Folklorê Kurdî Nasnameya Gelan e
Elî Şêxo Berazî
Pênûsa Azad:H-21
Wek ku tê nasîn folklor ew: nasname ya gelane, û ewa didê xuyakirin
ku ew milit di çi astê de ye ji astên şehristaniyê, û ew rastiyeke ji rastiyên reh dirêj û kûr, di
jiyana gelan de.
Lê folklor warekî ferehe û birên xwe gelekin, hinek bi çav têne dîtin û hinek bi guh têne
bihîstin.
yê bi guh têne bihîstin wek:
stiran û çîrok û
mozîkin.
Û Yên bi çav têne dîtin jî wek: cil- berg- alavên malê- alavên karîn, alavên mozîkê, wêneyên bi dest
çêkirî li ser caw alavên bi dest çêkirî û gelek tiştên dinin.
Di vê gotara li ber destê we de, mijara me stirane û stiranên kurdî jî
sê beşin.
1- Dîlok: Stiranên dîlanê, yê ku di şahiyan de têne gotin bo govend û semayê,
birek jê evînîne û birek jî civakîne û hemî bi retim têne gotin.
2- Lolok: Stiranên evînî û mêrxasiyê û civakîne, û hemî dirêjin û meqamin, ango bê
retim tên stiran.
3 – Goran: stiranên şînê yên li ser miriyan têne gotin, ewjî hemî dirêjin û
meqamin bê retim tên sitran.
Û her weha jî mûzîka kurdî, li her deverekê taybetiyeke xwe heye ,
mûzîka deştê, mûzîka çiyan û mûzîka şeran.
Stiranên kurdî ewjî wekî çîrokanin, çimkî ewjî serpêhatiyên gelêrî
dibêjin, ji ber vî awayî ewan wekî neynikan, bûyer û rûdawên gel dibêjin û
didine ber çavan, lê ew bûyer û rûdaw, li gorî mêjî û remanên gelêrî bûn.
Kesên dengbêj stiranên xwe li gorî têgihiştina xwe
digot, ji ber vî awayî
Stiran gelekî radestî kêmbûn û zêdebûnê dihat, ji alîkî din de
jî gelek birên stiranan wekî hev dihatin, wek nimûne:
1- Ez nexweşim royê ji royê xerab tirim.
Ev hevok di stirana: Yar gewrê delalê milanî û di gelek stiranên din de hatiye.
2- Ez nexweşim were ser min.
Ev hevok jî di sitrana:
Êma Hemê evdaliyê baviko û di gelek stiranên din de
hatine û her weha:
3 – Parçak ewrî reşî tarî li ser Mêrdînê.
4 – Bira Diyarbekir bişewite ne ti ware.
5 –Te ne xwestim ne revandim.
6 – Di orta min û te de xwar dîware …
Ji xeynî vî awayî jî, dengbêj û çîrokbêj wana bûyer li gorî daxwazên
xwe digerandin, çimkî ew çêkerên gelek çîrok û stiranan bûn.
ji ber vî awayî stiran û çîrok di her zeman û her
cihekî de bi awakî hatine, herweha jî stiran û çîrok dûrî war û dîrokê hatine.
ku em vegerin çend nimûneyên me bi nav kirî, emê bighên rastiyekê,
ew rastî jî ewe: ku pirên stiranên folklorî bi destên helbestvanan
hatine ristin, lê ji ber nebûna xwendinê tevî folklor bûne û bûne milkêd
folklor.
çimkî gotin û ristên ku berhevkirî, gelekî ji asta gelêrî bilindtirin wek gotina di van rêzên xwarî de hatî:
Saliho pismam
dilê min bûye behra Wanê
kelekvana kelek û gemiyê xwe berdanê
vê sibê xeberdaran xebere dane min gotin:
pismamê te li hebsa Diyarbekrê
sed û yek sal hukim danê.
ev wêneyên ciwan ku di van rêzan de hatine, karê helbestvananin ne
yê kesekî dinin.
rast tora me ya zargotinî nehate nivîsandin, lê li hemî deverên
kurdistanê hatiye jiberkirin û bi sedê salan di bîra xelkê me de maye, ta ku em
gihiştin warê lêkolîn û nivîsandinê.
lê mixabin nîrê ku îro kurd tê de, derfetê nadê lêkolînvanan ku
hemî kultûrê xwe binivîsînin, hêviya min ewe ku di pêşerojê de, hemî tora me bê
nivîsandin û bê parastin, ta emjî bibin xwedî pirtûkxaneyeke şaristanî.
ليست هناك تعليقات: