Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 مايو 2022

Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd

Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd

Gumlekê Alan

Bi awazên bê dengiyê

Dengê kewan

Li dor hev zîz dibin

Çipikên avê kom dikin

Ji ser gumlekê Alan

Li ser dilê zorê re

Dibûrin qada şer

Bi her teqînekê re

Em  dibin birînpêç

Gulle dibe  terazû

Çi kêlîka dibin pakrewan

Ala serkeftinê ye

Gumlekê Alan

Geşt û derya

Di pozê me re dibûrin

Zerî guliyên xwe

Bi axê dihûnin

Zeviyên kelûpel

Payizokên çav şil

Bi teyrokê diçinin

Hemî helbest û roman

Piştxûz in

Li ber gumlekê Alan.

Agir bi girnijînê vedide

Li pala şermola

Dîrok dimîne

Qermîçokên dapîran

Li gel ( Ey Reqîb ) dijîn

Li pila goriyê

Qamişlo evîn e

Xwîsiya berfê bi moran

Dengê (Beha) digihe stêran

Li Sefîn û Barzan digere

Hemêz dikî gumlekê Alan.

Li ser sînga min

Çiyayek herifî

Ji ber kuç û keviran

Ez li ber şapa zuxuran

Gihiştim binê aniya te

Şeva bûrî min xewn civandin

Hin hêsirê keserê

Di kildankan de çandin

Çend ta ji hilma ne kedî

Li ser berfê gerandin

Şeva bûrî li ser sînga min

Kuştin binê aniya te...

Şeva bûrî  Tewanekê  rûda

Dadwer kujer azad berdan

Mirîşo şandin zindanê?!

Çerxa bi fetl û dûman

Ezman û çiya û zozan

Bîn dikin gumlekê Alan.

Derfetên çaxa xwezayî

Li ser Sîpan dibeşişe

Li bin qûnaxa  tikayê

Rastî kêşeya diweşe

Efrîn.. Kobanî.. Girê Spî

Di bazaran de serkêş e

Hin bi hin, hin laşê min diçe

Fortan lê dibarînin

Hêsirên me bi wan xweş e

Her dîrok li gor hêzê dimeş e

Em jî her bextê me reş e

Sêwî li paş fêrgeh û dibistan

Berxê bavê mino Alan

Xweziya min du hêsir

ji çavên Rojava

Li ser dêmên xwe

Perwerde bikirana

Xweziya heft

Pêlên biskên wê

Li ser aniya min

Şerê sêyemîn

Lidar xistana

Xweziya tiliya min î biçûk

Li ser dêmên wê

Bi lerz û bez bana

Ezê hingî li ber bayê firê bê giranî bim

Pêsîrên dozê hiş û raman

Neviyê rojê, sembol e Alan 



Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2022 Rating: 5 Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd Gumlekê Alan Bi awazên bê dengiyê Dengê kewan Li dor hev zîz dibin Çipikên avê kom dikin ...

ليست هناك تعليقات: