Rabindarnath Tagore Helbestvanê evîn û siruştê 1861z-1914z - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 11 ديسمبر 2018

Rabindarnath Tagore Helbestvanê evîn û siruştê 1861z-1914z


Rabindarnath Tagore Helbestvanê evîn û siruştê 1861z-1914z


Ji bo çi Şemala min vemirî ?
Min Şalê xwe girtiyê
Çunkî min xwest ez wê ji bayê biparêzim
Çima kulîlka min çilmisî ?
Çunkî ez li ser bitirs bûm, loma min wê bi hêz bir ber dilê xwe 
Çima ava çemî zuha bû?
Çunkî min rûbar danî, da tenê mifayê jê werbigirim 
Çima mûyên Tembûra min qetiyan ?
Çunkî min xwest dengê wê xurtir bikim.
TAGORE stêreke li ezmanê cîhanê çirûsk dide, çiriskên wê ronahî û germahiyê dide, û siruştê dixemlîne, muralê hejar û bindestan bilin dike, berû jiyanek bedew û xweş û şîrîn dibe.
Tagore ne tenê helbestvanê gul û kulîlkan bû, belê ew wêjevan û hozanvan, şanonivîs û wênebaz bû, ew fîlosofê avakirina jiyanek wekhevî seranserê cîhanê bû mȋna BÎDBA û GANDHI.
Ne tenê li Hindistanê evîn û xweşiya jiyanê dafirand yan dijî dagirkeran radiwesta, lê li hemû qada cîhanê helbestên wî dibûn nameyên evîndaran û siloganên bindestan .
Rexnegîrê cîhanî ROMAN ROLAN weha dibêje: ``dema tu nêzîkî Tagore dibe ji te weye ku tu di Mêjgehekê de ye, birêz û nermî daxive, û dema tu kûr lê dinere di rûyê wî de tu xwe dibîne beramber mûzîqeyek xemgîn…`` .
Tagore kete dîrokê de ji hemû deriyan ve,  rahişte efsanên Hindiyan ew kirin nameyên raman û hişmendiya mirovahiyê, loma bû simbolek seranserê cîhanê .
ENDIRÊ CÎD nivîskarê fransî dibêje ``ez bawer nakim ku di wêjeya cîhanê de şêweyek xweş û pak wek a TAGORE ku min pê xweş e girî  û hem şad bibim, tişta ku min dikişîne matmayê ew têrbûna helbestên wî ku çawa dikarî pêzanînên Birahmatê ya ku hewqa asteng û tarî bike ronî û şadî… ``
Bavê wî bandorek mezin di jiyan û fêrbûna pêzanînên Benîgalî, di hest û ramanên wî de peyda kirin da ku wek mirovek serbixwe ligel taybetmendiyek wî di  jiyanê de hebe, loma ew şande welatê INGILÎZ, li wir cara yekem wêje û hunera beyanî naskir piştî xwendina hin berhemên wêjevan û nivîskarên mezin mîna ŞIKISPÎR, MELTON û WILYAM BILÎK û hinên din yên ku paşmayên wan diyar in di rûpelên dîroka wêjeya cihanî de.
TAGORE kul û kederên wî ji mêj ve ne, dema ew çardehsalî bû, ew pêwistî haye û perwerda dayika xwe bû, mixabin  dayika wî çû ber dilovaniya Xuda, ew wek mendalek sêwî, kul û keder pê re jiyan.
-Dayê ezê bi rondikên kulên xwe
Ristikên Durr û Mircanan
 Gerdena te bixemlînim
Erê fenera ku şevên tarî 
Li pêş min ronî dikir
Îro vemirî
Va ezê kul û derdên xwe
Ji bo xwe hilînim.
Her weha TAGORE nikarîbû bê hêvî jiyana xwe berdewam bike, cihek taybet ji xweşî û şadî di jiyana wî de peyda dibe wek  malxwê bi hevjîn, keç û kuran.
Xweşî hat li ser canê min
Ji hemû aliyên cihanê ve
Ez diramûsim ta jiyan hişyar bibe
Eger Havînê zûka xwe gihand
Hest û bihna xwe bi ciwanî 
Bide û berde di hindirê  henaseyê de
Mûzika can ku bi ciwanî û bedewiyê diyar bike
Ew hevjîna min e 
A ku şemalka min vêxist û ronî da
Derdorê mala min .
 Mixabin şîn û şadî bi êk re heval in, lê para mezin a wî ji şîniyê ye.
Di demek kurt û di pey hev re navbera salên 1902-1918 an, rewşek xirab biser de tê ew jî mirina hevjîn, keç, kurek û bavê wî bû, van bûyeran hema ti nema bû jiyana wî tine bikin, lê wek bîrewerekî bi semax karîbû raweste, û weha dibêje ``Ev bahoza ku bi ser mala min de hat jin û zarokên min ên wek gul û kolîlkan revandî, li nik min bû qizincek dilovanî da ez bi kêmasiyên xwe agehdar bim da berû pênasiyê ve biçim û binasim  ku cîhan ti pê nayê dema tiştekî winda bike``.
Her weha wî dizanî ku ew wek guleke pelên wê yekeyek jê diweşin yan jî wek mirina  berhemek gihayî  xwarinê, ser wilê jî ma xweragir bi baweriya wî bi Xuda ê ku bavê wî wek paşma jê re hişt û taybetmendiyek mirovahî jê re çê kir .

GANDÎ gelek caran amaje bi straneke wî dikir û digot:
Ez im ew bixûra ku neyê şewitandin 
Bihna miska wê dernayê
Ez im ev çira ku vênekeve 
 Ronahiyê nade dinyayê 
Wek me gotî TAGORE ne tenê Helbestvan bû, lê belê gelek çalakiyên wî ên cûrbecûr hebûn ji bilî wêje, huner, awaz û mûzîkê, wênekar û wênebaz bû xwedî berehemek zor ji tabloyên wêneyan ku hijmara wan bihtirî 3000 tablo  bi şûn xwe de hişit.
Ji mirinê qet ne ditirsa û her demî ew amadebû piştî temenê wî gihişte 80ê salî weha got: 
ez dizanim wê rojek bê nema vê xakê bibînim
hêdî hêdî jiyan xwe ji ser canê min bar dike
li hêviya perde li ser çavên min bên raxistin
wilo jî wê Stêr di şevan de biçirisin û bimînin hişyar 
ta  elend careke dî xwe berhev bike
her weha jiyan berdewam e wek pêlên derya 
dirahêje xweşî û nexweşiyê.

Birahîm Qasim      
Rabindarnath Tagore Helbestvanê evîn û siruştê 1861z-1914z Reviewed by Niviskar on ديسمبر 11, 2018 Rating: 5 Rabindarnath Tagore Helbestvanê evîn û siruştê 1861z-1914z Ji bo çi Şemala min vemirî ? Min Şalê xwe girtiyê Çunkî min xwest e...

ليست هناك تعليقات: