NANÊ XWE BIDE NANPÊJAN-Yûnis Hemê bevê Serbest - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 مايو 2022

NANÊ XWE BIDE NANPÊJAN-Yûnis Hemê bevê Serbest

NANÊ XWE BIDE NANPÊJAN


 

Yûnis Hemê bevê Serbest

 

Besê berbangê ji xew rabû, dît ku wa Sado hîna xirîna wî ye di xew de, bilez çend nuqurçik li milê wî dan û gotiyê: Raste dibêjin:

 “Gotinên  êvara ketin qulên dîwara“

Doh êvarî te got: Sibehê ez û hevalê xwe Evdo emê herin kar, va roj dike derkeve hîna taştê te nexwariye maşele kedkar giş weke te bin wê cîhan çilo ava bibe?

Rabû tena rawistiya û herdu destên xwe hejand dubare kir  û got:

"Şemê bira zewicand, Fatê were dîlanê".

Sado û Evdo kedkar in, ji zarokên xwe re dixebitin.

Sado got: Debes, bese dîsa bû lûbelûba te bi serê min de, bilez rab paporê vêxîn û çaydanê çayê bide ser ta ez cilên xwe li xwe bikim û bêr û kevçiyê heriyê ji min re deyn devê derî da ji bîr nekim.

Sado bilez taştê xwar û pariyê xwe nîvcûtî daqurtand, alavên xwe yên kar hilgirtin û berê xwe da mala Evdo. Teq... teq, li derî da, hevjîna Evdo Helezê ji hundur ve: Kî ye... kî ye?

Sado ez im, derî veke, wî birê min Sado ye! Va hatim, serçava fermo ke derbas be.

Lê hîna birakê te di xew de ye, Evdo bi dengê Helezê û Sado şiyar bû, malxirabo çi li te qewimî? Berî rojhilat vê siba zû bi kû de herî? Hîna peymanbest di xewa şêrîn de ne, tu zanî modêla nuha katjimêr 10 milet ji xewê radibin bi taybetî kesên dewlemend, emê vê berbangê li kolanan li çî xwe bigerin?

Sado erê bira tu jî nuha bû hoste piştî demekê tê jî bikeve nava qata maldaran, navê te jî wê bibe hoste Evdela debaş e belkî carekê tu bi otombîla xwe rahêje me.

Lê ez bi tirs im ku tu jî wek hinekan bê guhertin û pif ewra ke, ji ber hatiye gotin: "jiyan ramanê dafirîne û destnîşan dike".

Evdo got: De bes e looo! Hivqasî serî li min mezin neke ez bi tirs im ku di karê xwe yê nû de ne serkeftî bim, ji dema ez bilokan li ser hev .. datînim destên min dilerizin û ev şêwe pir ne baş e.

Sado: Na… na, netirse hoste di destpêkê de tev wisa ne, hinekî mêraniyê bide xwe.

Helezê bang da Sado, Evdo taştê amade ye werin bixwin.

Ha hew.. te nego taştê qeymaxê gamêş û hingivê Mûşê ye, mane mastê dikana Masûm e û nan jî yê nanxana Emînko ye.

Sado dibêje: Helezê em çibikin bira ev bidest me dikeve, hatiye gotin:

"Zikê têr be bera ji qaşilî dêr be".

Sado got: Min taştê xwariye.

Evdo bilez rabe ser taştê da em herin bi oxira xwe de, li kolana Firdewsa mirovek heye dibêjinê Bavê Hina dîwarê hewşa wî ketiye, dixwaze nû bike roja doh rêkevtin di navbera min û wî de çêbû ku em dîwar ji nû ve lêkin, min jê re got: Hostakî pir zîrek heye tu dikare bêjê endazyar e, ji ber pir karê wî dûzankirî ye ew jî bi wan peyvan kêfxweş bû.

De bilez rab çûka li ser davên me daniye, mêrik dewlemed e wê bêrîkên me ji pera dagire.

Lê divê karê me durust be, Evdo her serê xwe ji Sado re dihejîne, lê bi tirs e, dudilî ye, di hûndurê xwe de dibêje: ez bi tirs im wek Ehmedê dîna li min bê, sê salan berê dîwarê sofî Qadoyê gundê Miftî lêkir berî ku bi dawî bibe ji milet re got: Xwe bidin alî wê dîwar bikeve ji ber ku xwar e, piştî kêlîkekê birastî dîwar ket bi ser hinek zarokên taxê de.

Hahakê bilez ew hewarçûnî nexweşxaneyê kirin, lê şensê Ehmedê dîna baş bû kesek ji wan nemir, wa Xwedê tu min biparêzî ..!!

Sado got: De rabe alavên lêkirinê bide serhev tu tiştekî ji bîr neke, tereazû, şaqûl, benê lêkirinê û kevçî, niha mêrik li hêviya me ye.

Helezê got: De rabe Evdo ne ji suruşta te ye ku tu li kar sist be, ez dibînim  îro tu dudilî yî Evdo: Na… na ya Xwedê va ez rabûm.

Belê carên berê Evdo li pêşiya Sado disûrikî dema diçûn kar, lê vêcarê Sado li pêşiya wî bû.

 

Gihan kolana Firdewsa dîtin ku vaye bavê Hina li bendî wan e, hûn li kû man? camêrno vaye pêdiviyên lêkirinê tev amadene, çemento, qûm, av û bilok, de keremkin taştê bixwin, bi hev re herdiwan gotin:

- Na… na em bi taştê ne, dêmek, ezê biçim  firoşgeha xwe û min temînî li diya Hina kiriye, ji bo firavînê, ez dikim bimeşim, bi xatirê we, bavê Hina dibêje. Evdo  û Sado dest bi karê xwe kirin benê xwe kişandin cihê ku bavê Hina ji wan re nîşan kiribû her yekî ji wan dest  bi karê  xwe kir.

Sado heriya çemento amade kir, Evdo jî benê xwe rast kir li herdû seriyan mîxên xwe kutan.

Sado bi kêf e, Evdo xemgîn e, bi xwe ne ewle ye, Sado mîna dismalka ser destan diçe û tê, geh bilokan dikişîne, geh heriyê û yekcaran jî nava bilokên lêkirî dadigire, hercar ji Evdo re dibêje ev bilok xwar e yê din jî derketiye derveyî rêzê.

Evdo binase ku bînteng e, hinekî tengijî ji têbînên Sado, ji nişka ve got: Bes e yahoo ma tu hoste yî yan ez, kerem bike were cihê min, xwiya ye tu pir zêdegaviyan dike li ser min.

Sado kir kirtîna gêzerê, nema axivî û hêdî di ber xwe de got: bi cehnema te kirî, xwene ez hoste me yan tu, berpirsiya te ye, bi vî awayî karê xwe berdewam kirin, Sado nema tengî Evdo bû.

Evdo jî bi lezgînî û bîna teng karê xwe kir ta danê êvarî, lê mixabin dîwar xwar çêbû û bilok yek li derve ye û yek li hûndur e.

Evdo û Sado li rex dîwar çûn û hatin û bihev re naxivin, her yekî li alîkî dîwar ser qelavîsa rûnişt, çixara xwe pêça û vêxist mîna dûmana meha mijdarê dûmana çixarê serserê Evdo bûye kom, herdû jî rênêrîna bavê Hina dikin, lê wê çi bersivê bidin.. nizanin!

Berî roj here ava dîtin ku waye bavê Hina du kîsên mêweyan bidestên xwe hilgirtine û bilez ji çarşiyê tê, lê her çavê wî li dîwêr e ka çawa ye?

Dema giha ba dîwar û dît bê çawa hatiye lêkirin bê silav bi ser Evdo û Sado de zîvirî, dît ku herdu dipûnijin û darikên xwe di nava axê de didin.

Bavê Hina herdû kîsên mêweyan danîn ser zemînê û xwe li ba kir destê xwe hejandin got:  Xwelî li serê min be, çawa min bi penda bavpîrên me Kurdan nekir dema digotin:

"Nanê xwe bide nanpêjan bera yek zêde be".

 Bi axaftina bavê Hina û dengê qube dapîra wî derket derveyî hûndur, temaşe kir û got: Wax li minê ev çi dîwarê xwaromaro ye? kanî hoste? Sado tiliya xwe ber bi Evdo ve kir bê axaftin, pîrê hino hino tengî Evdo hat û lê temaşe kir, diyar bû ku çavên Evdo ji zikmakî ve hûrbûn, lê dema ku ditengijî bicarekê re  dihatin girtin, pîrê ji kurê xwe re got: Evê kor çawa wê dîwaran lêke?

Evdo pir tengijî û ji cî çeng bû, bilez û bez da rê, lê ferek ji pêlava xwe hişt, bavê Hina bi xemgînî û dilê şewat got:

- Birayê Sado em xaçperest xelkin dilovan in, fermoke hinek pere ji bo zarokên we, îro birçî nemînin û pêlava hevalê xwe bigihînê, û temîna min li te bî vî endazyarê xwe careke din nebe ser şêniyên biyaniyan, ez bi tirs im ku hûn li kesin zirçone,  zirezop rast bên, wê hilê we, li ser milê we kin, û dibe derbin dijwar li we bidin.

Sado got: Bi soz ezê sê daxan li destê xwe bidim da ez ji bîr nekim, nema ez Evdo bibim ser karê xelkê wek hoste, bêguman ez şaş çûm, lê ezê bikim guharek di guhê xwe de.

  


NANÊ XWE BIDE NANPÊJAN-Yûnis Hemê bevê Serbest Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 04, 2022 Rating: 5 NANÊ XWE BIDE NANPÊJAN   Yûnis Hemê bevê Serbest   Besê berbangê ji xew rabû, dî...

ليست هناك تعليقات: