HIN PEŞKÊN SAR-BAVÊ SEMYAN - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 11 ديسمبر 2018

HIN PEŞKÊN SAR-BAVÊ SEMYAN


HIN PEŞKÊN SAR-BAVÊ SEMYAN - HELBEST


Xwendevanên hêja: bê guman ku ziman giringiyeke wî ya taybet, di hemû cihok û șaxên hebûna gelek gelan de heye, ji ber ku miletek zimanê wî yê taybet û cuda nebe, yan winda û berze kiribe; di wê hindamê de nabe miletekî xwedan xî û xîset û dê hemû xîsetê wî miletî yê zomeyî bi zimên re biçewise û berze bibe. Lêbelê gava zimanê wî yê dayikê hebe ewê mafê xwe yê siyasî, civakî û ramyarî ji metirsî û çewisandinê biparêze. Herweha mirov dikare di alûleyên zimên de li ser șêweyekî rast û durist, xwe bide radan. Lê gava mirov bikeve pîvanên duristiyê, di heman demê de civak bi pêș dikeve û komeleyên wê civakê bingeheke hînwerî û ramyariyên tund ji bo xwe didin radan. Lê ligel van pêpelînan hemûyan û berdestkirina wan ji civakê re, azadiya wî gelî û rizgarbûna welatê wî bicih tê.
Lê ziman bi xwe jî arincekî belav û lêmișt e û aravekî tîr e ji bo belavkirina zomeyiya miletê cîhanê . her wekî em dizanin û dibînin mirov dimire û ol tête guhestin, lêbelê ziman dimîne zindî ligel jiyanê . lê gava mirov kûr li ser biponije, tête diyarkirin ku dezgeha yekane ya zimên pê tê parastin û ew bi xwe jî toreya gelan e. herweha tore gelek cihok û șaxên wê hene, di bingehê de.
Lê miletê me yê Kurd, ji hêla kiltûra nivîsandî, bergeh, çapxane û pirtûkgehên xwe ve xizan û lawaz e, tevî ku miletê kurd xwedan dîrokeke dûr û dirêj e di xî û xîsetê xwe de. Di hemû babetan de, her wekî qalikekî kawî û pûç e, ji aliyên awirên.
HIN PEȘKÊN SAR
toreyî ve, gava mirov li rewșa toreya cihanî temașe dike ku çawa tête diyarkirin ku
mirov çendî li ber xwe dide, xebatê dike ta ku miletê xwe dane di rewșeke pêșajiwî de û di rêzê de cih bigire.
Lêbelê ji ber ku bendika me li ser helbestê ye, emê li ser bipeyivin:
Helbest bi xwe, yek ji wan cihokên boș û zengîn e, ya ku avê berdide li ser gola toreya gelan û mișt dike, ji pêjiwên wêjeyî yên lîloz û rengereng.
Lê helbest bi xwe, ji hev cuda tê bi rengrûdanên xwe ve. Gava helbest bikeve di bin mercên pîvanan de, hingî hêza helbestvan tê nasîn. Lê belê mercên helbestê ne tenê pîvanên toreyî yên kûr in. helbest ji gelek aliyan ve, tê nirxandin: pêlewaz, wêjeyên zengîn, peyv, qeșengerî, spehîbûna wêneyên wê yên wêjeyî û keșxebûna bingehîn ya helbestê û ev hemû jî bi hev re helbestê yekser dikin.
Lê helbestê cihekî xwe yê taybet û giring di nav dîroka toreya kurdî de girtiye, ji ber ku malzaroka çand, kiltûr û lêmișta wêjeyî ya civakên cihanî ye.
Heger em li helbesta kurdî binêrin, diyar e ku stûna herî giring e ku civak li ser pal dide.
Stran bi hemû core û nifșên xwe, rewșa aborî, siyasî, ramyarî û peywendiyên mirovayetiyê tê de diyar dibin, lê mixabin di vê dema me ya îro de, helbestvan hene; lê xwendevanên helbestê kêm in.
Yek ji wan helbestvana jî, helbestvanê me yê hêja " Bavê Semyan " e……….
Loriyê TILDARÎ

Pirtûk : Hin Peșkên Sar
Babet: Helbest
Nivîskar : Bavê Semyan
Hûrbȋniya rênivȋsê: Ronȋstêr Mȋrza
Tîplêdan û derhênan: Ronȋstêr Mȋrza
Nexșekêșana qab: Hisên Omer
Çapa duyem : 2015z. 500 Tȋraj.


HIN PEŞKÊN SAR-BAVÊ SEMYAN Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 11, 2018 Rating: 5 HIN PEŞKÊN SAR-BAVÊ SEMYAN -  HELBEST Xwendevanên hêja: bê guman ku ziman giringiyeke wî ya taybet, di hemû cihok û șaxên hebûna g...

ليست هناك تعليقات: