BERÊ Û ANIHA
Di qonaxa me ya îro de, di darxistina civatên rojane de bi sedema
pirsgirêkên pirhejmar li zemîna jiyanê gelek gengeşe li ser cidahiya di navbera
rewşa jiyana aniha û ya berê de çêdibe .
Li ser vê babetê hejmarek pir mezin li ser şêwe û hêsaniya jiyana
berê dilên xwe têşînin û pirsa wan ew e :
Gelo heye ew rojên xweş li me vegerin? Ew rojên ku xweşiya jiyanê
ne dihişt kesek yan jî mirovek bi pirsgirêkên jiyanê mîna yên vê demê hestiyar
bibe.
Ew rojên ku bi kêfxweşî ji ked û xebata xwe di dawiya rojê de vala
dibû û piştî gezek nan dixwar yekser berê xwe dida civata ku li odeya gund
rojane dihat lidarxistin, û di riya wê civatê re ew westandina xwe ya ji
destpêka rojê ta dawiya wê jibîr dikir û bi aramiyek bê hempa li mala xwe
dizîvirî û bi coşek xurt pilana kar û xebata roja dî di hişê xwe de dimeyand û
piştî hin xewnên xweş û xeweke xweş dest bi bizava pilankirî dikir.
Gelo heye ew rojên kêm nexweşî dubare bibin?
Gelo heye ew rojên mûnet ji nîsk, genim, savar, nok û goştê meksûd
û amadebûna ji sivistana dijwar re li me vegerin?
Gelo hêvî heye ku careke din hunermend û dengbêjên kevnetor li hev
bicivin û sitranên li ser Elo û Fatimê, û Hemdîn û Şemdîn bavêjin ber hev?
Xwezî bi kêf û şahiyên ku gelek caran li ber tava heyvê dihatin
lidarxistin û dengê dahol û zirnê heft gund didan bihîstin.
Xwezî bi rojên derketina keriyên pez û garana dewaran bi rohilat re
ji gundan û vegera wan li gel orîn û marîna bi rojava re.
Xwezî bi rojên ku şiyarbûna ji xewê li ser dengê meşkan û keyandina
dew re.
Xwezî bi komkirina pûş û veguhestina piştiyan.
Xwezî bi çûna li nav bexçe û bistanan, û danheva berheman.
Xwezî bi şahiyên ku seranserê heft rojan diman berdewam.
Xewzî bi rojê nanê tenurê, sêlê û jikeva.
Xwezî bi heca wê demê, bi sinetkirina wê demê, bi kirîvantiya wê
demê, bi mirina wê demê ku her kes li yê mirî xwedî derdiket û şîna li ser
derbasî her malekê dibû, bi berf, baran û sermaya zivistanên berê, bi gêrekirin
û dêrana berhemên zeviyan, bi xwendina li ber destê melan û feqehan, bi melevanî
û sobaya di gol û çeman de, bi serjêkirina dermalan, bi çûna aş û hêrtina
arvanan, bi evîna keç û xortan û hevdîtina di qorzîkên tarî de, xwezî bi lîstikên
hingulisk, çirê û çavçînkê, xwezî bi hemî şêwe û girêdanên bi jiyana berê ve.
Li hember van hêvî û dilêşiya beşekî mezin ji civakê hin kesin din
yên li dijî wan weha dibêjin:
Ew rojên zor û zehmet herin û venegerin! Ew dem bibe gorî bo ya aniha,
û weha herdu deman didin ber hev: siwarbûna li ker û qantiran yan ya li tirimbêl
û firokeyan, axaftina yekser bi saya telefonê yan rêkirina nameyeke di riya
kesekî re ku bi meh û salan dirêj dikir, hevgihîna civakî ya vê demê yan jî
civatên berê, çareseriya nexweşiyên vê demê yên bi rengê zanistî yan yên berê
bi şêweyên destpêkî?
Dîlan û govendên di salonan de yan yên ku di nav toz û remedîlkan
dihatin lidarxistin?
Xwarina ku di vê demê de bi saya sarînokan tê parastina yan ya berê
di selik, hîz û kedikan de?
Televizyon, internet yan veguhestina nûçeyên bi devan?
Pêxwasî û tazîbûna berê yan xweşiya bê hempa di dema îro de?
Di dawî de her serdemek wê bimîne ciyawaz ji ya berî xwe û jiyan jî dibihûre bê ku rêgirek karibe wê rawestîne û mirovek dimîne kurê dema xwe û xweşî û bîranînên xwe di hiş û ramanê xwe de diveşêre û di her bûneyekê de tûrikê xwe li ber nifşê nû dide valakirin.

ليست هناك تعليقات: