Mihemed Qere Hesen-BAJARAV - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 13 ديسمبر 2018

Mihemed Qere Hesen-BAJARAV


Kurtejiyan

Mihemed Qere Hesen li gundê Memala, piyê Reco, herêma Efrînê sala 1963 an ji dayîk bûye. Li dibistana gund a
seretayî xwend, û li bajarê Helebê ra amojgeha acetên çandiniyê xwend. Di paş re bû karmendê dewletê ra teqawîtbirê û li Helebê rûniştiye. Di gelşa Sûryê de li gund û bajarê Efrînê rûnişt, û niha jî li Helebê dijî. Di dest pêka ciwaniya xwe de ferî zimanê kurdî bû, û hêj pê mijûl dibe.Li despêkê helbest nivîsandin û hêj berdewame û di mihrecanên helbestê de beşdar dibû. Di ber re kurteçêrokan jî dininivisîne.

Berhemên xwe di kovar û rojnaman de belav dibin. Sê pirtûk ra niha çapikirine:

1-Babjarê Evînê. Şanoyek wergerandiye 1997 an
2- Vedenga Xwînê kurteçêrik e, çend hejmar li Efrînê jê hatin kişandin:'' copîkir
3- Nalîna darên zêtûnê li Almaniya 2018 an bûye.


Ji ber pêşgotinê ve  

Milet û gelên cîhanê tev, di ajotina şahristiniya mirovan de, û parastina hin gerdîşên rind û pak ji nifşên nûgiha re, bi riya hemû cureyên ragehandinê û nemaze yên nivîsandinê xwedî pişk û par in. Eger hin ji gelan, bi alîkariya gernasên xwe, ji yên din di vî warî de, bi hêztir û xurtir bin jî, bila bin. Ev yeka, tiştekî nuh peydanake, û vê rastgoyê ji cih nahejîne. Tor û wêje, bi her şaxên xwe ve, pêma û kelepûra netewayetî, ya ji nav hatiye der rengvedide, û şahî, şîn, êş û birînan bi her awî raberî kesan dike, û rê û deriyên dermanan şanî mirovan dike. Miletên di keftelefta xwe de biserketine, hemû çek bikarhanîne, pir derî kutane, rahêjtine baran û dane ser milan, cefakêşî kişandin, ji ya xwe ne mane, gihane mirazên xwe, û hê jî, ew pê de diçin. Weha jî, gelê me yê kurd e, pir jan kişandine, çavsorî û zikreşî dîtine, gelek xişim û bêtar lê hêwirîne, û neyar li ser sîngê me rûniştiye, welatê me parçekiriye, û deriyên jiyanê li  me girtine û kilîtkirine. Disan jî, ew mêrxwezên me ji ya xwe nemane û danegerîne, hê jî ew berxwedidin. Xebatkarên me, dixwexebitîne, doz ajotine û çekên nûjen nola beşên wêje ji helbest, çîrok, şano, roman, û ..h .w.d  bikarhanîne.....
    


Mihemed Qere Hesen-BAJARAV Reviewed by Niviskar on ديسمبر 13, 2018 Rating: 5 Kurtejiyan Mihemed Qere Hesen li gundê Memala, piyê Reco, herêma Efrînê sala 1963 an ji dayîk bûye. Li dibistana gund a seretay...

ليست هناك تعليقات: