- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 13 يناير 2024

Nîşanên destpêka damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya


 Birahîm Qasim: Pênûsa Azad-Hijmar-16



Mirov bi gaveke piçûk dest bi xebatê dike, ku wergereke pratîkî yan ramanek piçûk e, paşê ew mezin dibe, ger vîn, azwerî û armanc jê re were hevkirin, dê navgîneke guncaw were afirindin û dibe ku kar bibe karek mezin.

Serkeftin rojekê yan jî bi piçûkanî dimire bêyî ku kes bibihîze, bi vî awayî fikra avakirina kombûna nivîskarên kurd li Sûriyê dest pê kir, bi rastî ji bo avakirina çarçoveyeke çandî (yekîtî) ku nivîskarên kurd li Sûriyê li hev bicivîne nîşan hebûn.

Di sala 1973` an de hin nivîskar û helbestvanan di wê demê de, xwe dane hev û yekîtiyek bi navê Yekîtiya nivîskarên kurd li sûriya damezirandin û  Mela Beşîrê Şêxzahir (Bêxew) ji bo serok hat hilbijartin.

Paşê hejmarek ji nivîskarên kurd di sala 1995-1996`an ji 15 nivîskarên kurd  li bajarê Qamişlo civiyan, ji bo gotûbêjkirina fikra avakirina kombûna nivîskarên kurd, ji ber ku Yekîtiya Nivîskarên Ereb kurdên ku bi zimanê Erebî dinivîsin wan paşguh dikin, ji xwe bi çi awayî nivîskarên ku bi zimanê kurdî yê qedexekirî dinivîsin qebûl nakin, nivîskarên bi kurdî di warê edebiyat û zimanê kurdî de dixebitin gelek astengî, binçavkirin û zîndankirin û pirtûkên wan ji aliyê ewlehiya şofînîzim û regezperest dihatin desteser kirin, wesa nivîsandina bi kurdî ji kolandina qada mayinkirî metirsîntir bû.

Mixabin ew helwist neçûn serî lê ji encama têkilî û pêwendiyan roj bi roj û sal bi sal helwest nehatin birîn û rawestandin ew helwest dibûn egera ku li her bajarekî girûpên rewşenbîrî werin damezirandin.

  Lê belê, çalakiyên van koman li ser sînorên erdnîgarî yên her bajarekî girtî man, û çavdêriya ewlehiyê piştî ziwabûna bihara Şamê û bûyerên bajarê Qamişlo di sala 2004`an de zêdetir bûn.

di sala 2004`an de bi navê Komeleya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd çarçoveyek ji hin nivîskaran hat avakirin, di bin bandora zulim û stemê de ma, ta destpêka şoreşa Sûriyê berdewam kir.

Di 15 miha 6`ê 2012`an giropa Hesekê ya rewşenbîrî konfiransek danîn û xwe binavê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê xwe ragihandin.

 Di destpêka 2013`an komîtek ji bo damizirandina kongirê yekîtiyekê hat avakirin û çalakiyên têkilî bi nivîskar û girûpên bajaran berdewam kirin, ji encamê biryara damezirandina yekîtiyê di yekemîn kongir de hat standin di 11-10-2013`an li hola Melekî li bajarê Qamişlo.

Ev bû yekemîn gav ku yekîtî ji ber wê hesta ku di nav xelkê de pir zêde bû, ku rojên rejîmê li ber dawî û rûxandinê ne, hat damezrandin û nivîskar ketin bin bandora wê yekê, divin xwe di nav komele, rêxistin û federasyonan de, xwe birêxistin bikin û xwe amade bikin ji bo rûbirûbûna valahiya ku rûxandina rejîmê derkeve.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya wê demê bi navê (Yekîtiya Nivîskarên Kurd) bi amadebûna 143 nivîskarên jin û mêr hat damezrandin û di nav encamên kongir de hilbijartina desteyek rêveberî ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê: Elî Cezîrî wek serokê yekîtiyê hat hilbijartin.

Desteya rêveber ya ku ji aliyê kongir ve hatibû hilbijartin, ji bo avakirina şaxan û hem ofîs û komîte, lê piştî kar û barên çend mehan, şikestin di desteya yekîtiyê de dest pê kir û serok xwe ji nakokiyan dûr xist rê da kesekî ku zorbeyî desteya rêveber ew ne pejirandin, ji ber ku berjewendiyê wî ketibûn di bin bandora ecendeya siyasî û abûrî loma ew hate dûrxistin ji yekîtiyê, ji ber vê sedemê û hin sedemên dîtir biryara lidarxistina kongirê awarte hate dayîn. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, roja Şemiyê 17.10.2015`an li bajarê Dêrikê, bi amadebûna heftê û şeş endaman, ji bilî amadenebûna bîst û sê endaman zorbey wan ji şaxê Hesekê bûn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kongirê xwe yê awarte lidarxist di bin diruşma (Pênûsa Azad Hêviya Gel e).


Di kongir de komîteyek hate hilbijartin ji bo rêveberiya kongir, bernameya xebatê ya ku ji aliyê beşdarên kongir ve bi yekdengî hate pejirandin.

 Paşê, endamekî desteya rêveber yê berê gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi kêşe û rewşa herî girîng ku Yekîtîyê di rêwîtiya xwe de ji dema damezrandina xwe ve rastî wan hatiye, û sedemên dûrxistina çend nivîskaran ji desteya Yekîtiyê şirove kir.

Em hemû bi girîngiya peyvê di jiyana civakên mirovî de û bandora wê ya li ser helwest û ramanên mirovan dizanin, nemaze di rewşên dijwar û awarte yên ku welatê me tê de derbas dibe, ku şer tê de gur bûye û bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin, welatek wêran dibe, bi lez û bez,  civak di hemû warên jiyanê de berû rûxandinê diçe, bêyî jibîrkirin têkçûna rewşa kurdî û bandorên wê li ser jiyana xelkê, bi taybetî diyardeya koçberiyê ku gihîştiye astên metirsîdar ku karakterê demografiya Kurdistana Sûriya tehdîd dike.

  Ji vir û şûn de rola Pênûsa Azad di ronîkirina tarîtiya dem û war de û di pêşxistina edebiyat û çandê de girîng e. Li hember vê rewşê, kongir bi berpirsyarî li ser rawesta û xema serkeftina kongir li ser her helwest û nêrînekê serdest bû, û li gorî dema ku ji bo her paragrafê hatiye veqetandin, mijarên girîng tevahî hatin gotûbêj kirin. Bi biryarên rêxistinî yên taybet ku bi Yekîtîyê ve tên girêdan di qonaxa bê de karê xwe birêxistin bike, ji bilî guftûgokirina reşnivîsa sîstema navxwe û guhertinên pêwîst li ser wê yekê li gor biryarên kongir bên kirin û pişt re hatin pesend kirin.

Di kongir de du biryar jî hatin standin, yek ji wan bi guhertina navê yekîtiyê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û ya din jî danîna diruşmeke nû bû.

Kongirê awarte bi serkeftî hat bi dawî kirin, û bang li xwediyên pênûsên nivîskarên hunerên nivîskî yên curbicur kir ku beşdarî yekîtiyê bibin û di pêşxistina çand û wêjeya kurdî de beşdar bibin, û piştre desteyek nû ya rêveber hat hilbijartin, piştî bidawîbûna kongir êkser desteya rêvebir civînek li darxist têde Mamosta Wezna Hamid serokê nû yê yekîtiyê hat hilbijartin li şûna Mamosta Elî El-Cezîrî, û Ebdulsemed Mehmûd û Luqman Yûsif wek cîgirên wê hatin hilbijart.

Ji wê çaxê ve Yekîtî weke şaneyeke Mîşa Hinguv karê xwe birêk û pêk dike û 8 şaxan li bajarên kurdî li Hisça, Dirbêsiyê,Amûdê, Qamişlo, Tirbesipî, Girkêlegê , Dêrikê û  şaxekê xwe yê herêma Kurdistanê Hewlêr û Dihokê aktîv dike û têkiliyên xwe bi hevkarên xwe yên li Ewropayê ji bo nûnerayeteyekê li Ewropayê damezrînin xurtir dike, û şandên xwe bo dezgehên rewşenbîrî û rêxistinî yên hundir û derveyî Kurdistana Sûriyê baştir dike û bi dihên çalakiyên wêjeyî li her deverê bê rawestan berdewam dike, û xebata xwe ya çandî di rêya kovara Pênûsa Azad û Malpera xwe ya Eliktronî belav dike .

Hêjayî gotinê ye, ku çend caran kongirê duyem ji ber egerên bê ewlehiyê û rewşa ne aram û êrîşên Da`şê li Kobanê û dakirkirina Tirkiya û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girêsipî û teqandina Otombîlên mayînkirî li Qamişlo û belavbûna êşa Koronayê li cîhanê kongir dihat paşxistin.

Piştî lidarxistin û serkeftina kongirê 2'mîn kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya di roja 4.6.2021`ê de, li bajarê Qamişlo li hola (Efrîn) ku di dawî de ofîsa cîbicîkar a nû hatibû hilbijartin.

 Roja Înê 11.6.2021ê ofîsa cîbicîkar civîna xwe ya pêşî lidar xist, li bajarê Qamişlo, li ofîsa xwe ya sereke, û li gorî tozika hundirîn dive ku serok û cêgir ji ofîsa cîbicîbkar werin hilbijartin û di encamên hilbijartinan de mamoste Luqman Yûsif bû serok û mamoste, Nayif Çibîro bû cêgir.


Her wiha desteya cîbiçîkar hemû komît destnîşan kirin.

Bê goman di pêvajoya yekîtiyê de piştî kongirê diwem yekîtî kete qonaxeke nû de

Li gorî biryarên kongir gelek piroje bi armanca xizmeta wêjeya Kurdî li hemû şaxên yekîtiyê û nûneratiya li Ewropa û li herêma Kurdistanê her yek divê xwe bibînê berpirsiyar, bitaybet ofîsa çalakiyan ku karî dehên çalakiyên wêjeyî û semînar û bîranînan li dar bixe û pişikdarî û beşdarî di mihrecan û ahigan de bike.

Yekîtî weke saziyeke rêxistinî her yek ji ofîsên wê bi karê xwe ve mijûl bû û di van çend salan de licneya pêwendiyan ya ku bi serokatiyê ve girêdaye çend destpêşxerî di navbera tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê xebitî û têkiliyên xwe bi kesayetiyên rewşenbîr, siyasetmedar, ronakbîr û partî rêkxrawên sivîl hwd… zêdetir dikir .

Her weha ofîsa nirxandin û çapa pirtûkan gelek guhdan bikar û erkê xwe kir di encamê de li gorî pêkarînan dikarî zêdeyî 44 pirtûkan çap bike.

Desteya nivîsîna kovara Pênûsa Azad karî 15 hijmarî ji kovara xwe ya werzî bi herdû beşên kurdî û erebî çap bike.

Her weha ofîsa ragihandinê bê rawestan karê xwe wek dezgeheke çapemenî di malpera xwe ya Eliktironî hemû çalakiyên yekîtiyê û bi sedên gotar û lêkolînan têde tên nivîsandin

Komîteya afirandina xelata Y.N.K.S ya salane di roja zimanê kurdî de ku ta neha 7 xelat hatine radestî evan wêjevanan kirne:

1-Ehmedê Şêx Salih.                                                                            

2-Ferhadê Içmo.                                                                                  

3-Merwan Berekat.                                                                               

4-Bêwar Ibrahîm.                                                                                

5-Dildarê Aştî.

6-Mehmûd Sebrî

7- Tengezan Marînî                                                                                      

Li darxistina ahenga salane bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî ku bi wê boneyê xelatek taybet radestî malbata rojnemevanê Kurd Ferhad Hemo kir, yê ku ji layê çekdarên Da'işê ve hatiya revandin û ta îro çarenivîsa wî ne diyare.         

Di rêkeftî 29-7-2023`an li bajarê Qamişlo li hola Efrînê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sêyemîn kongirê xwe yê binavê Mehmûd Sebrî Evîndarê Xemgîn li darxist bi amadebûna 54 endaman li hundir û 50`î endam ji herdû nûneratiya ya Ewropa û herêma Kurdistanê di rêya Zoomê re.

Pêşnûmeya peyrewa navxweyî ji layê komîteya amadekar hat pêşkêş kirin

-Rêpêdan û derfetdan dan endaman ku pêşniyarên xwe diyar û gengeşe bikin ji bo dengdanê.

Paşre çend xal di peyrewa navxweyî de hatin biryardan li gor-dengdanê hatin guhertin:

Yek ji wan biryaran ku şûna herdu şaxên herêma Kurdistanê bibin Nûnertiya Yekîtiyê li herêma Kurdistanê.

-25 endam, 5 ji wan ji nûneratiya Ewropa, û sê endam ji bo nûneratiya herêma Kurdistanê hatin destnîşan kirin.

-Dengdana endamên xwe kandîd kirîn ji bo rêvebiriya nû yên serkeftî hatin pejirandin.

Piştî lidarxistina sêyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya di bin navê nivîskar û ristevanê kurd Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) û lidarxistina konfiransên herdû nûneratiyên yekîtiyê li Ewropa û Kurdistanê, komîteya rêveberiya yekîtiyê civîna xwe ya yekem li bajarê Qamişlo lidarxist.

1-Li gor dengdanê, Ebdulhekîm Muhemed hate hilbijartin serokê yekîtiyê.

2-Li gor dengdanê, Ebdulsemed Mehmûd hate hilbijartin cîgirê serok.

3-Avakirina komîteyên rêxistinî.

4-Lidarxistina konfiransên şaxan.

5-Danana piroje û pilanên goncaw û çalakiyên çand û rewşenbîrî ji qonaxên dahatî re.

Li dawiya civatê tekezî li ser pêşxistina kar û xebata hemû endamên yekîtiyê di warê wêje û zimanê Kurdî de hate kirin.


 

Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 13, 2024 Rating: 5 Nîşanên destpêka damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya  Birahîm Qasim: Pênûsa Azad-Hijmar-16 Mirov bi gaveke piçûk dest bi xeba...

ليست هناك تعليقات: