Mûsa Zaxoranî Aşiqê peyva nazik koça dawiyê kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 11 يناير 2024

Mûsa Zaxoranî Aşiqê peyva nazik koça dawiyê kir

Mûsa Zaxoranî
Aşiqê peyva nazik koça dawiyê kir   


    Pênûsa Azad-Hijmar-16

Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Mûsa Zaxoranî ( bavê Gulê ) endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê bû, kesayetiyekî kurdperwer, niştîmanperwer, welatparêz û xebatkarekî doza netewî ya kurd bû.  

Bi sedema nexweşiya penceşêrê li roja sêşemê rêkeftî 19.12.2023 Z, bê guman piştî têkçûna rewşa wî ya tendirustî, li nexweşxaneya Rojhilat li Hewlêra paytext a herêma Kurdistanê di jiyê 68 saliyê de koça dawiyê kir.  

Zaxoranî bejneke mezin û bilind bû di meydana rewşenbîriya kurdî de,helbet wê koçkirina wî ziyaneke pir mezin be ji gelê kurd û Kurdistanê re.  

Hêviya ku Yezdanê pak wî bi behişta berîn şad bike.  

Bila serê dost, heval, hogir û kes û karên wî sax be û Xwedê sebir û hedarê bide malbata wî, wê bi wan peyvên nazik û helbestên xwe di dilê xelkê xwe de bimîne sax û zindî.

Helbestvan û nivîskar Mûsa Zaxoranî, navê wî yê rast û dirust Mûsa Osman Xelef e, naskiriye bi Mûsa Zaxoranî di sala 1955 an de hatiye jiyanê, li gundê Letîfiyê, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, rojhilatî Qamişlo bi 8 k.m.

Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwend, û her şeş salên din li dibistanên Qamişlo xwend, û di sala 1973 an de bekeloriya wergirt.

Li çend cihên din gelek korsên xwendinê birine, nemaze li ser markisîzmê û tevgera karkerê cîhanê û aboriya siyasî … hd.

Her di wan korsan de di nav yekemînan de bû.

Ji sala 1969 an ve helbest bi kurdî û erebî hûnandin e.

Di gelek rojname û kovarên kurdî de nivîsiye, û helbestên wî hatine bilav kirin di van kovaran de : ( metîn – sitêr – gelawêj – gurzek gul – zanîn – peyman – rojhilat – peyv – xebat – teaxî – roj … hd ).

Di hemî festîvalên helbestî de beşdarî dikir û di hemî bîranînên xebatkarên kurd û şîn û şahiyên gelê kurd de amade dibû.

Endamê komîta mehrecana helbesta kurdî li sûriyê bû ya sala 2007 an de, yek ji damezênerê koçka Qamişlo ya çanda kurdî bû.

Hemî cûrên helbestê û li ser pir babetan helbest hûnandine, û gelek êş û girtin û lêdan xwariye di ber kêşa kurdî de.

Her wiha di sala 2011 de ji ber ku beşdar dibû di hemû xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûrî çi bi şev û çi bi roj, û dema ku ji herêma kurdistanê vedigeriya li qapiyê Qamişlo û Misêbînê dihate girtin, bi zindan zindan gerandin ta li zindana ( el feyha ) qefandin, her di wê demê de gelek zorî û lêxistin û êşandin û işkence kirin dîtiye, û her li hemû navend û senterên polîs û emin û asayîşan de lêdan ji rêjîmê xwariye û zor lê hatiye kirin ji Qamişlo ta zindana ( filestîn ).

Her wesa ji bo mafê gelê kurd û kurdisanê di gelek şandan de pişikdar bûye û her li pêş bûye, û diwemîn lîste ya ku li ser rewşa pirsgirêka kurd li Sûriyê radestî serok wezîrê hikumeta Sûriyê yê wî wextî ( ebdulreûf el kesem ) kiriye.  

* Berhemên wî yên çapkirî ev in :

1 – Govendek Helbest.    Helbest    2009 Z.

2 – Bûka Helbestan.   Helbest    2022 Z.

3 – Landika Helbestan. Helbest 2023.                                          

*Xelat û bawernameyên ku wergirtin ev in :

1- Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S

2 - Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.

3 - xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.

4 - Xelata rêzlêgirtinê ji Şaxê Duhokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê sala 2022 Z .

5 - Xelata sipasdariyê ji rêkxirawa ( NRC ) ya Emrîkî.

6 - Xelata Sendîka Hunermendên Kurdistan - Rojava sala 2022 Z.

7 - Xelata Dezgeha Parastina Alaya Kurdistan li Hewlêr sala 2023 Z. 

Mûsa Zaxoranî Aşiqê peyva nazik koça dawiyê kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 11, 2024 Rating: 5 Mûsa Zaxoranî Aşiqê peyva nazik koça dawiyê kir         Pênûsa Azad-Hijmar-16 Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Mûsa Zaxoranî ( bavê ...

ليست هناك تعليقات: