Ebdulhekîm Mihemed - Rêziman (cînavk)
Weke ku ji nav tê xwiyakirin, di
kurdî de, cînavk li şûna navan bikar tên, lewra ''cî navk an cih
nav'' jê re tê gotin, yanî ew tiştê ku cihê nav digirê.
Di cînavkan de zayend û jimar jî
hene.
Mînak: Kamîran Bedir-Xan rêzimazanekî kurd e.
Ew rêzimazanekî kurd e.
Mamoste bi şagirtan re daxivê.
Ew bi wan
re daxivê.
Eynûr bi Çîmen re diçê dibistanê.
Ew bi wê re
diçê dibistanê.
Ew bi hev
re diçin dibistanê.
Zarokan qerebalix dikir.
Wan qerebalix
dikir.
Kê qerebalix
dikir?
Zarokên ku qerebalix dikirin westiyan.
Cînavk heft cure ne, ew jî ev in:
1-
Cînavkên kesane
2-
Cînavkên şanîdanê
3-
Cînavkên arzî
4-
Cînavkên pêgih
5-
Cînavkên pirsyariyê
6-
Cînavkên nependî
7-
Cînavkên jimarînCureyên
cînavkan
Cînavkên
kesane
Ev cure cînavk, cureyê herî giring e
di nav cînavkan de û mijareke berfereh e, cînavka kesane timî cihê navan digirê
û ew girêdayî ye bi lêkerê ve, di hevokê de nivîsandina wê pêwîst e, cînavkên kesane bi xwe jî ji çend beşan pêk tên.
Beşên cînavkên kesane ev in: '' xwerû, tewandî,
kit, bireserî, vegerok û guher (berbihevî) ''.
·
Cînavkên kesane
ên xwerû
Timî cînavkên kesane ên xwerû girêdayî ne bi lêkerê
ve, di hevokê de cînavka kesane a xwerû pêwîst e, lê em karin wê rakin û
bavêjin dema ku, di hevokê de, gelek lêker bi heman kiryarî bin.
Mînak: ew ji gund
hatin, çûne bazarê û vegeran.
Cînavkên kesane ên xwerû şeş in, ji wan du peyver, du
bihîzer û du nediyar in, sê kit û sê kom in, cînavkên kesane ên xwerû ev in:
|
|
Kit |
kom |
|
Peyver, kesê
yekemîn |
Ez |
em |
|
bihîzer, kesê diwemîn |
Tu |
hun |
|
Nediyar, kesê siyemîn |
Ew |
ew |
Cînavkên kesane
ên xwerû bi lêkerên têper û têneper re tên û ew du rolan dileyizin; hem kiryar
û hem jî bireser.
-
Di dema niha
(nihok) û bê (pêşedem) de, cînavkên kesane ên xwerû bi lêkerên têper re timî
kiryar in.
Mînak:
Ez derman
difiroşim.
Ew Perîn dibê
malê.
Hun çi dixwin?
Tu yê (tê) Alar
bilorînê?
Ewê wî bibînin.
Wek ku ji van hevokên jorîn xwiya ye, cînavka xwerû timî kiryar e di
dema nihok û pêşedemê de.
Di hevoka yekemîn de; '' ez '' kiryar e; '' derman '' bireser e; ''
difiroşim '' lêker e.
- Di dema bihûrî
de (buhêrk), cînavkên kesane ên xwerû bi lêkerên têper re timî bireserên durust
in.
Mînak:
Perîn ez birim malê.
Min tu dîtî.
Elend ew
dihejand.
Narînê em
dixapandin.
Dilgeş ew fêr
dikirin.
Di hevoka yekemîn de; ''Perîn'' kiryar e; ''ez'' biresera durust e;
''birim'' lêker e; ''malê'' hokera cihkî ye.
- Di hemû deman
de, cînavkên kesane ên xwerû bi lêkerên têneper re timî kiryar in.
Mînak:
Ez çûm.
Ez diçim.
Ezê biçim.
Ew difirê.
Hunê bikevin.
Ew ketin.
Di hevoka yekemîn de, '' ez ''
kiryar e; '' çûm '' lêker e.
Her wekî ku me da xwiyakirin, ji hemî mînak û nîşeyan, em karin bêjin ku
lêker tim dibin bandora cînavkên kesane ên xwerû de ye, dema ku cînavka xwerû
kiryar bê; lêker li gorî kiryarê tê kişandin, dema ku bireser bê; lêker li gorî
bireserê tê kişandin.
§
Bikaranîna cînavkên kesane ên
xwerû ji bo hevrêziyê.
*Bi lêkerên têper re bi tenê di
nihok û pêşedemê de bikar tê.
Mînak:
Kî derman dê bifiroşê? Ez an tu? Ne tu û ne
ez.
Kî şaniwê pêşkêş
dikê? Tu an ew? Ne ez û ne ew.
*Bi lêkerên têneper re, di hemû deman de bikar tê.
Mînak:
kî diçê? Tu an ew? Ne
ez û ne ew.
Kî çû? Tu an ew? Ne
ez û ne ew.
Têbînî: Cînavkên kesane ên xwerû hemî duzayend
in, yanî nêtar in, yan jî em karin bêjin ku di Kurmancî de zayend di cînavkên
xwerû de nema ye.
·
Cînavkên kesane
ên tewandî
Cînavkên kesane
ên tewandî heft in, du peyver, du bihîzer û sê nediyar in, yek mê û yek nêr e,
pênc jî nêtar in, çar kit û sê kom in, cînavkên tewandî ev in:
|
|
Kit |
kom |
|
|
Peyver, kesê
yekemîn |
Min |
me |
|
|
Bihîzer, kesê
diwemîn |
Te |
we |
|
|
Nediyar, kesê
siyemîn
|
Nêr |
Wî |
wan |
|
Mê |
Wê |
wan |
|
§
Cînavkên kesane ên tewandî tenê bi lêkerên têper re tên, ew du rolan
dileyizin, hem kiryar û hem jî bireser, ew karin bibin cînavkên arzî jî.
-
Di buhêrkê de, cînavkên kesane ên tewandî timî kiryar in.
Mînak:
Min simînarek lidar xist.
Wî hevpeyivînek bi Serok re
çêkir.
Wan dar av didan.
Me gul çandin.
Te bazdida.
Di hevoka
yekemîn de; ''min'' kiryar e; ''simînarek'' bireser e; ''lidar xist'' lêker e.
-
Di nihok û
pêşedemê de, cînavkên kesane ên tewandî timî bireserên durust in.
Mînak:
Siwar te rexne dikê.
Evîn wê
dixwazê.
Ezê wî bi xwe
re bibim.
Dilşad me dibînê.
Leyanê we nas dikê.
Di hevoka
yekemîn de; '' Siwar '' kiryar e; '' te '' bireser e; '' rexne dikê '' lêker e.
-
Di hemû deman
de, cînavkên kesane ên tewandî bireserên nedurust in.
Mînak:
Dilşad li min
dixê.
Tê ji wî
re bibêjê?
Hun bi wê re axivîn?
Minê ji te re bigota.
Di hevoka yekemîn de; ''Dilşad'' kiryar e; ''li'' daçek e; ''min''
biresera nedurust e; ''dixê'' lêker e.
Têbînî 1: Di nav cînavkên
kesane ên tewandî de du cînavk xwedî zayend in û pênc bê zayend in an ku
duzayend in, nêtar in, cînavka ''wî'' yê nêr e û cînavka ''wê'' yê mê ye, lê
''min, te, me, we, wan'' hemî bê zayend in, yanî nêtar in.
Têbînî 2: Ji bo ku em şaş ne bin û rola
taybet a cînavkan nas bikin û tiştê ku hatî gotin di mijara cînavkan de bi
taybetî cînavkên xwerû û tewandî, da ku zaniyariyên me jî tevlî hev ne bin,
divê ku em zanibin ku cînavkên kesane ên xwerû û tewandî rola wan a serekî
''kiryar'' e û dema ku ew roleke din dileyizin, wî çaxî ew dibine cînavkên
bireserî ji ber ku di mijara cînavkên bireserî de ev tişt baş tê Axwiyakirin,
lê me rola bireserî jî di mijara wan de da zanîn ji ber ku ew di wê rolê de bi
rengekî berbiçav dileyizin û cihekî pir giring diyar dikin, her wiha rola
bireserî jî weke rola kiryarî cihê xwe girtiye di van her du cureyên cînavkan
de ''xwerû û tewandî''.
·
Cînavka kesane
a kit
Cînavka kesane
a kit (ê), cînavka kesê siyemîn ê kit e an ku cihê kesê siyemîn '' wî, wê ''
yê digirê, cînavkeke nêtar e, piştî lêkerê tê û pê ve tê girêdan, timî ew
bireser e û di rewşeke mercî de jî tê, pirê caran bi tîpên ''i'' û ''y'' yê re
tê.
Mînak:
Min gote wî/wê. Min gotê/iyê.
Min da Perwîn. Min dayê.
Ez difiroşime wî/wê. Ez difiroşimê.
Wî ew dixiste hindirû
de. Wî ew dixistiyê de.
Evîn dibakê Bêrîvan. Evîn
dibakiyê.
Şivan pez diberdê zozanê.
Şivan pez diberdiyê.
Xort diçine gund. Xort diçinê.
Zarok kevirnan tavêjine çûkê biçûk. Zarok
kevirnan tavêjinê.
·
Cînavkên kesane
ên bireserî
Cînavkên kesane ên bireserî, ew bi xwe cînavkên xwerû,
tewandî ne û bêjeyên lihevxistî ên ku bi cînavk û daçekan lihev dikevin û ava
dibin, ew timî cihê bireserê digirin, hem biresera durust û hem jî biresera
nedurust.
Mînak:
Tu Bêwar
nas dikê?
Na, ez wî
nas nakim.
Te name
ji Şermînê re nivîsand?
Na, min ew
jê (ji wê) re ne nivîsand.
Cînavkên bireserî hivdeh in,
yazdeh ji wan kit in û şeş jî kom in, yek mê ye û yek jî nêr e, pazdeh jî nêtar
in.
Cînavkên kesane ên bireserî ev in:
Cînavkên kit ên nêtar: ez, tu,
ew, min, te, jê, lê, pê, tê.
Cînavkên kom: em, hun, ew, me, we, wan (hemî
nêtar in).
Cînavkên kit ên nêr û mê: nêr: wî, mê: wê
-
Cînavkên
bireserî ên ku bi tuxmê xwe cînavkên xwerû ne, di buhêrkê de, bi lêkerên têper
re timî cihê biresera durust digirin.
'' Ez, tu, ew,
em, hun, ew ''
Mînak:
Emgiyan Eyan
li taxê gerand.
Emgiyan ew li taxê gerand.
Mamoste şagirtên xwe fêr
dikirin.
Mamoste ew fêr dikirin.
Dijminan ez kuştim.
-
Cînavkên
bireserî ên ku bi tuxmê xwe cînavkên tewandî ne, di nihok û pêşedemê de, bi
lêkerên têper re cihê biresera durust digirin û di hemû deman de cihê biresera
nedurust digirin.
'' min, te, wî, wê, me, we, wan ''
Di nihok û pêşedemê de:
Mînak:
Emgiyan Eyan digerênê.
Emgiyan wî digerênê.
Mamoste şagirtên xwe fêr
dikê.
Mamoste wan fêr dikê.
Dijmin min dikujê.
Dijmin dê min bikujê.
Di hemû deman de:
Mînak:
Emgiyan li Şêrê digera.
Emgiyan li wê digera.
Emgiyan li Şêro digera.
Emgiyan li wî digera.
Mamoste çîrok ji şagirtên xwe
re digotin.
Mamoste çîrok ji wan re digotin.
Mamoste çîrokan ji şagirtên xwe re dibêjê.
Mamoste çîrokan ji wan re dibêjê.
Dijmin li min dixê.
Dijmin li min dixist.
Zarok bi min dikenîn.
Zarok bi min dikenin.
-
Cînavkên ku bi
tuxmê xwe bêjeyên lihevxistî ne, di hemû deman de, bi lêkerên têper re timî
cihê biresera nedurust digirin ji ber ku ew bi xwe ji daçekan ava bûne.
'' jê, lê, pê, tê ''
Mînak:
Lîlav li Lana digerê.
Lîlav lê digerê.
Lîlav li Lana digera.
Lîlav lê digera.
Lîloz ji Rojê re dibêjê.
Lîloz jê re dibêjê.
Lîloz ji Rojê re digot.
Lîloz jê re digot.
Can bi Cûdî re diçê.
Can pê re diçê.
Can bi Cûdî re çû.
Can pê re çû.
Alar di lalîkê de dixwê.
Alar tê de dixwê.
Alar di lalîkê de dixwar.
Alar tê de dixwar.
Alar wê di lalîkê de bixwê.
Alar wê tê de bixwê.
·
Cînavka kesane
a vegerok
Cînavka kesane a vegerok nûnerîtiya kiryar bi xwe dikê û dikevê cihê her
cînavkekê de bi rengekî neçarî, timî cihê cînavkên kesane ên xwerû û tewandî
digirê, ew karê bibê biresereke durust û yeke nedurust û weke cînavkeke arzî an
ku tevlêkerekê jî pêk tê, di heman demê de ew rengekî ji rengên cînavkên
bireserî diyar dikê. Di hemû deman de pêk tê.
Cînavka kesane a vegerok ev e: '' xwe ''
Mînak:
-
Li vir em karin
bêjin: keçan keç diveşartin.
-
Li vir em
nikarin bêjin: wî wî dît.
-
Li vir em nikarin
bêjin: ew ji ew hez dikin.
-
Ezê dayika xwe
bibînim. (wek cînavkeke arzî û tevlêkerekê)
-
Dema ku kiryar
û bireser heman kes bê, cînavka vegerok bireser e.
Mînak:
Wî xwe dît.
Ew ji xwe hez dikê.
-
Cînavka vegerok
nêtar (nêr û mê) û bêlayen (kit û kom) e, li gorî nav û cînavka ku şûna
wê/wî/wan digirê.
Mînak:
Min ji xwe re got.
Wî ji xwe re got.
Wê ji xwe re got.
Wan ji xwe re got.
·
Cînavka kesane a guher (berbihevî)
Cînavka kesane a guher "hev", her weke ji navê xwe jî
diyar e, ew ramaneke guhertî û mamendiyê şirove dikê û timî li kom divegerê û
tu carî kit napejirênê, dibê ku biresera durust bê an jî biresera nedurust bê,
ew karê bibê tevlêkerek jî û di hemû deman de bikar tê.
Mînak: Em hev fêr dikin. (wek biresereke durust)
Em bi hev re
daxivin. (wek biresereke nedurust)
Em
di konê hev de ne. (wek tevlêkerekê)
Cînavka vegerok nêtar e, hem bi du kesên nêr re tê, hem bi du kesên mê
re tê û hem jî bi du kesên nêr û mê re tê.
Di hin herêmên kurdî de mîna Behdînan û Hekarî, çend bêjeyên din jî wek
cînavka guher ''hev'' bikar tên '' êk, êk û din, êk û du'', ev bêjeyên
bihûrî heman delamet û wateya cînavka kesane a guher pêk tênin, ew jî ji
hejmara ''yek'' û ''du'' hatine.
Mînak:
Em hevalên êk in.
Em hevalên êk û din in.
Şêrîn û Nisrîn
xwîşkên êk û du ne.
Heger em li kok û tuxmê cînavka
guher bipirsin, ez bawerim ku ew ji bêjeya ''heval'' hatiye, ji ber ku bêjeya
''heval'' timî du kesan û bihtir bi bîr tênê, ew jî hatiye kurtkirin ji bo
''hev'' saz bikê, ji aliyekî din ve bêjeya ''hem'' a farisî jî nêzî wê tê, dibê
ku ew ji vê bêjeyê hatibê.
Cînavka guher ''hev'' ê jî gelek
caran hejmara ''du'' yê bi xwe re pêk tênê mîna ''hev du, hev û du, hev û
din''.
Mînak:
Em hevalên hev
du ne.
Em hevalên hev
û du ne.
Em hevalên hev û din in.
Bikaranîna ''hev'' wek bêjeyeke lihevxistî bi lihevxistina daçek û
cînavka kesane a guher weha saz dibê: '' jev, lev, pev, tev ''.
Mînak:
Em jev ditirsin.
Zarok lev dinerin.
Ez û Ciwan pev re ne.
Xort û qîz tev
de çûne şer.
Li vir, cînavka kesane a guher timî biresereke
nedurust e.

ليست هناك تعليقات: