TEYRÊ SÎMER Danehev û berhevkirin: Idrîs Hiso - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 12 يناير 2024

TEYRÊ SÎMER Danehev û berhevkirin: Idrîs Hiso

TEYRÊ SÎMER Danehev û berhevkirin:Idrîs Hiso


Pênûsa Azad-Hijmar-16

Dibêjin hakimek hebû sê kur û sê keçên wî hebûn, bûbûne xort û qîz, lê hîna jî xortan jin ji xwe re ne anîbûn û qîzan jî mêr ne kirbûn.

Hakim nexweşket û çû halê mirinê, kurên xwe li dora xwe civandin û ji wan xwest ku xwehên xwe bidin mêr heger nesîbê wan hat, û ti carî mebêjin ku em dê wan ji xwe re bikin berdêlî an jî em wan nadin mêran heta ku em nezewicin. “Xwehên xwe bidin mêr, û hun xort in kengî be hunê jinan ji xwe re bînin.”

Piştî çend rojekî hakim emrê xwedê kir û ji nav zarokên xwe barkir.

Piştî ku şîna hakim bidawî bû bi çend mehan, xwazgîniyê xweha wan a mezin hat, Mîrê Derwêşan ew xwest, herdu birayên mezin digotin em xweha xwe niha nadin mêr, lê birayê wan ê biçûk got çênabe em gotina bavê xwe li erdêxin û divê em daxwaza bavê xwe pêkbînin û xweha xwe bidin mêr, hasil xweha xwe dan Mîrê Derwêşan.

Demek derbasbû, xwazgîniyê xweha wan ya ortê jî hat, Mîrê Maran ew dixwest, dîsa herdu birayên mezin ne bi dilê wan bû, lê careke din birayê biçûk got û daxwaza bavê xwe anî bîra birayên xwe û xweha xwe da Mîrê Maran.

Demeke din xwazgîniyê xweha wan a biçûk ji aliyê Mîrê Balindeyan (teyran) hat, wek carên din birayên mezin nedixwestin xweha xwe bidin mêr, lê dîsa birayê biçûk got çênabe û divê em bi gotin û daxwaza bavê xwe bikin û bihêlin xweha me biçe ser nesîb û qismetê xwe, bi ya wî bû û xweha wan ya biçûk jî şû kir (zewicî).

Di mala hakim de jin û xanim neman, lewma kurên hakim fermanek di nav bajêr de belav kirin ku divê hemû keçên ku temenê wan ê şûkirdinê be bila xwe bixemilînin û xwe amadebikin û biçin ser kaniya li rex bajêr, wê kurên hakim werin û her yek ji wan ji xwe re jinekê hilbijêre.

Keçên bajêr ji kêfan re xwe bi baştirîn cilûberg xemilandin û berê xwe dan serê kaniyê, kurên hakim hatin û her yek ji wan sêvek di destê wî de ye, û gotin, wê her yek ji me sêva xwe bavêje nav koma keçan a ku sêv lêkeve wê bibe jin ji bo wî.

Birayê mezin keçeke xweşik da ber çavê xwe û sêva xwe avêt û ew keç bû nesîbê wî, birayê wan ê ortê jî bi heman şêweyî yek ji xwe re hilbijart, lê dema bû dora birayê biçûk û sêva xwe avêt çû li reqê (kîso) ket, careke din avêt dîsa li reqê ket cara sêyem jî her li reqê ket, axir ji xwe re got, diyare xwedê ev req kiriye nesîbê min û divê ez jî bi nesîbê xwe razî bim.

Her yekî jina xwe anî mal, birayê biçûk jî reqa xwe hilgirt û bi dilxemgînî vegeriya malê û ji xwe re digot: xwedawo min hişt ku xwehên min herin ser nesîbên xwe û te jî ev req kir nesîbê min.

Rojekê birayê biçûk ji nêçîrê vegeriya dît va xwarina wî amade ye û mal jî danserhevî ye, ji xwe re got: ev jinbira min a mezin mala min daye serhev û xwerin jî ji min re amade kiriye.

Roja din jî dema ji karê xwe vegeriya bi heman şêwe xwrin û mala wî amade bû, ji xwe re got: Ev jinbira min a din îro mala min daye serhev û xwarin ji min re amade kiriye.

Sêyem roj jî hat dît ku bi heman şêweyî kar li malê bûye, ji xwe re got ez dê sibe çavdêriyê bi dizî bikim da ku ez zanibim ka kî karê min dike, dît ku va jineke zor sipehî ji qalikê reqê derdikeve û karê mala wî dike, roja din dema ew jin ji qalikê reqê hat der, yekser wî xwe avêt qalikê reqê û ji jinê re got ez nema dihêlim ku tu vegerî qalikê reqê.

Wê jina sipehî û zor ciwan got: heger ez venegerim qalikê reqê Mîrê Cinan wê vê gavê min bibe cihekî tu ti carî bi ser min ve nabî, û ez dê ji dest te biçim.

Kurê biçûkê bira got: ez nahêlim tu vegerî qalikê reqê û di cê cî de qalikê reqê şewitand, dema wî agir berda qalikê reqê, yekser ew jina sipehî ji wir hat veşartin û Mîrê Cinan ku jê re dibêjin Siwarê Duling ew revand.

Çendî fikirî ka wê çawa jina xwe ji destê Mîrê Cinan, ji destê Siwarê Duling rizgar bike, dawî ji xwe re got kesekî min nîn e ji zavayên min pê ve.

Şand pey Mîrê Derwêşan mêrê xweha wî ya mezin û ji wî re got min qalikê reqê şewitand û Siwarê Duling jina min bir, hun derwêş li hemû deveran digerin divê hun nasbikin bê gundê Siwarê Duling lê dijî, li kû derê ye, Mîrê Derwêşan hemû derwêş bi fermanekê dan serhev û ji wan pirsî, ti kesî bersiv neda û gotin me bi Siwarê Duling bi xwe jî ne bihîstiye.

Pişt re gazî Mîrê Maran kir û salfa xwe ji wî re jî got, Mîrê Maran jî got min ti carî bi Siwarê Duling nebihîstiye û qet kesekî ji min re behs ne kiriye.

Êdî gaziya xwe bir Mîrê Balindeyan û ji wî re got tê hemû balindeyan bide hev û ji wan bipirsî ka wan bi Siwarê Duling bihîstiye û gundê ku ew lê dijî an na?

Mîrê Balindeyan hemû balinde dan serhev hemûyan got: mîrê me em di bin fermana te de ne tu çi ji me bixwazî em dê bo te bikin, Mîr ji wan pirsî ma kes ji we gundê Siwarê Duling nas dike? Kesî bersiv neda, lê ji nişkê ve balindeyekî girs û bi temen mezin jê re digotin Teyrê Sîmir hêdî, hêdî xwe da pêş û got: min bi Siwarê Duling bihîstiye, dema ez biçûkbûm diya min, ez li ser milê xwe kiribûm û di ser gunedekî re difiriya, ji min re got ev gundê Siwarê Duling e.

Kurê hakim got, niha divê tu min bibî gundê Siwarê Duling, teyrê Sîmir got ez dê te bibim, lê divê berî ez te bibim hun bêhtir ji şeş mehan min bi baştirîn cûreyên xwarin û vexwarinê xwedî bikin da ku ez careke din vegerim xortaniya xwe û karibim te li ser milê xwe hilgirim û bibim gundê Siwarê Duling.

Axir şeş mehan ew xwedî kir heta ku vegeriya xort wek berê, kurê mîr li ser milê xwe kir û ew li nêzîkî gundê Siwarê Duling danî û ji wî re got: kengî te jina xwe ji nav lepên Mîrê Cinan rizgarkir, ji te re vî pirtikê min bişewitîne, ez li kû derê bim ez dê di kêlîkekê de li cem te bim û te û jina te hilgirim û rizgar bikim.

Kurê hakim ew pirtik ligel xwe bir û nobedarî li mala Siwarê Duling kir heta ku ji malê derket, ew yekser derbasî malê bû, dît ku va jina wî û du zarok jî li wir in, yekser bi destê jina xwe girt û zarok li şûna xwe hiştin û derketin dervî gund û perkê Teyrê Sîmir şewitand, di cê cî de Teyrê Sîmir xwe gihand cem wî û ew û jina wî hilgirtin û vegerandin bo cih û warê wan û bi hev re jiyanek tijî şadî û bextewerî jiyan.

Cîroka me cû diyara, rehme li dê û bavê guhdaran.

Ji devê jineke Kurd li kampa Gewîlan hatiye wergirtin, qewîtiya wê jinê ew bû ku ez navê wê û wêneyê wê belav nekim, çend min hewil da ku wêneyê wê bikişînim lê nehişt.

 

  

TEYRÊ SÎMER Danehev û berhevkirin: Idrîs Hiso Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 12, 2024 Rating: 5 TEYRÊ SÎMER  Danehev û berhevkirin:Idrîs Hiso Pênûsa Azad-Hijmar-16 Dibêjin hakimek hebû sê kur û sê keçên wî hebûn, bûbûne xort û qîz, lê...

ليست هناك تعليقات: