Çend taybetmendiyên zaravê Botan.
Adilê Evdule
Dema gotina Botan
tê ser ziman, yekser hişê mirovî diçe ser bajarê cizîrê, lê Botan, herême,
cografiye, deşte, zozane, bajarin, gundin, êl û hozin, çem û rûbarin, çiyane, netew
û kêm netewin, olin, di nav wan de, zar û zarav jî.
Çinku bajarê
cîzîrê cih û navenda mîrgehê bû, di demên dûr û dirêj de, û navê xwe/ Botan/ ji
zemanekî kevin ve wergirtî bû, lewra mîrnişîn û erd nîgariya xwe jî bi vî navî
di hate naskirin seyda yê hêja/ Mihemed.Emîn zekî/ di bêje: Navê Botan di sala
/400/ B.Z li ser devê/ kizeynefûn/ yê yonanî hatiye bihîstin, paşê gelê /
Aramî/ ji bajarê cizîrê re digotin: kazartayî kardo/ lê dema Erebên misilman
herêma Botan dagirkirin, di sala / 642/ Z. navê /cezîret ibin umer/ li paytexta
Botan kirin, û ta niha berdewame ev nav, lê xelkên cizîrê ji bajarê cizîrê re
dibêjin: Boajar.
Rûberê
mîrnişîna Botan, ji aliyê bakur ve, dighe geliyê Goyan, sînorê mîrnişîna
Hekariyan, ji aliê başûrve dighe çiya yê çingalê, ji rojhilatve dighe bajarê Zaxo,û
ji rojava ve dighe bajarê Mêrdînê, sînorê mîrnişîna Milan, cografî û
erdnîgariya Kurdistan û rûber ê wê dinav bera / 400,000 - 500,000/ k.m çarçik
de ye, lewra her hermek, wê devokek, zaravekî taybet bi wan herman hebin ,ango
di nav zaravê kurdiyê kurmancî de jî cudahî ya di navber hin gotinan de hene,
bi zêde bûn, yan tunebûn, yan tewandina tîpekê, ango di nav rûberê mirnişina Botan
de em dikarin bêjin: ku her hozek, yan herêmek, taybetmendiyên xwe cuda hene,
weku mînak: Li herêma Torê dibêjin: Tu çawayî, li herêma Goyan dibêjin: Tu
kusayî, lê tiştê herî balkêş ew cuda hiya di navbera herdû tîpên-û-î- de ye,
gelê Cizîrê û dewr û berê wê, weku bajarên Dêrika Hemko, Zaxo û Dihokê, tîpa
dengdêr-o- dikin –î-di nav axaftinê de, weku mînak, emê zaravê du herêmên Botan, bînin
ber hev, da em bibînin cudahiyan di navbera wan de, livan gotinan binêrin:
Wekeku nimûne:
1-zaravê xelkên
cizîrê zaravê xelkên Torê
bîk
bûk
zî zû
xwîn xûn
nişîv nişûv
mî mû
xesî xesû
kîçik kûçikî
rîbar rûbar
dîv dûv
canî cehnû
pembî pembû
hînandin hûnandin
rîvî rovî
2- xelkên
bajarê cizîrê tîpa-H- bêhhtir bikar tînin dinav hin gotinan de ji xelkên Torê,
nimûne:
Cizîr Tor
Şehir şar
Cehnî cehnû
Ceh
ce
Behir par
Mih mî
Kehnî kanî
Pehin pan
Bêhin bîn
3- hin gotin
taybetin bi xelkê cizîrê û dewar û berê wê Dihok, Zaxo û Dêrîk, ew gotin li tu
deverên din nayên bihîstin, mînak
Cizîr
Tor
Kun
qul
Kebî
bêvil
Difin bêvil
Pizî
paxil
Welê
wilo
Bab bav
Genî sifto
Nişûv jêr
Evraz jor
Sotin şewat
Vir derew
Giro gurî
Gendî çiqas
Ya – ya min a- min
Mêlak kezeb
Cil cek
Nik cem
Gelek pir
Mil pî
Virrik pirrik
Hemî giş
Hûlê halo
Tehisî
şemitî
Her
timî
Da- dayik ca
Girîtî
xirtik
Gindor
petîx-talik
Kulind
kundir
Kurik berîk
Zilkitik
şandelik
Rêl
Daristan
Gor
Tirb
Tter şîn
Kuç-Ber
Kevir
4-Tê xuyakirin
ku ziman û zaravê bajarê Cizîrê û dewr û berên wê, zimanekî nerme, mê ye,
zimanê xwendin, bazarê û desthilatê ye, ziman û zaravê Torê, zimanekî çiya yî
ye, hişke tûje, mêranî jê dibare, herdû zarav jî kurdî ne, kurmancî ne, hêvî
darim, rewşenbîr û lêkolînevan, bêhtir rawestin, bi xepêrin, bi kolin sebaret
zengînbûn û reseniya ziman û zaravên kurdan.
Adilê Evdille.

ليست هناك تعليقات: