HELBEST-ÇIMA-Suphiye Bulut - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 8 يناير 2024

HELBEST-ÇIMA-Suphiye Bulut


 HELBEST-ÇIMA-Suphiye Bulut


Pênûsa Azad-Hijmar16

Ey Xwedayê mezin

Ka tu li ser kursîyê heq

Û rebilalemînî

Çima hay tune ji min

Ez gula kurda

Û yara dildara me

Lê xelk min bîn dikin

Û min diqurmiçînin

Ez bihuşta dînê

Û xeml û rewşa jînê me

Çima li ser axa xwe

Ez hêsîr û kole me

Ez zêr û zîv

Û dewlemend im

Çima gelê min

Birçî û tazî ne

Ez Êzîdî me

Pak û bedew

Û xwedîyê ola evînî me

Çima min nabînî

Dîroka min xweşik

Û paqij û zelal e

Lê çima her dem

Li ser min şer û ceng e

Zar û zêçên min

Heroj tên kuştin

Lê de ka nizanim

Tu çima didî destûrê

  

HELBEST-ÇIMA-Suphiye Bulut Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 08, 2024 Rating: 5   HELBEST-ÇIMA-Suphiye Bulut Pênûsa Azad-Hijmar16 Ey Xwedayê mezin Ka tu li ser kursîyê heq Û rebilalemînî Çima hay tune ji min ...

ليست هناك تعليقات: