Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 23 أكتوبر 2023

Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne)

Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne)

Ebdûlazîz Qasim



Duhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, bi berheviya hijmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û bi piştgiriya Komeleya Rewşenbîrî ya kurdî li Wolfsburgê, mihrecanek bi rêkûpêk yê Helbestê bo saxkirina salyada koça dawî ya Mamosta Cegerxwîn, bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û kesayetiyên kurd ji wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesayetiyên civakî û herwisa bi amadebûna Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya jî hate lidarxistin, û têde çend helbestên kurdî ji aliyê çend helbestvanan ve hatine xwendin, zêdebarî çend peyv û stranên kurdî jî hatine pêşkêşkirin, ku têde û li gorî dîtinek rexneyî ku çend helbestên ciwan û bi astekî bilind hatine pêşkêşkirin, ku bi rastî dengê helbesteke kurdî ya ast bilind hate bihîstin, û bêhna wan digel mûzîka kurdî wekî bêhn gulavê û bêhna gul û sosinê bihara kurdistanê di hola mihrecanê de fûrî û belav bû, û dikarim bi kurtî amaje bi dû xalên girîng bikim; yekem, her wekî me di pêşiyê gotî; ku çend helbestên ciwan hatin xwendin, lê ya herî giring bi dîtina min, ku di dawiya mihrecanî de, wekî destpêşxeriyekî ji aliyê komîta amadekar û helbestvanên beşdar ve, daxwaz ji mamosta Sebrî Resûl hate kirin wekî nivîskar û rexnevan ji bo rexne û têbîniyên xwe pêşkêş bike, ku bi rastî vê yekê gelekî bala min kişand, ku komîteya amadekar û helbestvan bi xwe bi dilekî fireh dergehê xwe rexnekirin û nirxandina berhem û karê xwe vekin!

Ji ber ku ez bi xwe jî li mihrecanê amadebûm û min ti rexne pêşkêş nekirin lewra dikarim bêjim; min bi mihrecanek serkevtî dît û bi tenê hêviya berdewamiyê ji wan re dixwazim û destxweşiyê li her kesekî dikim yê ku dest heyî di amadekirina vê çalakiyê de û hêviya serkevtinê bo wan dixwazim.











Münster 23.10.2023 

Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 23, 2023 Rating: 5 Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne) Ebdûlazîz Qasim Duhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, ...

ليست هناك تعليقات: