KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ JÊDER Û PÊŞKETIN - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 22 أكتوبر 2023

KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ JÊDER Û PÊŞKETIN

KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDΠ JÊDER Û 
PÊŞKETIN

Pênûsa Azad-H. 15


SEÎD YÛSIF

 

Ziman afrandinek Mirovahîye, diyardeyek civakîye, bi guhertina jiyana Civakî, û pêşketina wê Ziman jî tê guhertin

Ziman weke darekêye, koka wê bi kûrayî dibin axêdeye, û bi şax û guçil û pelan dixemile, û bi gul û berheman zengîn dibe,û herdem nuh dibe. hinek gotin windadibin, û hinekî nuh derdikevin

Ziman ne tenê rêk û şêwaze, ji bo dan û stendinê û gotûbêjan e, lê belê ew raman û heste û bîr û têgihiştine, ziman systemeke ji nîşan û nexşeyane, risteke ji têgih û wêneyane Ziman dîrok û Civaka Milletan diparêze, zelal dike ber biçav dike.

Û her weha Ziman nasnameya gelan e, şên dibe weke çawa civaka mirovan, û gelan nuh dibe, û her serdemek û qonaxek taybetmendiyeke wê heye.

 

-      JÊDER Û KOKA ZIMANÊ HINDO-OROPÎ:

 

-      Di gotarekê de hatibû weşandin, ji layê di kovarên Zanistî ve, yên berz û navdar li ser, asta tevahiya cîhanê 


-      Yek ji wan kovara “Scieance” a Emrîkî ye, jimara /337/-24- Tebaxê Sal : 2012.de  D.Mehdî Kakeyî).

-      Û a din kovara Brîtanîye a bi navê “ NATUR naveroka wê gotarê, didi xuyskirin ku ji demek nêz ve /13/ Zanyar, ji gelek Dewletên cîhanê, û yên bitaybetî ew kesayetiyên pispor, di hemû şaxên zanistîyê de. Ji bilî wan bi beşdariya   gelek zankoyên navdar, di welatên Cîhanê de. û him bi beşdariya gellek, navendên lêkolînî, yên navdar

 

-      Mebesta wan hemîyan, û ya sereke ku zanîbin û nîşanbikin, bê dîroka Zimanê Însaniyêtê ji ku ve dest pêkirîye, û çawa belav bûye

 

-      -du nerînên cuda, li pêşîya wan hebûn

 

-      - yek ji wan dibêje : ku Lema Zimanê Hindo-Oropî ji deşta Pontîk ya li Ukranya yê jêder bûye û derketîye, ji nêzîkîya /6000/ sal ve

 

-      -nerîna duyem : dibêje koka Zimanê Hindo-Oropî, ji Anatolya yê, ji Nîgariya Bakurê Kurdistanê vepejirîye, û belav bûye li welatên Cîhanê.

 

-      lê belê di encama dawî de, û piştî hemû alîyan lêkolînên xwe bi dawî kirin,  rêkeftina wan bigiştî çêbû, ku bakurê Kurdistanê jêdera Lema Zimanê Nijadê Hindo-Oropî ye di navbera salên : -9500-ta 8000- ./ B.Z (Mehdî Kakeyî)

 

-      Di pirtûka xwede ya binavê: Dîtin û Bîrhatinên min, çermê yekem, HESEN HIŞYAR SÊRDÊ.(1907-1985).dide xuyakirin, ku li gorî agahîyên Arkiyolocî: Nijadê Kurd, Lema Nijadê Arîye.(R-79)

 

-      Û hem dibêje weke agahîyên Arkîyolojî û tarîxî didin zanîn ku Nijadê(Arî). pêşengê nejadan e, di pêşketina zendegî de,û berî her nejadî, gav dane xebatê). (R-81).

 

PÊŞKETIN Û GUHERTINA ZIMANÊ KURDÎ

 

Bi rastî axavtin û şirove, zor kûr û firehe û dirêje, di vî warî de, ji ber vê sedemê û gellek sedemên din, ezê  bi kurtî biaxivim .

 

D.Mehdî Kakeyî. dibêje Kurdistan dergûşa şaristaniyê ye, û jêdera afrandin û zayîna nivîsandin, û him jimartinê ye.

Ji Hezarên salan ve, pêşiyên Kurdan : weke Somerî û Îlamî û Mîdî... Alfebêya Mismarî bi kar dianîne.

Zimanê Kurdî di gelek qonaxan re derbasbûye, û bi gelek Alfabêyan hatiye nivîsandin

.

Nivîskar Polat Can, di gotara xwe de, ya

hatîye weşandin, di Malpera

(الحوار المتمدن).

Lê ew gotar, ji alîyê hinek Malperindin, bitemamî hatîye weşandin, weke

Malpera Korbenda Kobanê. lê binavekî din(Gul Nar).Dem/13/5/10

Têde nîşankirîye qonaxên Zimanê pêşiyên Kurda, ji hezarên salan ve, û çi Tîp û nivîsandin bikar anîne weke:

.

-      Alfabêya Mismarî : ji layê  Somerîyan û Îlamîyan ve, …

-      Alfabêya Avestayî : Mîdî û Pirtûka Zeredeşt, pê hatîye, nivîsandin…

-      Ya Aramî: hinek belge, hatin dîtin li deverên Hawramanê, bi Aramî nivîsîne. .

-      Pehlewî yan jî Fehlewî : hat bikranîn ji layê Sasanîyan ve

-      Alfabêya  Masî Sûretî: (Ibin Wehşîyê).yê NIBTÎ Kildanî.(?-930).z.Di pirtûka xwe de ya binavê(şewq almusteham fî me’rîfet rimûz al eqlam)

axivîye bo vê Alfebêyê

û heye  Alfebêya Ezdahî, û a Ermenî (Lazo). û Kêrêlî- Rûsî û Erebî, ev hemû hatine bikanîn ji aliyên kurdan ve

 

Carekedin emê vegerin bo D.Mehdî Kakeyî. axivîye bo Alfebêya Ogarêt, ya hatîye afrandin, ji layê pêşiyên Kurdan ve, yên navdar Impiratorya XÛRÎ ew Alfabê hat dîtin, li Bakûrî Latakya, ji berî Hezar û pênsed /1500/ sal berî Zayîna îsa yê pêxember.

û ew Alfabêyaya anha parastîye, li Muzîxaneya Netewî ya Şamê

 

 

Lê giringe em bînin ser Ziman rola  Impratoriya HÎTÎ yên MISMARÎ, û belkî HÎROGLOFÎ hinek caran bi kar anîne…! berî hezarên salan ji Zayînê.

 

bi vê boneyê pirsek giring ji alîyê lêkolîneran, û Zanyarên pîspor, û hem Civaknas, û Arkîyolojî, û Rojhilatnas.( Xawerşinas). weke Hesen Hişyar ev têgih anîye ser Ziman, û bikar anye, pirsa wan ev bû : kîjan Alfabê ya kevnare, Mismarî, yan jî Hîroglofî ..? piştî, gelek kêşe, û gengeşeyan, bi piranî, tekezî çê bû ye, ku Alfabêya Mismarî, berî Hîrogilofî hatîye bi kar anîn.

weke wan Alfabêyan, ORARTÛ jî hebû ji berî Zayîna ÎSA bi 900/ salî ve. û hem heye .Alfabêya ÊZÎDÎ yên Kurd

.

Vîdyoyek xweş hem heye, ji amadebûa. Peyamnêrê .War TV M. Mehdî Mutlû hevdîtinekê bi Pîrekurdekî Heştêsalî re kirîye, li devera WANÊ Bakurê Kurdistanê, bi tena xwe, jiyîn dibe. ew bi xwe  pîsporê Zimanê ORARTÛ ye dibe yek ji heft kesayetiyên Berz, li ser asta tevahiya Cîhanê, ku diaxive bi serbestî bi vî Zimanê kevnar, û dîrokdirêj, loma Zanyarên Cîhanê serdana wî dikin, ji bo agahîyên dirist jê wergirin.

 lê ez dixwazim ji were bibêjim ku hîna, ev Ziman tê Hînkirin, li bêhtirî /40/ Zankoyên Cîhanê   ,

 

 

ALFABÊYA KURDÎ LATÎNÎ. DÎROK Û QONAXÊN PÊŞKETINA WÊ

 

- : Niviskar,CEWDT HOŞYAR gelek navan tîne ser Ziman, ku rol û keda wan hebû di pêşketina, Zimanê Kurdî de, û Alfabêya latînî. ew dibêje ew Alfabê, hatiye bikranîn ji aliyê Kurdan ve ji berî /2800/ salî ve. ev agahî wergirtîyê ji layê Mamosteyê, navdar û Zimannas :KÎYO MOKIRYANÎ, dema Alfabêyek belavkir, di destpêka  salên, /60/ de. ji sed salîya /20/ ve. û ragihand, ku ev Alfabêyek Kurdîye kevnare.

Kîyo Mokiryanî, yê dibe birayê HUSÊN HIZNÎ MÛKIRYANÎ, ê ku alava çapkirinê, ji Almanya yê anî, û niştecî bû li bajarê Helebê, gelek Kovar û kitêb çapkirin, lê ji ber astengîyên, desthilata Ferensî ya dagirker, di wê demê de ew vegeriya Başûrê Kurdistanê aştî bo giyanê wan, Kîyo Mokiryanî him dibe.

bavê  D.KURDIDTAN MÛKIRYANÎ

 .

paşre, M. Cewdet rola Zanyarê mezin û qedir giranTEWFÎQ WEHBÎ.(1891-1984).  dide xuyakirin,di vî warî de  

 

Polat Can, gellek navan nîşandike ku rola wan di pêşketina, Alfabêya Latînî Kurdî de hebû,

Diyardike, ku ji sedsaliya/19/ ve, hinek Rewşenbîrên, Kurd û yên ne Kurd, ev Alfabê bikar anîne. ji layê (Rojhilatnasê, Rûsî (Biyûter Lîrx-1828-1884). lê mixabin tu sûd yên buha, ji berhemên, wî ne hatine, wergirtin, li gorî agahiyan, lê belê ew navên kesayetiyên Kurd yên ku ev Alfabêya Latînî pêk anîne, di nava sed saliya /19/ diyar nekirîyê bê kîne û navê wan çi ne …?

Paşre Elîksander Cava tîpên Latînî bi kar anîye, paşre dibêje D.Adurehman  Cewdet pêşinyarkiriye bo pêk anîna tîpên Latînî. di gotarekê de, hatibû weşandin di Kovara. (Roja Kurd) de. Lê a rast navê wî. D.Abdellah Cewdet ne Abdurehman e

 

Ezê herim pirtûka (Doza Kurd).ya xebat karê qedir buha, rehmetî:

(Qedrî Cemîl Paşa-1891-1973).

Li gorî ew dibêje, Zekî Beg yê karmendê posta (Berîda). Îstanbolê ew yekemîn kesayet ragihandiye,(1913) ku Tîpên Erebî, neduristin bo Zimanê Kurdî, û paşre D.Ebdellah Cewdet tekezîya gotina wî kiriye.

Qedrî Paşa him dibêje, ku dema Mîr Celadet, (1893-1951).beşdarî şandekê dibe, bihevaltiya Serkirdeyê Ingilîzî, yê bi navê ( Nûêl ). dema ku amancên wan hebûn li nav Hoza Reşwanî ya Kurdî, digeriyan

li Bakûrê Kurdistan, sala.(1919).,.wê demê Mîr Têbînîkir, ku serkirde Nûêl  Latînî bikartîne, dema têbînîyên xwe tomardikirin, loma ew têbînî di bîra Mîr de man, û jêr bûn weke, bingehekê, ku ALFABÊYA Kurdî Latînî sazbike.

Lê giringe, bi vê boneyê, em keda ROCÊ LÎSGO(1914-1975)-Kurdlociyê Ferensî bibîr bînin, û beşdariya wî bi vî karê pîroz ve, lê belê e wî pir sûd wergirtin ji Bedirxaniyan, û Apê Osman Sebrî, bo fêrbûna Zimanê Kurdî, ji bilî berhemin, buha û taybet, nivîsîn, li ser Kurdên Êzîdî, çi li EFRÎN, û çi li CIZÎRÊ

 

Hinek hewildanin din. hebûn bo bêkanîna Tîpên Latînî, weke hewildana ( Komîteya-Hêvî). ya Şagirtên Kurd

 

piştî Cenga Cîhanî a yekem, bi dawî bû(  Macirson). pêşinyarkir bo pêkanîna Tîpên  Latînî- Kurdî. û du pirtûk nivisandin bo vê projeyê, lê mixabin ew kar cîyê xwe negirt ji alîyê rewşenbîrên Kurd ve

.

paşre zor giringe, em bibîr binin, xebata Rewşenbîrê mezin û navdar. (Erebê Şemo).

Ku di salên nêzî (1925-1927).de

Alfebêya Latînî-Kurdî amadekir. li ser daxwaza Hukûmeta Sovyêtê û Wezîrê Zanistiyê yê Komara Ermenistanê, weke yekemîn Alfabê bisîstemeke nuh diristkir, û bi wê Alfabêyê Arebê Şemo yekemîn Romana xwe pê bikaranî, ya binavê Şivanê Kurd sala (1930). û dûre kovara xwe ya binavê Rêya Taze. lê mixabin dema Sitalîn bû serokê Sovyêtê ew Alfabê qedexekir, û biserde Erebê Şemo/19/ sala. sergon kir, ji sala(1937-1956) dema Sitalîn koça dawîkir, Erebê Şemo careke din vegerîya Komara Ermenistanê, bibiryara desthilata Sovyêtê

 

Lê mixabin kesayetîyekî zor giring heye, ku kêm caran tê ser Ziman û bibîr anîn, ew kesayet, keşe yê Îtalîye, yê binavê( Morîtzyo Garzonî-1734-1803).

Garzonî yê ku (25) salan li başûrê Kurdistanê jiyîn bûye, û di wê encamê de yekemîn kitêb li ser Rêzimanê kurdî Nivîsîye û ji bilî Ferhengekê ji (4500). gotinan girêdayî kitêba xwe kirîye. û bi vê boneyê min gotarek li ser ked û xebata wî nivîsîye.

 

Ser dawî ev Alfabêya ku em anha pê dinivîsînin, ew a bi navê Mîr Celadet Bedirxan Paşa ve bi dawî bûye

 

Qedrî Cemîl Paşa dibêje: di sala (1931).de

Civînek çêbû, li mala (ALÎ AXA ZILFO) li paytexta Şam, û bi Amadebûna Mîr Celadet, û Ekrem Cemîl Paşa, û Mûsa Beg yê ji Kurdên Şamê ye. û rêkeftin çêbû bo bikaranîna Tîpên Latînî bo Zimanê Kurdî, yê ku anha piraniya Milletên kurd pê dinivîsin û diaxivin, lê mixabin kirîzek mezin çêbûye di nav Milletê Kurd ve, ku îro Roj bi du alfabêyên, berfireh diaxivin û dinivîsin, û bipiranî…! Latînî û Soranî.

 

di sala (1932). Mîr Celadet dest bi nivîsandin, û çapkirina Kovara xwe kirî ye, ya binavê HAWAR, û jimara yekem çap kirîye, di /15/ Gulanê de, û her weha Gelê Kurd her sal ahingan li dar dixin bo vê boneya pîroz

 

المصادر باللغة العربية :

1-            نبذة مختصرة عن تاريخ اللغة الكوردية والعقبات التي تواجه لغة كوردية موحدة – دكتور مهدي كاكه يي.

2-            كوردستان هي مهد اللغات الهندو أوروبية- د . مهدي كاكه يي

3-            أسلاف الكورد الخوريون يبتكرون أول أبجدية في تاريخ البشرية.د.مهدي كاكه يي. مقالات د. مهدي كاكه يي متوفرة على صفحات التواصل الاجتماعي وموقعه الرسمي.

4-            أول أبجدية لاتينية متكاملة للغة الكردية، جودت هوشيار، موقع الحوار المتمدّن، ٣٠/٧/٢٠٠٥/.كما أن البحث منشور في موقع كورد أونلاين أيضاً .و موثق بالهوامش والملاحظات.

5-            الأبجدية الكردية، بولات جان، أدب و فن, لغة الملائكة، تاريخ ٣/١١/٢٠٠٩.البحث منشور في الموقع الرئيسي، الحوار المتمدن، دون ذكر المراجع، أو المصادر.

6-            ايضاً نفس المقال باسم آخر،كول نار/١٣/٥/١٠. صفحة منتدى كوباني.

7-            مسألة كردستان، قدري جميل باشا، كتاب ورقي.تقديم د.عزالدين مصطفى رسول، بيروت ط ثانية ،١٩٩٧.

8-            إضافة إلى ويكيبيديا

 

المصادر باللغة الكوردية:

-      Dîtin û Bîrhatinên min, Hesen Hişyar, çermê yekem, çapa yekê, /1993/.Beyrût, çapxana, Emîral

-      Vîdeyo- ji amadebûa, peyamnêrê, War TV-M. Mehdî Mitlu/7/8/2021/.


 

 

 

 

 

KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ JÊDER Û PÊŞKETIN Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 22, 2023 Rating: 5 KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDΠ JÊDER Û  PÊŞKETIN Pênûsa Azad-H. 15 SEÎD YÛSIF   Ziman afrandinek Mirovahîye, diyardeyek civakîye, bi guh...

ليست هناك تعليقات: