Pîrik-Çîrok- M.Emîn Sadûn. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 11 مارس 2024

Pîrik-Çîrok- M.Emîn Sadûn.

Pîrik-Çîrok-M.Emîn Sadûn.

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê



 

Dema derîzanka xanîkokê xwe derbas kir, bi kel derî da piştê, pêre jî pişteka derî da ber, pişta xwe da derî û rûnişt.

Di wan kêlîkan de, te digot dilê wê yê bizdayî wê ji rikeha perasûyan derkeve û bi çeng şikestî ber bi jor ve bifire. Keleke girî ya sêwî di gewriya wê de li nîva rê tevizî û bi perîşanî di cihê xwe de qufilî. Bêhntengiyeke hişk ew girt û henaseya wê rawesta.

Bi dilekê şikestî, di ber xwe de got: renge ev dawiya jiyanê be; ji ber ev nîşanên roja qiyametê ne û diyar e nema vê carê difilitim!

Dixwest bigirî, lê çavkaniyên girî ziwa bûn. Li ber xwe dida bang bikira, lê ziman di devê wê de werimî û bû Marekê mirî. Herdu dest avêtin pora xwe, lê tilî recifîn û por di nava wan de wenda bû.

Bi çavekê zîq, li sebeta xwe ya tozgirtî di quncika xênî de nêrî û hêviyên wê yên katedayî yek li peyî yekî weriyan. Du rondikên tirsiyayî ji çavên wê gindirîn, di ser dêman de herikîn, li nîva rê rêbar şaş kirin û şemitîn.

Kêlîk çû, yek dî hat û hêdî hêdî ewrên tirsê xwe ji kinarên dilê wê berdan û tewên mijê ji dol û newalên hişê wê ferikîn. Xeyalên teriqî careke dî li hêlîna serî vegeran.

Ji nû ve, wê dengê gurmîna dilê xwe kir. Çirûskên ronahiyê li asmanê çavên wê vedan. pêre jî  pêlên radan û badanê li ber bînahiya çavan siha hêswa wan bi lez pekîn û bihorîn.

Piştî hişê tevilhev û têkçûyî ser xwe ve hat û çavên wê gewratiya ronahîyê dît. Carekî kela girî lêda. Ji nişkî ve, serkaniya rondikan serî jê stand, çem û cobar ser jêr de zan û tûj herikîn.

 Kes nebîne û bi serê kesekî jî newe; şeveka har û malwêran bû.

Têr girî ta kaniya rondikên wê ziwa bûn, pêre jî gelek gazind ji xwe kirin!!

Ez pîre Zeyno bim; erê; pîre Zeyno, jinên vî gundî tev de li ser destên te zaro bûne. Tu pîrika zarokên wan bûyî. Te zerik û bîrova zarokên wan dibirî, neksa jin û mêrên wan digirt. Erê hûr û girek li vî gundî nema û te xizmeta wan nekir.  Ma ev çi bêzarî bû di ser te de hat!? Serê xwe hejand û got: Min mirina rûreş û azarên gorê îşev bi çavên serê xwe dîtin. Ji xwe pirsî; ma çûna min vê şeva tarî û qerisî ber bi şikefta muxlaciyan ve, ne dînîtî bû? Na... na mirov dikare bêje harîtî bû jî! Lê, yê nizanibe wê bêje ku tu bi keyf û hemdê xwe çûyî. Pîrê rebenê?! Xwelîserê, ne tu di nav xwe re kirin û tu bûyî keremper li dûv wan berba bûyî. Weke ku tu serbazekî ji sengerên şerî dîl bigirî û wî birevînî. Rast e, Ez ji aliyê çend mêrên dirêj ve hatim birin, ez nabêjim hatim revandin. Lê divê mirov bextê xwe xira neke û rastiyê bêje. Eger tu ji min dipirsî; li min nexistin û gotinên kirêt jî ji min re nedan. Her mirovek  ji wan darekê qut û stûr di destê wî de bû,  ser û rûyên wan bi cemedanên reş pêçayî bûn. Çarox di lingên wan de bûn, zimanê wan xweş û şêrîn bû, lê sehwa wan jî pir hebû.

Ez çawe çûbim û gihabim, nizanim, lê dengê daweta wan, stirana wan a distirandin "eger kur be xelat e û eger keç be celat e", dengê  def û tilîliyên wan ta niha jî ji hebana serê min derneketine. Ji xwe kirasê Xeco û Xoxo li jinên wan bûn û hê li ber cavên min in , min destê xwe yê bi xwîn li wan kirasan da. Sibe herin ba wan û ji wan bipirsin, bila buxcikên cilên xwe vekin, ka xwîn bi wan kerasan ve heye yan na? Min ew qas galgal û serborî, bi çavên xwe dîtin û bi guhên xwe bihîstin. Erê, ne ev bi tenê, ez nizanim çawe çûm, lê ez çawe vegeriyam jî nizanim.

Demek çû û çavên wê ji girî şil bûn û bêhna wê hinekî firehtir bû, da xwe û xwest destên xwe ji wê çepelî û xwînê bişû. Li ber xwe da û kotekî rabû, berê xwe da serşokê, pêşî kirasê xwe di ser xwe de anî. Dema ew avêt serşokê pêre pîlikek zêrê reşadî pekî û li keviya serşokê ket, dengê zingîniya wî xanîkokê wê yê ker û lal dagirt.  Çaxa çavên wê bi pîlik ket, ji xwe re got: ev çi pîlike û ji kû ve hatiye? Çavên xwe çend caran gemirand, girt û vekir, rabû û rûnişt, her ew pîlik ket ber çavên wê. Ji nişkî ve, zincîra çîrokên dapîra wê di ber çavên wê re qeliqîn. Çîrok û serpêhatiyên cinan di şevên zivistanê yên sar û dirêj de di serê wê de geran. Hate bîrê, dema dapîra wê ji wan re digot û wan guh nedida gotinên wê. Gelek caran wan kenê xwe bi çîrokên wê dikirin, ewê digot: zû razin berî cin werin dora we, ew li ber pençere û deriyan rûniştîne, ma hûn teptep û reprepa dengê dest û lingên wan nakin? Û pêve diçû û digot: cinan dema yek xelat dikirin, xelatên wan zêrê zer bûn, lê gelek caran ew zêr dikirin rengê dexil û danî, kaxet, pel û giya, û gelek çîrok û çîvanok di wan şevên dirêj de ji wan re bidarve dikirin.

Heft xweska wan roj û şevan,dem û çaxan; xewnên me mezin bûn, omîdên me avis bûn û xeyalên me jî xav bûn. Ez pîre Zeyno bûm û li ser xwe bûm û tiştek bê min di gund de nedihat kirin, pêwîstiya jinên gund bi raz û şiyanên min ê diyar û veşartî hebû. Va îro kes serekî jî li min nade û pirsa halê min nake! Hê...hê: xwediyê ketiyan li gundê me nemane; hin ji wan mirin û hina mala xwe ji gund barkir. Ew têkilî û civat, ew seredan û guhdan bi kû ve havîbûn û çima li war û warkozên xwe nazivirin?! Careka dî çavên wê bi sihika çirisandina pîlikê reşadî ket, Ji nû ve çirûska terafeke bingirtî di mejiyê wê de berba bû û hat bîra wê ku dibe ew kulma qaşilên pîvaza, dibe wek xelat dabinê de  û wê jî ew berda bûn di binê dewa kirasê xwe de, dibe ew tev de zêr bûn? Ji xwe zaroka ji wan re jî çêbûyî kur bû. Nexwe ew bû xelata ku dane min! Bê ku ew wan çîrokan tev de di bîrdanka xwe de bizivirîne û gelekî bifikire, ji xwe bipirse ku ew qaşilê pîvazan dibe zêr bin an na? Pêxwas, bê kitan û tena binkirask derket û ber bi quncika mala Xelo ve bezî. Giha wir, dît qasî pehinbûna bostekî  berif helaye, cihê xwe li erdê reş kiriye û ti şûna qaşilên pîvaza li wir peyda nabin. Li ser şensê xwe, wê seetê tev de girî ta ku bû berbanga sibehê. Lê, tevî wê jî hêviyên xwe qut nekir û ji wê şevê ve ta niha, ew her dem xwe amade dike, cilên xwe yên zivistanî li xwe dike, li benda wan mirovan dimîne, ji xwe re dibêje dibe îşev jineka wan bikeve ber halê xwe û careka dî werin wê bibin. Lê va wê temenê xwe xilas kir, ne ew şev hat û ne jê ew mirov li wê bûne mêvan. Timî digot: xuya ye êdî zarok ji cinan re çênabin, û cin û mirov ji hev dûrketine. Ma nayê bîra we bav û kalên me digotin: ji ber hesin li dor û berê me zehf bûye, cin nema tên dora malên me, û jinên me derzî kirine di nav cilûbergên xwe de. Ji ber vê yekê, nema teptepa wan di şevên zivistanê de tên bihîstin. Va ez di nava rojgarên giran ê salan de qerimîm, pora serê min spî bû, hişkiya jiyanê tevna rê û rêbarên xwe li ser rûyê min neqşandine. Roj nîne ew li bîrdanka xwe venegere û wan rojan di ber çavên xwe re derbas neke. Pir caran digirî û carna jî dikene, li ber dîmenên ken û girî, ew pora xewnên xwe şeh dike û kirasê ciwaniyê li ber bejna wan dike. Erê, va ew kete ber  bayê mirinê û dibêje: ew roja tirs û seyîr ji ber çavên  neçe û di ber xwe de dihêwirand û digot: xuya ye ez nema dibim pîrik ji jinên cinan re û ne jê şahiya zarobûna wan dibînim, lê tevî wê yekê jî ez sozê didim ku ez bimînim nobedara Cûdiyê mirada û li ber kêla gura şehîdan gul û gulçîçekên buharê biçînim, û wan bi hêlim û bêhna xwe av bidim. 

Pîrik-Çîrok- M.Emîn Sadûn. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 11, 2024 Rating: 5 Pîrik-Çîrok- M.Emîn Sadûn. Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê   Dema derîzanka xanîkokê xwe derbas kir, bi kel derî da piştê, pêre jî pişte...

ليست هناك تعليقات: