Berû Zimanekî Yekbûy VeTewanga Navên Nêrzayên YekjimarBo Çi Paşguh Dibin
Pênûsa Azad:H-21
Deham Ebdilfettah
Nav ji hêla
tewangê ve sê beş in:
1-
Navên nêrzayên yekjimar (mêr, hesp, dîwar) . Nîşandeka
tewanga van navan “î” ye wek:
-
Ez vî mêrî dinasim
-
Siwarê hespî rêwî ye
2-
Navên mêzayên yekjimar, mîna (jin, mehîn, dar) . Nîşandeka
tewanga van navan jî “ê” ye, wek:
-
Mafê jinê parastî ye
-
Zîna mehînê nû ye
3-
Navên kojimara her dû zayendan bi nîşandeka (an)ê
tên tewandin wek:
-
Xewndina keçan wek ya kuran pêwîst e
-
Çandina daran diyardeyeke şaristanî ye
Hemû nav di
şêwezarê kurmancî de bi van her sê nîşandekan
dikevin raweya tewangê .
Navên mêzayên yekjimar û yên komjimar li hemû herêmên
kurmancîaxêv tên tewandin, lê navên nêrzayên yekjimar li hinek herêmên wek Behdînan
û hin deverên Hekarê tên tewandin, lê li nav pirraniya kurmancîaxêvan paşguh
bûye û hatiye jibîrkirin . Anku, li şûna ku bibêjin (ez çûm mala Serbestî)
dibêjin (ez çûm mala Serbest) .
Ev tewandin û
netewandina navên nêrzayên yekjimar di nav rewşenbîran de bûye cihê gotebj û
gengeşeyê !
Di vê pêvajoyê de
pirsek xwe dide pêş:
Gelo, bo çi navên
nêrzayên yekjimar di tewangê de li herêminan nayên tewandin ? Anku bi çi sedemê
ew tewang paşguh bûye !?
Hin rewşenbîr
dibêjin, tewanga wan navan di bin bandora zimanên biyanî yên desthilat (nemaze yê
erebî) de hatiye jibîrkirin .
Bi dîtina min ev
nêrîn ne dirust e ji ber ku herêma Behdînan parçeyek e ji İraqê
bû û zimanê erebî zimanê perwerde û fêrbûna rêberên ayîna İslamê bû, lê çi
banndor li wê raweya tewanga navên nêrzayên yekjimar nekiriye . Ji hêleke dî ve
çima ew bandor li tewanga mêza û komjimarê nebûye !?
-
Me berî nuha amaje pê kiriye ku ziman berhemeke
civakî ye hişmendiya xwe ji hişmendiya civak û jîngeha xwe ya komelgehî
werdigire .
Ziman bi wê
hişmendiyê jî, weku bûnewerekî zindî xwe ji her bargiranî û tevhevîyê rizgar dike .
Di raweya tewanga
navên nêrzayên yekjimar de jî bargiraniyeke bilêvkirinê û tevheviyeke watedarî
peyda dibe, wek:
1-
Eger navê bertewang bi tîpeke dengdar (bêdeng)
kuta bibe nîşandeka tewangê “î” bi hêsanî digihêje wî navî, wek:
-
Zeviya Hesenî nêzî çemî ye .
Lê ku navê
bertewang bi yekê ji van her dû tîpên dengdêr (o, a) kuta bibe nîşandeka
tewangê digihêje wan û hinek giranî dide bilêvkirina wan navên tewandî, wek:
-
Mala Zanayî nêzî mala Memoyî ye .
Eger navê
bertewang bi tîpa dengdêr “î” yê kuta bibe, wek (Manî, Samî, Namî) û nîşandeka
tewangê “î” bigihêje wan, hingê bilêvkirina wan navên tewandî girantir
dibe û aloziyek denganî (fonîtîk) ji hevdengiya “î” ya resen ya bêjeyê û ya
tewangê pêk tê, wek:
-
Dîroka Manîyî balkêş e
-
Ev pirtûka Samîyî ye
-
Em çûn serdana Namîyî
Giraniya van
navên tewandî nayê pejirandin . Loma ev tewang di nav kurmancan de (tev herêmên
Behdînan jî) paşguh bûye . Nuha jî bi vî şêweyê sivikbûyî tê xebitandin:
-
Dîroka Manî balkêş e
-
Ev pirtûka Samî ye
-
Em çûn serdana Namî
2-
Carnan hindek navên nêrzayên yekjimar ku dikevin
raweya tewangê û nîşandeka “î” digihêje wan pirsgirkek peyda dibe . Ew
pirsgirêk jî tevheviya watedarî di navbera “î” ya raspartinê (nisbetê) û “î” ya
tewangê de der tê, weku nimûne, ( Hesen, Bedirxan, Celal, Heyder, Qadir û
Hw...)
a-
Di raweya xwerû de ev nav wateyên zelal û
bêtevhevî berçav dikin, wek:
-
Saman Bedirxanî ye:
_ Di vê raweyê de
ev hevok ji hêla rêzimanî ve dirust û sergihayî ye:
Î: Paşgira
raspartinê ye .
Bedirxan:
Rasparte ye .
Saman: Raspartî
ye .
_ Ji hêla watedarî
ve jî ew hevok yek wateyê tenê dide şirovekerê xwe . Ew jî ev e: Saman ji
binemala Bedirxan e .
Hemû raweyên
dîtir jî li navê (Bedirxan) tên pîvan .
b-
Pirsgirika aloz di mijara me de di wan navên
mirovî de diyar dibe . Dema ku ew nav dikevin raweya tewangê dû wateyên cuda bi
hev re berçav dikin, nimûne:
-
Hesen:
Mînak: Ehmedê Hesenî nêçîrvan
e .
1-
Î: Nîşandeka tewangê ye û Hesenî navê bavê Ehmed
e, yan jî yê bapîrê wî ye, bertewang e
2-
Î: Paşgira raspartinê ye û Hesenî rasparte ye,
Ehmed jî raspartîyê malbata Hesen e yan ji êla (eşîra) Hesenan e . Anku Ehmed
Hesenî ye
-
Celal:
Mînak: Xoşnavê Celalî
mamoste ye .
1-
Î: Nîşandeka tewangê ye . Celalî navekî bertewang
e, bavê Xoşnav e yan bapîrê wî ye .
2-
Î: Paşgira raspartinê ye . Celalî raspartîyê
Xoşnav e . Anku Xoşnav ji eşîra Celaliyan e
( eşîra Celeliyan li rojhelatê Kurdistanê ye)
-
Heyder:
Mînak: Samanê Heyderî yarîzan
e .
1-
Î: Nîşandeka tewangê ye . Heyderî bavê Saman e yan
bapîrê wî ye bertewang e
2-
Î: Paşgira raspartinê ye . Heyderî jî navê eşîrê
ye (eşîra Heyderiyan li Bakûr e) . Anku Saman Heyderî ye, yan ji peyrewên ziyaretgeha
“Baba Heyder” e
Her wisan jî:
-
Miradê Qadirî
-
Selîmê Huseynî
1-
Qadirî: Bavê Mirad (Qadir) e, di raweya tewangê de
ye .
2-
Qadirî: Peyrewê şex Ebdulqadirê Geylanî û rêbaza
wî ye . Anku Mirad Qadirî ye .
-
Huseynî:
1-
Navê bavê Selîm e di raweya tewangê de ye .
2-
Selîm peyrewê rêbaza Huseyn kurê Elî ye
Ev tevheviya
watedarî ya ku di navbera “î” ya tewangê û “î” ya raspartinê de pirraniya navên
nêrzayên yekjimar dikevin ber aloziya watedariya wê !
Di encama
serencamê de emê li destpêka xwe vegerin û pirsa xwe dubar bikin: Gelo bo çi
tewanga navên nêrzayên yekjimar li pirraniya herêmên kurmancîaxêv tê
paşguhkirin !?
Li ber ronahiya
vekolîna me ya derbasbûyî ew paşguhkirin bo dû sedeman pêk hatiye:
1-
Giraniya bilêvkirina peyvên bertewang ku bi tîpeke
dengdêr kuta dibin, nemaze tîpa (î)
2-
Tevheviya watedarî ku di navbera raweya tewangê û
raspartinê de peyda dibe !
Bo van her dû
sedeman tewanga navên nêrza li hin herêman paşguh bûye .
Mebesta me ji
tevdana vê mijara aloz ne tenê çespandina rastî û nerastîya paşguhkirina vê
tewangê ye . Xwesteka dilê min ew e ku ez li ser van diyardeyên zimanî yên balkêş
rawestim, movik û hûrgiliyên wan bişopînim, sivikbûn û guherînên wan bipelînim
da ku ez binasim ka bi çi hişmendiyê ev rêzik û rêbazên wird hatine afirandin û
pêk hatine !
Me gelek caran
amaje bi wê yekê kiriye ku ziman
berkêşaneke civakî ye, bûnewerekî zindî ye, hişmendiya xwe ji hişmendiya civaka
xwe ya giştî werdigire . Li vê gorê çi gorankarî digihêje civakê ziman jî bi wê
hişmendiya xwe li gora jiyan û jîngeha civakê xwe diguhere . Ev gorankariyên
sivkbûnê bi hemû cûr û celebên xwe ve ku li zimên diyar dibin ji hişmendiya zimanî
bixwe ne, ne ji ya tu kesan yan tu saziyan in . Lê eger na..., ne wisan be, ka
kê ziman bi vê pergala wird afirandiye kê ev rêzimana seyr û balkêş dînaye kê
ew bo her guherîna civakî amade kiriye ku xwe li wê gorê diguherîne kê ...?
Bi kûrahiya bîr û
baweriya xwe ez tekez dikim ku ziman bûnewerekî zindî ye, guhêrbar e, xwe li
gora gorankariya jîngeha xwe ji her bargiraniyê dadiweşîne !
ليست هناك تعليقات: