û daxwazê vî miletî
Ew bi hebûna tekoşîneke mayînde û nû di navbera xerabî û başiyê
de bawer dike,
û bawer nake ku lihevhatineke di navbera wan de çê bibe, çimkî ev girtinheveke
Xudayiye ji dema Qabîl û Habîl de ye.
Dibendî li vî
warî bû jîwerek
Nema êdî
levbêne herdû berek
Xuya ye
hevalbendên hevdemê bi êkre bibûn palbend di damezirandina dibistaneke taybet
ji hemû helbestvanên dema ronakbîriyê bi taybetî helbestvanên Rojavayê
Kurdistanê yên helbesta şoreşgerî li dijî kiryarên desthilatên welatê me yê
dagir û dabeşkirî dinivîsandin.
Êş her ew êş e her
ku diçe rewş nexweştir dibe lê li beramberî wê edebiyata kurdî geş û gurtir
dibe, dema em helbestên wan helbestvanan dixwînin baweriyek dide me ku ziman,
wêje û hunera gelê Kurd li gor edebiyata cîhanî zindî û di asteke bilind de ye.
Helbet gelek
helbestvan, ristevan, hunermend û stranbêjên gewre di dîroka edebiyata kurdî de
hene, navên wan bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin û di demeke kurt de
pirtûkxaneya kurdî ji hemû cureyên helbestan dewlemend û zengîn kirine.
Jêder:
1-
Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif
2-
Qonax û Rêbazên Wejeya Kurdî- Birahîm Qasim

ليست هناك تعليقات: