FÊSBÛKA KURDÎ - Alan Pêwend - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 مايو 2022

FÊSBÛKA KURDÎ - Alan Pêwend

FÊSBÛKA KURDΠ - Alan Pêwend

 

Bê guman di van dih salên dawî, fêsbûk cihekî baş di jiyana me de girtiye, û bûye alaveke ku me bighîne hev piştî ku xelik ji hev dûr ketin û li bajar û welatan belav bûn.

Heta radeyekê fêsbûkê cihê tilvizyonê jî girtiye ji bihîstina nûşeyan û temaşeya bernameyan, û di rêya wê re gelek mirovan hev naskirin û bûne dost û heval û hindek car jî evîndar,û ji xwedî karan re bûye alaveke ku berhemên xwe pêşkêş bikin . Herwiha gelek nivîskar û wêjevan.lêkolîner û rexenevan jî roleke berçav dilîzin,mirov dikare ji nivîsandinê wan baş mifayê  wegire .

Bi giştî em dikarin bibêjin alaveke mirov dikare sûdê jê wergire bitaybet wek em Kurd pêwistiya me ya netewî û wêjeyî û zanyarî û hişmendî zir û geleke. Dibe ku nêrîn û nirxandin ne bigiştî bin,ji ber ku ne hemû kesên vê alavê bikartînin di yek asta zanyariyê de ne.

Wek alav ji aliyek din ve  ez dixwazim xalên girêdayî miletê Kurdî bînim zimên.

Xala yekem û ya ku bêtir bala min kişandiye ew e ku  nivîsandinên rêjeyek mezin ji nivîskarên me yên kurd bi  zimanê Erebî bikar tînin, rast e gelek mijar hene dibe ku bi zimanê Erebî werin nivîsandin û ez ne dijî vî zimanî me, lê girînge ew li zimanê xwe yê dayîk  bi Kurdî jî xwedî derkevin.

Eger berî niha derfet nebûn yan jî tirs hebû ji nivîsandina bi Kurdî, niha hemû derî vekirîe ne, lê mixabin xwiyaye bêtirê xelkê ziman tenê di Siloganan de ji bo wan giringe.

Xala duyem, kesên nûçe û zaniyariyan radighînin,yan vedughêzin bêgoman ew karekî baş e  ji bo me, lê ew kesên ku nûçeyekê dibhîzin û tenê ji bo layek û komêntan kom kin yekser belav dikin bêyî ku zanibin ew nûçe raste yen na, helbet ew kes sergêjiyê ji mirov re çê dikin  ya baş ew e ku mirov têkiliya xwe biwan re rawestîne  .

Li dawiyê jî ez dixwazim bêjim ku gelek giringe em fêsbûkê û hemû alavên ragihandinê bi zanebûn û hişyarî bikarbînin, da karîbin zimanê xwe û doza xwe di rêya wan re pêşbixin û bighînin cîhan .



FÊSBÛKA KURDÎ - Alan Pêwend Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2022 Rating: 5 FÊSBÛKA KURDΠ - Alan Pêwend   Bê guman di van dih salên dawî, fêsbûk cihekî baş di jiyana me de girtiye, û bûye alaveke ku me bighîne h...

هناك تعليق واحد:

  1. يعني صار فيس بوك بالدوري كمان

    ردحذف