REXNEYÊN KUJER Û NE BERPIRS
Tewfîq Sînan
Gelê me yê kurdî ji sedema stemkarî û zordariya ku hatiye serê wî û
carcaran tepser bûye, îca ji serencama wê zordariyê û bi domana demê re bûye
miletekî dilînî û hertim ji mizgîniyekê dilşad dibe û di heman demê de ji
serkeft û deskeftên biçûk û mezin dilşad dibe.
Ciwanên kurd yên ku anha
siyasiyê kurdan e, di nûhatiya kar û jiyana xwe ya siyasî de, bi coş û dilgermî ji
doza xwe hezdikirin û hezkirina kurdistan bi awayekî zikmakî bi wan re bû.
Dixwestin ku biçin qad û
meydanan û bang bikin, daku doza xwe ji hemû cîhanê re destnîşan bikin û mafê
kurdayetiyê bi zanebûn, vejînin.
Ewan ciwanmêran xizmeta doza xwe kirin bêyî ku beramberî wê kedê
nirxek hebe, û di şevên tarî de û li ber çira fênûsan gelê xwe fêrî pêwîstirîn
erk dikirin û ew jî fêrkirina zimanê dayikê bû.
Ji gundekî diçûn gundekî din daku ahengên netewî lidarbixin û
miletê xwe bi doza xwe ya pîroz agadar û şiyar bikin. carcaran astenegî arastî
wan dihatin mîna nebûna cihekî ewledar, tirs ji eşkerekirina navê endaman ji
aliyê nokerên veşartî ve, rewşa abûrî ya lawaz a hertişt pêve ava dibû û têk
diçû. Û bi ser de jî beşek ji gel hebû ku bi her şêweyî ji kar û xebata wan xortan ne razî bûn.
Lê ewan xortan (Siyasiyên mêrxas) kar û xebat bê rawestin dikirin û
hertim kurdistan di bîr û baweriyên wan de bû, yekrêzîyek bê sînor bi hev re
dikirin û kesekî nikarî bû ewan ji hev bixin. Lê li ba desthilatdaran derd hebû
û derman jî hebû, dizanîbûn ku sînorkirina abûriyê hemû rêxistin û partîyan
dişikîne û bêhêz dike, û dest bi birçîkirina gel kirin daku ew gencina tenê bi
nan û jiyariya xwe biramin.
Û tevî astengî û êşekên ku li derdorî ewan mêrxasên siyasî dorpêç
dibûn, ewan ciwanmêran hemû demên xwe xistibûn ber xizmeta netewa xwe ya kurdî
de û bi saya wan xort û keçan bingeheke mezin ava bû ku ticarî doza kurdî nayê
wenda û jibîrkirin û bi saya wan anha navê kurdistan berbelav e.
-Di dema ku dîmoqratî bûye yasayeke navdewletî û heya anha netewên
pêşketî bi rêjeya 70% wê dîmoqratiyê bikartînin û rexneyên wan ligorî serencama
asta ku ew gihiştinê, û ew serencam piştî şoreşên giran û xwînrêj bûn, û dûrî
tolhidanên kesîn bû.
Li welatên paşketî, gelên evan welatan berî ku bibin dîmoqratî û
hîn di despêka hewildanê ne, dixwazin rewşa dîmoqratî bi rêjeya 100% bikarbînin
û ev jî ji sedema nêznerînê ye û ji wan gelan gelê me yê kurdî ye; Îro ro
çîneyek ji evî miletî heye û bi toleke kesîn dixwaze di bin navê dîmoqratiyê,
ji nirx, kar û xebata ew kesên ku yekemîn cangorî (Siyasetmedarên kurd) bûn, ji
bo doza xwe ji şevtariyê bi ber ronahiyê derxînin, bênirx bikin.
Ew kesên cangorî ji dema çûyîn de ta anha û ligorî şiyanên berdest
û moralên jêrketî, xebata xwe berdewam dikin û tikes nikare ewan cangoriyan kêm
bike, ji ber di dema ku kesekî nikarî bû bigota ez kurd im ewan kar û xebat
dikirin, di zindana de dişewitîn û goştê laşê wan dihat gurandin.
Banga me ji hemû kesên ku di nav ava şelû de, nêçîrê dikin; ev e?
Dema ku hûn kesekî bi tena xwe rexne dikin, ew dikeve çarçoveya avakirinê de û
di heman demê de jî ji bo pêşketina gel û tevgera siyasî, pîroz e. Lê gava hûn
rexneyan bi giştî û bi rêjeya 100% digirin, ew rexne bixwe dikeve warê
rûxandina kesîn û kujer de û serencama rexnekirina kujer ew e ku em ê hertim di
şûna xwe de rawestin û nagihêjin deskeftinên berz û bilind, lewra bila em şiyar
û agadar bin ku dijminê gelê me tenê sûdeyê ji vê rexnekirina kujer, digre.
Û dijmin bi tevayî xweş dizanin ku dema em pêşeng û serkêşên xwe
bênirx û kêm bikin, em xwe û civaka xwe dirûxînin û serencama dawîn wê çandeke
bedkar ava bibe û piştre nifşeke kurdî bêhêz û bêbawerî derkeve.
ليست هناك تعليقات: