Li bin dara Gûzê, Evîn Sêvda Kaplan - Amed - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 11 يناير 2024

Li bin dara Gûzê, Evîn Sêvda Kaplan - Amed

Li bin dara Gûzê, Evîn -Sêvda Kaplan - Amed

 Pênûsa Azad-Hijmar-16


Li hinek herêman dara gûzê bûye şahidê evînên wê deverê. Helbet dema mirov dibêje evîn dilê mirov hinekî dilerize, ez bawer im niha her kes  evîna xwe yên piçuktî, an evîna ku bihîstiye tîne bîra xwe.. Gelo evîn hew yê jin û mêran e? Cureyên evînê hene; qey evîniyek li ser welat hatibe jiyîn nabe. Na be ku di bin dara gûzê de evîna welat û ya jinek hatibe  jiyîn. Bi her awayî jî dibe ku hatibe jiyandin.

Ez dixwazim di vê gotarê de li ser du hêstan hinek gotinan vebêjim. Li cem Kurdan gelek evîn hatine jiyandin, bûne efsane, bûne destan û hwd. Lê mixabin ev destan û efsane hew li ser hinek tekistan, yan jî li ser hinek pirtûkan mane. Heya niha nebûne fîlm, nebûne şanoyek û hwd. Ji bûnewerî virde ye, Kurd li dîroka xwe ya nivîskî xwedî derneket, belkî sedem gelek bûn, carna ne bi destê wan bûn, lê belê bi salane hîn ev çîrokên mezinên milletê me nayên tomarkirin, yên ku hatibin tomarkirin jî nayên xwendin. Hinek nivîskar em dikarin bibêjin van agahiyên dîrokî bi şiklekî nivîsandine, lê têra nifşekî nû nake. Mixabin di destê me de gelek agahî tune ne, lê belê bi gotinên devokî heya îro ew evînên ku bûne destan û efsane  me bihîstine, em dikarin bibêjin ev demên dawiyê hinek pirtûk li ser van destan û efsaneyan hatine nivîsandin. Gelo em dizanin ku dîroka me bi evînên me hatine girêdan? Di gelek deman de li ber dijminên kurdan gel rabûye serhildanê, lê di wê demê de dîse jî ji hestên xwe yên evînî jiyayê, dev ji hestên xwe bernedaye, him şerê xwe kiriye û him jî eşqê xwe jiyaye. Dema bûye ji hestên xwe yên evînî di şeran de serketiyê, dema bûye bîrîndar bûye, hatiye kuştin, zilam heta carna ji bo evîna xwe împerotorek hilweşandiye. Împeratorî tim bi destên zilaman ava bûye, lê bi destên jinan hatiye hilweşandin. Helbet bi mecazî ye ev gotin, yanî jin bi xwe neçûye û neweşandiye, lê belê mêr ji ber hestên xwe yên li aliyê jinê ve dewleta xwe hilweşandiye. Di riya hestên xwe de meşiyaye.

Mezinên me bela sebeb negotine heger ku dilê jinê bixwaze dikare zilamên xwe bike wezîr, dikare bike rezîl. Em dibînin ku di dîroka gelek milletan de mînakên wisa hene, helbet dinav gelê Kurd de jî mînakên wisa hene. Belkî em nikarin bibêjin dewletek hilweşandiye, lê belê gelek mêr di van riyan de hatine kuştin. Ev kuştin carna bûye sedema doza xwîn rijandinê û ev neyarî bi salan domandiye. Jin û mêr herdu jî ebdekî taybetin, hest helbet ji bo wan heye. Min qala dara gûzê di serê nivîsa xwe de kir, lewra dara gûzê li hinek deveran ji kesên evîndar re bûye wek sembolekê, eşqa aliyê devera Mêrdînê li bin dara gûz û hêjîran hatiye jiyandin. Pevçûnên wan jî dîse di bin van daran de bûye. Carna hevdû di bin van daran de hezkirine, carna hevdû kuştine, carna jî hevdû veşartine. Lê tiştekî heye ku darên gûz û hêjîran bi zindî bûne şahidê evîn û kuştinên wan. Mixabin ev çûn, lê hîn dar û barên wê deverê hene û zindî ne. Gelo heger devê wan daran hebûya wê ji me re çiqasî qala çîrokên wan vebigotana, mixabin zimanê wan tune ye, lê zarok û nevîyên wan  insanan hene, heta niha hinek mirov li ser çîroka babîr û dapîrên xwe agahî kom kirine, û bi milet xwe parve kirine.

Ji vana yek jî nivîskar Enwer Karahan e, di pirtûka xwe ya  bi navê Siwarê Şînbozê Êlas Efendî de qala dîrokek û jiyaneke bi kurtasî dike. Ev jiyan û şer li aliyê çiyayê Dêrikê derbas dibe. Xebatek taybet û hêja ye. Lê ez bawerim ku li her deverê hîn gelek çîrokên ku hatine jiyandin hene. Divê xebateke kûr û dirêj were kirin, belkî hinek kes wê bibêjin ev rexneyêke tûj e, lê ne rexne ye, hew pêşniyareke piçûk e, lewra ew mirovên hêja hew aîdê malbatekê ne,ew bûne aîdê miletekî, ji ber vê yekê mafê her kesî li ser jiyana wan heye, çimkî wan ji bo miletekî şer kirine, koçber û penaber bûne jiyana xwe jidest dane. Lazime nifşên nû jî xwedî li wan derkevin, him binivîsin, him bixwînin û him jî derbasî zarokên xwe bike. 

Li bin dara Gûzê, Evîn Sêvda Kaplan - Amed Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 11, 2024 Rating: 5 Li bin dara Gûzê, Evîn - Sêvda Kaplan - Amed   Pênûsa Azad-Hijmar-16 Li hinek herêman dara gûzê bûye şahidê evînên wê deverê. Helbet dem...

ليست هناك تعليقات: