Bêdengiya Mirovên Rewşenbîr û Dengvedana Yûtyûberan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

Nû
الجمعة، 9 أكتوبر 2026

Bêdengiya Mirovên Rewşenbîr û Dengvedana Yûtyûberan

Bêdengiya Mirovên Rewşenbîr û Dengvedana Yûtyûberan

Tewfîq Sînan



Li her welatekî ku ceng tê de peyda dibe, pêrepêre sîstema sincdarî tê rûxandin û çirîskên tevhevî û hinerên bêhempa rês dibin, û ew welat ji serdema geşbînî dadigere ber bi serdema reşbînî û ber xwariyê ve. Helbet agirê nicadperestî, olperestî û durûtiyê li wê navçeyê wê pir berbelav bibin û erdnîgariya wê herêmê an wî welatî ji kîn, zikreşî, dexisî û çavnebarî wê tijî bibe, û hêdî ewlekarî û hêminî di wê navçeyê de yeka dê kêm û winda bibe, lê rewşa xirabtir û ajawe ew e ku kesine nezan, bedkar, bêkêr û qure rêveberiya ragihandin û toreyên mîdyayê di şûna kesên rewşenbîr û şareza de digirin, û ji wan kesan ve  ku ew bûne tewereya gerdûnê.  Pîverên ragihandinê yên sereke gelek in û yekemîn pîver ew e ku hemû hemwelatiyên welatê ku agirê cengê tê de gur bûye ji kuştin, dîl, tunekirin û tundiyê parastî bin û ev pîverine ji rêjeya 10% bi gelemperî bi cih nayê ji ber ku di evan rewşên awarte de pir rewşenbîran xwe dane paş û li erkedariya ji wan dihat xwestin xwedî derneketin, ew rewşenbîr wekî kesê hest bibe ku ew welat ne welatê wî bû û xwe li wî welatê bêxwedî mêvan didît û evî kesê qerqode gelek quretiyên belaş dikir û çaxa ku serî li serî geriya, bixarka koça xwe bar kir û pê re yekser ji qunaxa mêvandariyê derket.

Diyar dibe ku ew mînaka  rewşenbîrê ku me anî bû ser ziman tenê ji bo navûdengekî xwe amade kiribû û helbet ne ji bo rojeke reş ku bi ser welatê wî derbas bibe û hewl bide ku reha  jiyanî ji welatê xwe yê bihinçikandî an lawazkirî bijenîne. Helbet ne ji hezkirin an rumetekê ev rol bikar tanî, Çimkî ji sedema kêmaniya wî rewşenbîrî ku di ber erkê xwe yê netewî ranebû, derfet ji yûtyûberên ku li paş ezmanê hişîn, vekir, û evî yûtyûberî ku xwe di şûna wî rewşenbîrê newêrek dît û ji sedema pêlkirina layk an seyr li ser rûpela xwe ji aliyê şopînerên neneas ve dît, sînorên behremendiya bedkarî û axaftina tevheviyê li ber wî vebûn, bê ku pabendî pîverên ewlekariyê bibe, nexasim dema ku qada siyasî ya dewletekê di coyên veşartî de pişgiriya wan dikin, di wir de debarî ji tevhevî, zikderî û bêbaviya wan re namîne.

Kesê rewşenbîr rola wî çi ye:

Pêşî wek me anî bû ser ziman pêwîst e her kesê ku xwe rewşenbîr dibîne parastina nasnameya xwe ya netewî bike û xwedî li rexneya avakirinê derkeve daku welatê xwe bi bingehînên durist ava bike û dijî rexneya rûxandinê bisekine ya ku dihêle hemû binyatên qenc û durist biherife û li ser xaka xwe pêdar û xweragir bimîne û bi miletê xwe re xweşî, nexweşî, êş û azarên kelovajî bijî, û girêdayî civak û kesûkarê xwe be daku xwesteka wan binase, û diva be ku bandora her rewşenbîrekî di tewereya ku ew tê de dijî bi awayekî çalak karîger be.

Li gor berjewendiyên welat û miletê xwe jiyar be. Derew, bêbextî, neheqî û veşartina rastiyan tune bike û gotina rastî li ber her serdar û bindarekî baxive û serencamên wê derheqiyê bi dilekî fireh werbigire daku ew rewşenbîr bibe mûmeke vêketî ji nifşên li pey xwe re û welatekî li ser zanist, bîrwerî û hişmendiyê ava bike û ev tişt wê xakek rind û berhemdar be ji bo jiyarek bi hezkirin, rêkeftin û dadmend ava bibe. 

Bêdengiya Mirovên Rewşenbîr û Dengvedana Yûtyûberan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 09, 2026 Rating: 5 Bêdengiya Mirovên Rewşenbîr û Dengvedana Yûtyûberan Tewfîq Sînan Li her welatekî ku ceng tê de peyda dibe, pêrepêre sîstema sincdarî tê ...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: