Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 مايو 2022

Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif

Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif



Dibêjim: Hayku têkildarbûneke  ji ber xwe ye, 

navbera mirovan, sirûştê û civaka derdorê,

Hayku; ew derketina tîrêjên ronahiyê di nava tarîtiyê de ji qulikên nerînê ve, wek dema ji nişka ve, çirisîna çavên kitikekî di reşê de, yan çirisîna stêrkek rijiyayî  ji ezmanên jorî de, divê bigihîne kesên wergirtî  bi qasî wê matmayîbûn, jiberxwekirin û bedewiya wê çirsîna ku ji nişka ve û bi rastî çêbûyî.

Ew jî barek ji matmayîbûna ji nişka ve di carekê de belav dibe û dibe nexşek li ser rûpela giyan.

Dibêjin ma çawa bicihanîn û encamdanên hayku  çêdibin?

Dibêjim Kêliyek ronakbûna diyarkirî û bêlî ye, ji nîşkave tê wek her lerzînek ne di bîr û bala kesî de û dibe gulstêrkek bedew û spehîdar, ev dihêle ku newşekarîkirina Hayku bibe wek limêjek di nav bayê helbesta serbest û azad de.

li ser cilka wê zemawend û hevgirtina dîmen û nerîna haykîst pêk tê bi rengekî pak û zelal, û matmaybûnek seyr dipişkive. 

Hayku di ferhnga min î hundirîn de girêdayî çêja bayê ku ez dikişînim , bi reng û bêhna  xaka ku şopên xwe li ser çap dikim , bi heyva ku li bendê dimînim  bibe  li çardehê, di pistepista stêrkan di bêdengiya şevê de, di çîveçîva çûkên sibehê bi qebqeba kevok û kewê re, banga beşdariyê li min dikin, lê dema ku pencera sibihê vedikim bi revrevkên baskên xwe li hev didin û li ser sêderek nêzîk divenişin tu dibê soza careke dî bi te re didin, lê ew soz seyrek jê re divê ta ku bibe rastiyek li ber dest û çavan. 

Hayku hizkirin e, lihevhayina bi xwe û yên din re û herwiha ya herî baş û girîng bi sirûştê re

Hayku ne tenê navdêrîkirin û pesindana rewş û wêne û dîdaran e, lê pê re jî tîrêjên ronahiyê dipelîne koka giyan, dihejîne dara hestan, ronakbûnek  di dergehê xwe de vedike li ber berhem û serancamên balkêş û bedew.

Helbestên Hayku ne wekî kurte helbestên em dizanin tên nivîsandin, wekî her cure ji cureyên  hunerê aliyên wê yên tê de tên hûnandin hene, li gor pîvan û rêzikên cuda tên nivîsandin, tiştê herî girîng ku helbesta Hayku bê wate dike ku tu xwe (ezîtiya nivîskar) tevlî dîmenê ku tu behsa wê dikî, wê demê tu wate di helbestê de namîne û Hayku cuda dibe, dibe tiştekî din (kurte çîrok, bîranîn, çûrisik, kurte helbest) .... Hwd.

Di encamê de, HAYKU rengek ji rengên helbesta Japonî ye, tê de helbestvan hewl dide di riya gotinên hêsan û derbirînên gangaz hestên bicoş û kûr diyar bike, ango (kurte bêj e, lê nerîn kûr e).

helbesta hayku ji malikekê tê avakirin û ji (17)  kîtan pêk tê, li ser sê (3)    xêzan tê nivîsandin bi vê şêweyê (7,5,7 )                                          

Şert û mercên Hayîku:

* Diyarkirina demsal û werzên salê, jê re dibêjin KEGO.

*Divê deq girêdayî siruştê be.

*Lêker di dema niha (nihok) de be.

*Xwedûrxistin .

*Seyrbûn û behtandin.

*Kêmkirin û tîrkirina deqê

Ji dema ku Hayku hat pêkanîn û bû helbestek bi teybetmendiyek cuda li ser destê damezrêner û mamostê yekem Mitso Başo ji sedsala 17 an (1694_1644) ta niha, di gelek qonaxên dîrokî re derbas bû, belavbûna  berfereh ji vî rengê hunerê re di nav helbesta cîhanî de çi li Rojava û çi li Rojhilat û herwiha di cihê zayînan de, (Japoniya)  hişt ku

gelek helbestvan li ser sînor û regezên kevnar helperikin û guhertin û pêşketinên nû pêkbînin li gor çandên curbicur yên miletan, lê giyanê Hayku hate parastin ji aliyên (hesanbûn û gengaziya derbirînan, matmayîbûn û demên niha)

Çand û kultûrê miletan çêbûne ji bo bi hev re têkldar û têgerîn bin,  ne ji bo  dijberî û bevçûnê ye, nemaze di vê seqaya têknolociya pêşketî û alavên pêwendiyên civakî yên curbicur ku çand ber bi zemawndiyê ve diçin ji bo avakirina banekî hevbeş ji bo mirovahiyê.

 

Di  Gulana  2019 an de, grûpa haykîstên kurd ku me deqên xwe diweşandin li ser yaneyên arebî me hewl da ku em yaneke Hayku bi zimanê kurdî damezrînin û deqên xwe li gor çand û taybetmendiya zimanê xwe binivîsin û biweşînin; îro Yaneya Hayîku ya Kurdî vekirî ye ji helbestvan û hezkiriyên vî rengê wêjeyê  û her xwestevanekî fêrbûn û hînbûnê ...

Gurzek deqên Hayîku bi pênûsa min:

 

Spî ne,

Hêviyan dixemlînin_

Zeviyên pembo

***

Evîna dil,

Her diçe xweştir dibe

Meya kevinkirî

***

Derkirina gotinan,

li ser rûçikên gulê vedide

sorahiya şermîniyê

***

Derkirina gotinan,

Ji bayê evîniyê gur dibe_

şoreşa xuşxuşiyê ye

***

Pişt zinarekî,

bêhina wê min radikêşe;

Binefşa penabûyî!

***                          

Bihuşta xewnan,

bi tîpên navê te diherike;

Kaniya evînê

***

Pêjnên şevê,

di fincana sibihê de;

bi Qehwê re dihelin

***                             

Lêvsork,

li ser fincana sibihê_

maça destpêkirinê ye

***

Baskên pirpirîkê,

ranawestin ji reprepê

mijankên çavên min

***

Qewanek sipî,

bi sibihê re dihile_

Rokek dî...



                                                                                 

Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2022 Rating: 5 Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif Dibêjim: Hayku têkildarbûneke  ji ber xwe ye,  navbera mirovan, sirûştê û civaka derdorê, H...

ليست هناك تعليقات: