Konferansê Navdewletî yê Kurdlojîyê li Almatayê - Qazaxistan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 15 يوليو 2026

Konferansê Navdewletî yê Kurdlojîyê li Almatayê - Qazaxistan


Konferansê Navdewletî yê Kurdlojîyê li Almatayê - Qazaxistan 


Bi dirêjahiya zêdetir ji sed salî, Kurdên Soveyta berê û heta niha, rolek mezin di kesayetiya Kurd de dane meşandin, li ser destê wan yekem komara Kurdistan li Qefqasayê hatiye damezrandin bi navê (Kurdistana Sor).

Her weha ji nav wan kesayetiyên mezin, dîroknivîs, siyasetmedar, zimanzan, hunermend, stranbêj, mûzîkjen û behremend peydabûn.

her dîsa li ser destê wan yekem konferansê kurdlojîya li sala 1934an li ser binemayek zanistî bo lêkolînên ziman, dîrok, edebiyat û mîrata kudî hatbû lidar xistin.

Îrojî, di 15ê Tîrmeha 2026an de, Rewşenbîr, zanistyar û akadîmîstên kurd li bajarê Almatayê paytexta rewşenbîrî ya komara Qazaxstanê kom dibin, daku rêbaza bav û bapîrên xwe berdewam bikin, ne tenê bo saxbîrîkirin û parastina çanda kurdî, belku bo pêşxistin û nûjenkirina wê, daku bikin çandeka zindî, berhemdar û pir ji dahênan û afrandin, ya karibê ligel serdemê biguncê û heman dem nasname û resenîya xwe biparêzê.

Ezmûna kurdên Soveyta berê nîşan dide ku çand tenê mîratek nîye ku bihête parastin, belku projoyeka şaristanî ya berdewam e, ku nifş li dûv nifşekî pêkve kar dikin û dixebitin ji bo avakirina siberojek hêja û şayîste bo gelê kurd û çanda Kurdî.

Konferansê zanistî yê li ser navê "Ziman, Dîrok û Wêje: Pirsgirêkên hevdem û pêşveçûnên lêkolînên Kurdî", wekî Mamosta Hejarê Şamil li ser rûpela xwe ya Facebookê daye diyar kirin, ku wê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ya Navneteweyî, Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê BERBANG, Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê û Weqfa Pêşvebirina Çanda Kurdî ve dihête organîzekirin.

Dîsa mamosta Hejar Şemil daye zanîn: ku Konferansê Zanistî yê Navneteweyî li ser Kurdolojiyê tê lidarxistin.

Her weha daye zanîn ku dê gelek zanyar beşdar ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Qazaxistan û komarên din yên Sovyeta berê beşdar binin û dê li ser lêkolîna ziman, edebiyat û dîroka kurdî bisekinin.

Her weha ku têkiliyên çandî yên Qazax û Kurdan jî dê yek ji mijarên sereke yên konferansê bin.

Panêlên konferans li gorî Mamosta Hejar Şemil daye diyar kirin ku dê bi beşdariya çend zanyaran be û bi vî awayî:

1. Letîf Memmed Brukî – «Babetên bi pirsgirêk di dîroknivîsî û etnografiya Kurdî de»

2. Kamîz Şeddadî – «Dewletbûna Kurdan di çavkaniyên kevnar û serdema navîn de»  

3. Yehuda Ben Yousîf – «Li Îsraîlê civata Kurdan»  

4. Behrooz Shocaî  – «Bingehên Epistemolojîk ên Siyaseta Zimanî»

5. Michiel Leezenberg – «Destana 'Mem û Zîn' a Ehmedê Xanî wekî berhemeke wêjeya neteweyî û dinyayî»

6. Jan Dost – «Xanî û ziman. Rola zimanan di avakirina nasnameya neteweyî de»  

7. Awat Mihemmed Osman Gelale – «Asîmîlasyon wek gefek neteweyî û rêbazên derbaskirina wê»

8. Ananyêva Svêtlana Vîktorovna – «Civaka nav-edebî wekî pergaleke dînamîk a pêwendiyên navbera edebiyatan (di çarçoveya têkiliyên edebî yên Qazaxî û Kurdî de)»

9. Mehmed Emîn Îkbal Durre – «Rastîyên nû li Rojhilata Nêzîk: Veguherîna ji jeopolîtîka "klasîk" bo jeopolîtîka "rexnegir»

10. Nesîm Sonmez – «Pirsgirêkên hînkirina ziman û edebiyata kurdî. Mînak: li Tirkiyeyê di serdema îroyîn da»  

11. Hesenê Evdoyê Elî – «Kurdîya Modern: Pirsgirêk û Perspektîf» 

12. Murad Şamilov & Hesen Celîlov – «Rewşa civakî û aborî ya Kurdên ku di salên 1937-1944an de hatin koçberkirin bo Qazaxistanê: analîzeke dîrokî-siyasî û lêkolînên nûjen».

13. Êrjan Alaştûgan – «Têkiliyên çandî yên Qazax û Kurdan»

14.  Firat Sozerî – «Di gravûran de temsîla Kurdên Qefqasyayê»  

Moderatoran: Hejarê Şamil, Îbrahîmê Filît Mamêdov, Meyana Hesen Nadirova, Firat Sozerî.

Di dawiya konferansê de danasîna pirtûkan pêk were: "Kurdan. Destpêka Rêya Dîrokî" ya Letîf Memmed Brukî, "Ragihandina zimanî ya gelê Kurd (Kurmancî) çawa dest pê kir û berfireh bû? " ya Hesen Ramoşî, "Materyalên Konferansa Yekem a Kurdên Qefqasyayê" (amadekar: Hejarê Şamil) û "Evîna Min" ya Kinyazê Mecîd.

Raport: Ebudûlazîz Qasim  

Konferansê Navdewletî yê Kurdlojîyê li Almatayê - Qazaxistan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 15, 2026 Rating: 5 Konferansê Navdewletî yê Kurdlojîyê li Almatayê - Qazaxistan  Bi dirêjahiya zêdetir ji sed salî, Kurdên Soveyta berê û heta niha, rolek mezi...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: