Helbest -Dayê -Anahîta Hemo - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 23 أكتوبر 2023

Helbest -Dayê -Anahîta Hemo

 Helbest -Dayê -Anahîta Hemo



Dengê lavijên destnimêja te ,

Bawermendî û dilpakiya te ,

Dengê zaroktiya min a zelal in ,

Henasên te yên zîz û hestyar,

Ji giyanê min cuda nabin ,

Pîroztirîn , nazdartirîn, bilindtirîn, 

şêrîntirîn peyv di hemî zimanên dunyayê de

Peyva “Dayê” ye. 

Ava dilop-dilop ji zendê  destnimêja te dinisile ,

Di giyanê min de vedeng dide,

Rojên min pê vejîn dibin.

Hemû ziman, 

Bi hemû tîp û bêje û hevokên xwe ve ,

Li hember bêjeya “ DAYÊ” lal dimînin,

Sûnda min a herî mezin di jiyanê de ,

Bi pîroziya navê te ye, 

Bi pakiya dilê te ye,

Şêrînbûna hestê te ye,

Ew Ayetên li ser damarên dilê te sermedî mane,

Bêyî tu di zimanê wan bigihêje

Berbanga spêdê , 

 Xemla roj û salên temenê min in.

Bi rondikên germ, kelek bê rawestan ,

Mîna kelkela bûyerên bajarê min ,

Ez bêriya te dikim dayê.

Di van demên agirîn de,

Tu hestê pênûsa min î.

Destberjor im ,

Ji bo xweda spasdar im,

Li ser zelalbûna dengê te yê di cane min de ,

Li her derê

Di her  demê

Tu şîrava jiyana min î,

Rewş û xemla rojên min î,

Baweriya dilê min î,

Herdem bi te geş im dayê

Çendî jiyan ziwa bibe,

Tu behara can î dayê.

5-10-2003, Qamişlo

Anahîta Hemo 

Helbest -Dayê -Anahîta Hemo Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 23, 2023 Rating: 5  Helbest -Dayê -Anahîta Hemo Dengê lavijên destnimêja te , Bawermendî û dilpakiya te , Dengê zaroktiya min a zelal in , Henasên te...

ليست هناك تعليقات: