Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 11 مارس 2024

Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê

Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê

Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê





Vanês Mîranî

Bê guman her dema behsa helbestên stiranan di civata Kurdî de tête kirin, bi dest xwe re helbestvan Rojdiyar Hemê tête bala mirov, ew mirov e ye yê ku xudanê zar û peyvên bedew, ciwan, nazik û şêrîn.

Her wesa pirtûka ( ji geza sêvê min zanî ) ya helbestvan Rojdiyar baş zengîn e û pir û mişt e, ji babetên renge reng mîna siruşt û buhara Kurdistanê, û ew babet jî zor giring in, lew ra piraniya wan helbestên wî jî mîna navê wî weke rojê tê de diyar û xuya ne.

Belê, hîç guman tê de nîne ku gelek helbestên wî ji çendên stiranbêjan ên Kurdan kirine stiran û stirandine, çi ji Rojavayê welêt, yan ji Başûrê welêt, yan jî çi ji hindur û derveyê welêt.

Ji bo vê yekê jî ez bang li xwendevanên helbesta kurdî dikim ku pirtûka helbestvanê navborî ya ( ji geza sêvê min zanî ) bi hûrbînî û pir baş bixwînin.

Her weha işq û evîna welat, al, pêşmerge, rêbaz, ziman û dîrok, jî di helbestên wî de gelek diyar in.

Her wesa bang û hawara xwe digihîne Kurdan bi riya van helbestan, ku herdemî sê tiştan ji xwe re baş bikin xem mîna ( Ziman, Al û Kurdistan ), di heman demê de, di warê evîniyê de jî xweş ditajonê û yara xwe bi şêrîn şekir, kevok nav dike, û bi gula nêrgiz, nisrîn û sosin kar tîne, belê, xwe ji maçên dev û çav û lêvan jî bê par nake.

Her wesa penaberî jî li dev wî sê mêvanên bar giran hene, ew jî berf, bahoz û baran in, bi taybetî di demên ku xelik di çadir û konan de.

Heta vir û bes, ez ê ya din bihêlim ji xwendevan û hijêkerên helbesta Kurdî re, ji ber ku li nav paxçê helbestên navborî baş bigerin, gul, nêrgiz, nisrîn û sosinan li gorî dilên xwe hilbijêrin.

Her di dawiyê de ez bi hêvî me ku wî tiştekê baş pêşkêşî xwênerên xwe û pirtûkxana Kurdî kiribe, hêviya serkeftinê û berdewamiyê û berhemên bi nirix, di gel rêz û gulav û sipasiyê.

Kurtasiyek li ser pirtûk û jiyana wî :

Rojdiyar Xelef Hemê (( nivîskar û helbestvan))

Ji dayikbûyê bajarê Qamişloyê ye, taxa Qidorbeg sala 1960 , endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê ye.

Helbestê bi sê zimanan dinivîse Kurdî, Erebî, û carna bi Inglîzî jî.

Ji sala 1971 ji bajarê xwe koçber bûye, û niha li kampa Domîz bi cih bûye.

Destpêka wî di cîhana helbestê de li Helebê bû sala 1985.

Bi dehan hunermend û dengbêjên Kurd helbestên wî kirine stiran û stirandine, mîna ( Islam Zaxolî, Selah Resûl, Ihtîdal Mehmûd,  Mîdya Hiso, Sîpan Mêrkan, Aras Agir, Roken, Nûşîn, Jiyan, Gulbuhar, Îsa Ibrahîm, Hişyar Yaqûb, Besam Dêrkî, Şivan Cizîrî, Xemgîn Qamişlo ).

Heşt pirtûkên wî hene, çaran ronî dîtine û çarên din jî li ber çapê ne.

Pirtûkên wî yên çapkirî ev in :

١- قارب ورقي - شعر كلاسيكي - مطبعة كازي بدهوك ١٥ – ٣ – ٢٠٢١

2- Koçber û penaber im -  Helbestên kilasîkî

Duhok: çapxana:Gazî  - 2022 Z.

٣- بقبلات غجرية - شعر كلاسيكي وحديث - مطبعة كازي بدهوك – ٣٠ – ٩ – ٢٠٢٢

4-     Ji Geza sêvê min zanî-  helbestên Kurdî kilasîkî.

Pirtûkên wî yên ne çapkirî jî ev in :

1- Ne bext û ne zanîn helbestên kurdî nûjen

٢-  حب في زمن الجوع - شعر عربي.

٣-  البصمة البيضاء المشاكسة - قصص قصيرة جدا"

4- Landika lawêjan - helbestên Kurdî ji bo zarokan.

 

 

 

Kempa Domîz

11 – 1 - 2024 

Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 11, 2024 Rating: 5 Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê Vanês Mîranî Bê guman her dema behsa helbestên stirana...

ليست هناك تعليقات: