Yekemîn şoreşa neteweyî ya Kurdî li Rojhilata Navîn Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî 1879 - Selah Beyro - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

Nû
الجمعة، 23 أكتوبر 2026

Yekemîn şoreşa neteweyî ya Kurdî li Rojhilata Navîn Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî 1879 - Selah Beyro

Yekemîn şoreşa neteweyî ya Kurdî li Rojhilata Navîn
Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî 1879

Selah Beyro



Ev şoreş bû sedema tirsê ji bo Îranê, Rûsya û Împeratoriya Osmanî; loma tevî nakokiyên xwe, wan hevalbendiyek ava kirin da ku pêşiya wê bigirin. Wê demê Împeratoriya Osmanî di nav hilweşîneke siyasî û aborî de dijî û Kurdistan yekem cih bû ku bi şer, piştguhxistin, bacên giran û leşkeriya neçar (mecburî) berdêla vê yekê da, dûv re êş û azarên xelkê hîn zêdetir bûn dema ku karesatek mezin çêbû; di zivistana sala 1879an de xelakê (birçîbûnekê) li gelê Kurdistanê xist û di nav wê wêraniyê de bi sedhezaran mirov mirin.
Di nav vê kavilbûnê de, navek derkete holê ku dîroka wê serdemê guhert; ew Şêx Ubeydullahê Nehrî bû, şêxê Terîqeta Neqşebendî.
Ew ne tenê şêxekî olî bû, lê belê serkirdeyekî xwedî projeyeke siyasî û dîtineke dûrbîn (stratejîk) bû. Şêx dest bi organîzekirina serhildaneke giştî kir û peywendî bi serokên eşîran re kir, wî hewl da ku Kurdan di nav yekîtiyekê de bîne cem hev û tekez kir ku mafê Turkiye û Îranê tune ye ku desthilatdariyê li ser Kurdan bikin. Di sala 1880 yî de, kongirekî dîrokî yê serokên Kurd li Şemzînan a Hekariyê hat lidarxistin, şand ji gelek bajar û herêmên Kurdistanê mîna Silêmanî, Amêdî, Hewraman û Botan, û her weha ji herêmên Wan, Sêrt, Mûş û Sasonê beşdar bûn, her wisa pêwendî û piştgirî gihîşt Mûsil û Bexdayê jî. Ji wir şoreşê destpê kir, pêşî li Kurdistana Îranê (Rojhilat), herêm û bajarên Kurdî mîna Mehabadê hatin rizgarkirin û bûyer gihîştin Serdeşt û derdora wê, paşê, hêzên Şêx pêşde çûn û li herêmên rizgarkirî rêveberiyeke demkî ava kirin.
Ya balkêş ew bû ku Şêx fermanên tund dan ku tu kes destdirêjiyê li birayên mesîhî û kêmneteweyan neke, û tekez kir ku armanca şoreşê ne tevlîhevî ye, lê belê azadî û avakirina paşeroja gelê Kurd e. Lê serkeftina şoreşê tirs xist dilê hemûyan; Îranê zextên tund kirin, Împeratoriya Osmanî destwerdan kir û sînor girtin da ku rêya vegerê bibire û Rûsyayê jî hêzên xwe kom kirin da ku rê li ber derbasbûna şoreşgeran bigire.
 Bi vî rengî, şoreş ji sê aliyan ve hat dorpêçkirin: Îran, Osmanî û Rûsya.
Ev hevalbendiyeke berjewendiyan a temam bû ji bo sekinandina yekemîn projeya rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdî.
Bi derbasbûna demê re û ji ber giraniya dorpêçê, tepeserkirinê û kêmkasiya alîkariyan, serhildan qels bû û şoreş tevî mezinahiya xwe bi dawî bû, di encamê de, Şêx Ubeydullah ji bo Hîcazê hat sirgûnkirin û li Mekeyê canê xwe ji dest da. Lê ev şoreş wekî rastiyeke winda nabe; ew yekemîn belge bû ku nîşan da ku Kurd ne tenê eşîrên ji hev belavbûyî ne, lê belê gelek in ku hewl didin vîna xwe bikin yek û azadiya xwe ava bikin. 
Yekemîn şoreşa neteweyî ya Kurdî li Rojhilata Navîn Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî 1879 - Selah Beyro Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 23, 2026 Rating: 5 Yekemîn şoreşa neteweyî ya Kurdî li Rojhilata Navîn Şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî 1879 Selah Beyro E v şoreş bû sedema tirsê ji bo Îran...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: