çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 9 يناير 2024

çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe


çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe      

Ihsan Amêdî - Duhok

Pênûsa Azad-Hijmar-16

Kurdistan welatê kurdan û çendîn neteweyên dî, ku digel dagîrkirin û dabeşkirina Kurdistanê Kurd û hemî pêkhatên dî yên civakî bê behirkirîne ji mafên wan yên mirovî û neteweyên rewa û siruştî, û karvedan li ser siyasetên dagîrkeran ên serkutkirina xelkê Kurdistanê û behijandina wan di nav neteweyên desthilatdar, kurdistaniyan xebat û berxwedan bi heman şêwazan kiriye ji bûna mafên xwe yên rewa, û weku dagîrker li ber daxwazên milet nehatin û mafên milet dabîn nekirin û dirêjî daye siyaseta çewisandina Kurdistanê, gelê Kurdistanê pena bire ber tundûtîjiyê û dest da çek, şoreş û serhildan kirin.

şoreşa rizgarxwaziya Kurdistanê li hemî parçeyên Kurdistanê heye û dê ya berdewam bê ta siyaseta serkutkirinê hebê û gelê Kurdistanê digehîte mafên xwe yên rewa.

belê ji ber wan siyasetên şaş û dijminkarane çi dewletên dagîrker di asayîş û seqamgîriyê de nîn in û berdewam ziyan vê dikevin û qurbaniyan didin gorî têgehê asayîşa neteweyî, yê asayîşa yekî têk bide ew jî di asayîşê de nîn e û yê qurbaniyê bide di asayîşê de nîn e, lewman hemî ew dewletên Kurdistanê dagîr dikin û xelkê wê dicewisînin di asayîş û seqamgîriyê de nîn in û berdewam qurbaniyên madî û giyanî didin.

diyar e li dev rêjîmên van dagîrkeran mirov çi biha nîn e ji ber wê û ji bo man û berdewambûn û sepandina desthilatên xwe xelkê xwe dikine sûtemeniya siyasetên xwe û Kurdistanê jî dikine gorî berjewendiyên xwe.

mêjûya dagîrkirinê mêjûyeke xwînawî ye ji kuştin û wêrankirinê, ew kuştin û wêrankirin ber herdu layenan dikeve, yê dagîrker û yê bindest, û eger encaman pîvî û helsengînî ziyanên dagîrkeran pitir bûne ji sûd û destkeftiyên wan çunkî hingî dagîrkirin heye qurbanîdan heye û mezaxtinên şerî û xwe sepandinê hene.

Doza Kurdistanê doza miletekî û welatekî ye û ya zindî ye, ḧeta ne gehîte kenarên aram ji aştiyê û asayîşê û seqamgîriyê ev e weku kêşeke zindî di milmilanê û berxwedanê de ye, di xebat, şoreş û serhildanan de ye, Kurdistanê dike volkaneke agir dagîrkeran disojînê.

Divê hemî bizanin ta Kurdistan bi mafên xwe şad nebe çi dagîrker di asayîş û seqamgîriyê de nabin, lewan pêtivî ye wekheviya mirovan û dabînkirina mafên hemiyan erkekî mirovî û saziyên wî be da ku dadî û yeksanî bi cih bên ku şengistê asayîş û seqamgîriyê ye û hemî layen daxwazkirine kar ji bo bikin.

weku giringiya vê babetê di van rojan de bi destpêşxeriya rêzdar Mesrûr Barzanî serokê ḧikûmeta Herêma Kurdistanê korbendeyê rojhilata navîn ê aştiyê û asayîşê li Duhokê tête gêran bi amadebûna pitir ji 300 serok û karbidest û siyasetmedarên herêmê û îraqî her weha yên cîhanê, pirsên asayîşê li Kurdistanê û îraqê û rojhilata navîn giftûgo dikin li wê hêviyê ne lêktêgihiştinên baş çêbin û bi encamên erênî bigihin. 

çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 09, 2024 Rating: 5 çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe        Ihsan Amêdî - Duhok Pênûsa Azad-Hijmar-16 Kurdistan welatê kurdan û çendî...

ليست هناك تعليقات: