Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 12 يناير 2024

Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922)

Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922)



Seîd VEROJ - Amed                              Pênûsa Azad-Hijmar-16

Rojnameya Serbestî di bin rêvebirî û mesulmidurîya Mevlanzade Rifat de hatîye weşandin. Yekemîn jimara rojnameya Serbestîyê, di 3yê Teşrîna Sanî ya sala 1908`an (16`ê Çirîya Paşî ya 1908) de hatîye çapkirin. Mevlanzade Rifat, sala 1869`an li Îstenbolê ji dayik bûye û lawê Abdurrehman Nacim e. Bavê wî, wê demê mufetişê kitêpxaneyên Îstenbolê bû. Abdurrehman Nacim, di 21ê Gulana 1833`an de li Şehrezorê ji dayik bûye, navê bavê wî Mehmed Beg bû û malbata wan ji mîrekên bajarê Silêmanîyê bû, ew, bi nasnameya xwe ya şaîrî, hiquqnasî, edîbî û nivîskarîya sêzimanî tê nasîn.

Li ser zaroktî û dema xwendina Mewlanzade Rifat, agahdariyên zêde li ber destê me nîn in, tiştê ku tê zanîn, wî Mekteba Hiqoqê Şehane xwendiye. Piştî xelaskirina mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatî û serkeftinên wî, hatiye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifiya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatiye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şkayeta Muteserrifiya Sînopê, roja 22`ê Tebaxa 1895`an, di derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di encama lêpirsînê de hatiye girtin, ji wê derê ve jî sirgûnê bajarê Qeyserî kirine. Dema ku li Qeyseriyê girtî bûye, ew, di sala 1905`an de bi îdi`aya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re, hatiye tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî hatiye birîn. Ji ber vê cezayê, wî sirgûnê bajarê San’a ya Yemenê kirine.

Ew di hepisxaneya San’a ya Yemenê de rojên gelek giran û dijwar derbas dike. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Temûza 1908ê), efûyek giştî tête derxistin û M. Rifat û hevalên xwe jî dikevin ber vê efûyê û vedigerin Îstenbolê. Piştî vegera Îstenbolê, li hemberî desthilatdariya Îtihad-Teraqî û ji text daxistina Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar a qelem û çapemeniyê dike.

Di 16ê Çirya Paşî ya sala 1908`an de, dest bi karê weşandina rojnameya Serbestî dike. Serbestî yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xwedîtî û rêvebiriya kurdekî hatiye weşandin. Ji hejmara 1`ê bigire hatanî 498`an, hemû jimarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Îstenbolê de peyda dibin. Li gor lêkolîner Murad Issı Serbestî, li ser hev 770`ê jimar hatine çapkirin.

Weşana Serbestî daîmî nebe jî, li ser hev diwanzdeh salan dewam kiriye û em dikarin vê demê li ser sê dewreyan parve bikin. Di dewreya sereke yan jî destpêkê de, polîtîkaya weşana Serbestîyê, xwe sipartiye van armanc û prensîpên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen; parastina nirx û destkevtiyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdada Abdulhemîd; di çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke çalak a dijraberê desthilatdariya Îtihad û Teraqiyê.

Gefxwarinên dijraberî polîtîkaya rojnameya Serbestîyê, ji derçûnê demeke şûn ve dest pê kiribû. Piştî van gefxwarinan, di roja 6ê Nîsana 1909an de, li ser pira Galatayê Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê hatiye kuştin. Piştî kuştina sernivîskarê Serbestî, bûyereke girîng a din çêbû; di 13`ê Nîsana 1909an de bûyerên bi navê Vaka 31`ê Adarê rû dan. Ji ber van bûyeran M. Rifat, careke din rastî êrîşên desthilatdariya Îtîhad û Teraqî bû; ji alîyê Dîwana Herbê Ûrfî ve bi egera têkiliya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî hate birrîn. Ji bêgaviyê dubare terka Îstenbolê kir û di 22`ê Nîsana 1909an de berê xwe daye Misrê û piştî rêwîtiya 5 rojan gihiştiye Qahîreyê. Dema ku li Misrê dimîne, nexweş dikeve û li ser pêşniyara doktoran, berê xwe dide Atînayê û ji wê derê ve jî derbasî Parîsê dibe.

Li Parîsê, bi piştgiriya Şerîf Paşayê Kurd dest bi çapkirina Serbestî dike. Bi vê pêngavê, dewreya duyemîn a çapkirina Serbestî li Parîsê destpê dike. Serbestî, li Parîsê bi heftane li ser hev 12 jimar hatine çapkirin û paşê ji ber nakokiya wî û Şerîf Paşa, weşana rojnameyê hatiye rawestandin û ew jî mecbûr maye ku vegere Misrê. Li Misrê jî bi piştgirîya hinek dostên xwe 7 jimarên nû yên rojnameyê çap dike. Ji ber zixtên sîxurên îstibdadê careke din mecbûr dimîne ku ji Misrê derkeve, bi hêviya derxistina rojnameyê, berê xwe dide Parîsê û vê carê jî 4 jimarên din li vî bajarî çap dike.

Piştî çapkirina çar jimarên li Parîsê, ji ber rewşa aborî careke din vedigere Misrê. Ji demeke kurt şûn ve, ji bêgaviyê welatê Misrê terk dike û berê xwe dide Atînayê. Di sala 1911an de li Atînayê bi piştgiriya Rûmên kevnewelatiyên Osmanî rojnameyên Faruk (3 jimar) û Ceht (11 jimar) neşir dike.[1] Wextê ku li Atînayê dimîne, ji ber zixtên hikûmeta Yunanî, mecbûr dimîne ji Yunanîstanê derbikeve. Ji wê şûn ve berê xwe dide Îstenbolê. Dema digihîje Îstenbolê, ji aliyê polîs ve tête girtin û bi biryara Dîwanê Herbê Ûrfî cezaya îkameta mecbûrî digire û wî rêdikin bajarê Bursayê.

Di dema Hikûmeta Ahmed Muhtar Paşa de efûyek hatiye derxistin, ew jî ketiye ber efûyê û careke din vegeriyaye Îstenbolê. Piştî vegerê, di 29ê Temûza 1912an de li Îstenbolê ji nû ve serlêdana ji bo neşirkirina rojnameya Serbestî dike, lê mixabin ev car jî zêde dirêj najo, di 1`ê Îlona 1912an de ji aliyê desthilatdariya siyasî ve neşirkirina rojnameyê tête rawestandin û bi vî awayî dewreya duyemîn a weşana Serbestî bi dawî dibe.

Piştî rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913an de, hem di jiyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji aliyê fikrî ve M. Rifat, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên Kurdên wê demê, wî jî çareseriya meseleya Kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtiya Împeratoriya Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletê Kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdariya Partiya Îtîhad û Teraqî, xwe bi xet û îdeyolojiya turkçîtiyê girt û vê yekê bi zordarî li ser miletên din ên nava Osmaniyan ferz kirin, M. Rifat jî wekî gelek siyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîn e.

Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkiliya wî ya bi rêxistin û weşanên Kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetawî Kurd de dibêje:

“Nûka wezîfeya me ev e, divê bîzathî em Kurd bi xwe li çareseriya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealekî mîllî baznedin, miletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pir paş ve mane. Bêruhbûna miletekî tesewir bikin, mirov çiqas dêşîne. Di nav medeniyeta sosyal de bêgaviya li hemberê asîmîlebûn û mirinê çiqas dilêş û giran e.”[2]

 M. Rifat di berdewamiya vê nivîsa xwe de rexne li nêrînên Abdullah Cevdet jî dikir û dibêje:

“Ez di vê babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg[3] nabim; ku armanceke zelal û diyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên Kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî ye û dema vê pêşniyarê nehatiye. Divê em berî her tiştî armancên xwe diyar bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekariya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[4]

M. Rifat di dawiya sala 1913an de, di 44 saliya emrê xwe de bi Nuriye Ulvîye xanimê re zewiciye. Nurîye Ûlvîye Xanim, di seraya Osmanî de perwerde bûbû, jinek aktîvîst a wê demê bû û bi navê Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan] mecmuayek derdixist. Êdî hetanî destpêka Mûtarekeyê, piraniya dema M. Rifat di îdarexaneya vê mecmuayê de derbas dibe û ji bo ku ji hevsera wî re bibe nazîre, ew jî di kanûna 1914an de tenê yek jimara mecmuaya Erkekler Dünyası [Cîhana Mêran] derdixe.

Piştî Mûtarekeyê, yekemîn partiya siyasî, di roja 22/10/1918an hatiye damezrandin û yên ku pêşiyê derketine meydana siyasetê, yek ji wan jî M. Rifat e. Dibêje: “Min bi navê Radikal Avam, partiyek siyasî damezrand û li ser navê partiyê jî di 26ê Çiriya Pêşîn a 1918an de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kir”[5] Li ser damezrandina Partiya Radîkal Avam, nêzîkî du meh derbas dibin û di 17ê Kanûna Ewela 1918an de bi serokatiya Seyîd Abdulqadirê Nehrî Cem`iyeta Te`aliya Kurdistanê (CTK) jî hatiye damezrandin. Li ser daweta Seyîd Abdulqadir û hevalên wî, M. Rifat û Mihemed Emîn Bedirxan jî tevlî CTK dibin. Mevlanzade Rifat bi xwe dibêje “Ez endamê merkeza umumî ya Cem`iyeta Te`alî ya Kurdistanê bûm.”[6]

M. Rifat, endamekî aktîf û navendî yê Cem`iyeta Te`alî ya Kurdistanê bû, digel hevalên xwe yên rêxistinê, bi navê cem`iyetê tevlî gelek rûniştin û hevdîtinên siyasî û dîplomatîk bûye. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bibêjin ku neşriyata rojnameya Serbestî jî, piştî Şerê Giştî, gehiştiye dewreyek nuh. Ji vê demê şûn de Serbestî, wek neşriyateke CTKê tête weşandin. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, li ser vê têkiliyê weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina mafê me yê milî hatine tehsîskirin. Divê mutleqe li her ciyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetiya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehmiyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetiya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan rasterast ji bo navenda cem`iyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[7] Diyar dibe ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşaneke rojane ya CTK hatiye neşirkirin.

 

 



[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh Yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 383

[2] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd Gazetesi Kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetawî Kurd re], Hetawî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

[3] Li vê derê M. Rifat dixwaze bala xwendevanan bikşîne li ser nameya Dr. Abdullah Cevdetî ya bi navê “Ji nivîskarên Hetavî Kurd re”. Ew nivîs di hejmara yekemîn a Hetawî Kurd de hatîye belavkirin û bi kurtayî tê de ev pêşniyar hatîye kirin: “Her ciwanê ku bi dil hes ji miletê xwe bike û heskirina wî bihêz be, wezîfeya wî ya sereke ew e ku bazde Anatolyayê. Li vê derê, li Îstenbulê bi qelem û gotinan qethen tiştekî nabe… Ey ciwanên kurd! Çi wextê ku me mamostetîya dibistana gundekî Kurd, tercîhê qaymeqamî û midurîya cîyekî mezin kir, wê demê em dê bikevin rêyekî rast. Bn. Abdullah Cevdet, Hetawî Kurd, no: 1, Îstenbul, 5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-hetavi-kurd-gazetesi-yazarlarina/, 15 Mart 2015

[4] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd Gazetesi Kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

[5] Mevlanzade Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 319

[6] Mevlanzade Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270

[7] Hakkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 22 Şubat 2015 

Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 12, 2024 Rating: 5 Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922) Seîd VEROJ - Amed                              Pênûsa Azad-Hijmar-16 Rojnameya Serbestî di bin rêv...

ليست هناك تعليقات: