Helbest-Warê min-Karîna Osêyan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 9 يناير 2024

Helbest-Warê min-Karîna Osêyan

Helbest-Warê min








Karîna Osêyan - Ermenistan

Pênûsa Azad-Hijmar-16

Derdê dilê min giran e

Ne mirî, ne jî giyan e

Ezdayî me, kar giran e

Jiyan her barê gêran e

 

Barê giran li ser milan

Bi koçemalî baz didan

Zordest li warê min diman

Min hewar digehand Yezdan

 

Kanî û ka ye warê min?

Kanî baxçe û baxê min?

Ketin ber talan çûn ji min!

Ax tev rûxandin warê min!

 

War ket destê hov û guran

Pel ji van daran weşiyan

Çilmisin kulîlkên mêrgan

Min xêr nedî ne jî xweşiyan

 

Bêjin, kanî ew warê min?

Birakujê me pir dibin!

Ters nabin, bi şûra dibin

Çima nayên hewara min?

 

Ez Ezda me, kû de herim?

Wenda kirin rê w dirb li min

Kanî ew Kurdistana min?

Ew cih û warê bavê min!

 

Bêwar mam, derb lê ketin

Bêxwedî man, şof pê ketin

Gur û rûvî pey min ketin

Nîn e hedan nîn e veketin

 

Ez Ezda me, wer ku bêjim

Bo Kurdistan xwîn dirêjim

Bo cangoriyan dibêjim

Xwîn rijand wek Firat bêjim

 

Lê min nedît ew Kurdistan?

Dilêm bûye tûrê xeman

Sebr û aram bo min neman

Bûme evdal li van dertûlan

 

Dibêjim û her dixwînin

Bilbil dûr e ji baxê min

Deng nema ku bikim qêrîn

Ka ye Kurdistan, dibêjin?


Êşa dilê min bê hal e

Ezê bimrim ne li mal

Laşê min li Sîpan xal e

Ezda me, li wir helal e

 

Min re dibêjin, tu Ezda yî!

Çima ji Kurdistan mayî?

Erê birano tu ka yî?

Bo Kurdistan di xew mayî? 

Helbest-Warê min-Karîna Osêyan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 09, 2024 Rating: 5 Helbest-Warê min Karîna Osêyan - Ermenistan Pênûsa Azad-Hijmar-16 Derdê dilê min giran e Ne mirî, ne jî giyan e Ezdayî me, kar gir...

ليست هناك تعليقات: