24 Henase-Şemal Akreyî - Duhok - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 12 يناير 2024

24 Henase-Şemal Akreyî - Duhok

 

24 Henase-Şemal Akreyî - Duhok

Pênûsa Azad-Hijmar-16


Ev kulîlkên li buharê dikevin,
Hez ji germa havînê nakin.. 
Xwekuştinê dipejirînin.


Dilopeke xunafê, 
Nedixwest ji pelê bikeve.. 
Xwe ji bo bilbilekî kir mey.


Du sêvan, 
Qebxwazya hirmîyên sînga te kirin.. 
Sêvan lêvên xwe geztin.


Min sera kevnewarî da,
Çav bûne ewir ..
Jivangeh şil kir.


Dixwazim bi ruhê,
Guleke bi niklê balindekî hov..
Birîndarbûyȋ tîmar bikim


Tawosiya te,
Hizrên çirîk..
Ji ber pêyên min ramalîn.


Baxçeyekî tijî gul,
Ez jê dûr..
Çima baxçe ye?!


Li benda mesaca te,
Guhên min..
Bi bûne rwangeh!


Du çavên zîq,
Dêmekî tejî dol û çiya..
Efrîqiyek li ber xwedîkê!


Li hîvîya xewna raza,
Ji bîr kir, razan û xewn..
Hîviyan xiriş dikin.


Bila ezmanê min,
Diqerse..
Dema bi (ruhê min) te nav nekit!


Gulleyek,
Bi bêdengî silav dike..
Lêdana dilekî radiweste.


Giyayê buharê
Sotina zeviyê wunda dike
Kî dê agirê vî dilî vemirîne?


Mirin,
Kiş melik e
Di şetrenca jiyanê da.


Ronahiya heyvê nema, 
Bilacîktor sirrbûn..
Tu bi jûr ketî.


Esmanê peyvan,
Bi bêdengiyeke xwelîkî..
Em kirîn dîlên subahî.


Nivistî hişyar bȗn,
Hişyar jî razan..
Ez ji herduyan nebûm!


Îdî maskê te,
Boyaxeke..
Li gel demê dȇ bikeve!.


Eger mirov firî ban,
Bi dîtina te..
Dê li pêş tev firindeyan bim!


Di deryaya hîvîyan da,
Tu keştyek î..
Ji kaxezê!

 
Peyvên te di guhên min de,
Paytextekî heriftî..
Dirust dikin!


Li payizê jî were,
Min navȇ Zivistan..

Bi Buhar û Havînê ya tejȋ be.!


Tev pelatînk,
Xwe di agirî wer dikin.. 
Guh nadin rengên xwe!.


Tu nebarî,
Ez jî bûme kanîkeke buharî û..
çik bûm.

 

  

24 Henase-Şemal Akreyî - Duhok Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 12, 2024 Rating: 5   24 Henase-Şemal Akreyî - Duhok Pênûsa Azad-Hijmar-16 Ev kulîlkên li buharê dikev...

ليست هناك تعليقات: