Ji civaka Kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 9 أكتوبر 2023

Ji civaka Kurdî

 a

Ji civaka Kurdî                                                            

(Derbirînên jina Kurd)   Pênûsa Azad-H-15                                                                          


                    

LUQMN YûSIF

Di wêje û civakên cîhanî de, rewîşt û tîtal,yan jî gerdîş nayên paşguhkirin.Ziman û wêjeya Kurdî jî beşeke  di avabûna civaka cîhanî de û bi zengîniya xwe,û li gorî helwest û dîtinên lêkolîner û dîroknas û her weha rojhilatnasan di vî warî de ew di pileyek bilinde ye,lê mixabin ji layê rewşenbîr û ronakbîrên Kurd ve ew guhdana balkêş pê ne hatiye kirin,û evê sedem û têbîniyê hişt ez berê xwe bidim beşekî ji beşên civaka kurdî ku di riya wê re hin derbirîn tên bi karanîn,lê bi rengê gelêrî ku wêjevan û nivîskarên me xwe ji wan bi dûrdikin bêyî li ser rawestin ku ev beşekî giring û bengihîne ji rewîşt û tîtalan ku di dawî de ziman û wêj ne tenê pê zengîn dibin,lê  belê ew  bihtir pêşdikevin.                                                        

Xaleya ku ez dixwazim di vî warî de bînim ziman bihtir bi civaka jina Kurd ve girêdayî ye, û her derbirînek di helkeftek yan boneyek guncaw û girêdayê babetek taybet de tê bi karanîn û ji wan:                                         

-Eybîya Reşê:

Ev hevok, yan jî ev derbirîn ji layê jina Kurd ve di boneyên taybet û bûyerên matmayî de tê gotin.

Çîroka Reşê çiye,û çi rû reşî kiriye ew babetek e cidaye û armanc jê ew e ku jin helwesta xwe ji kiryara berçav.

-Te xwelî li serê min kirê:

Dema kiryarek awarte û bi matmayîbûnê ve girêdayî be,ev derbirîn ji layê jinê ve tê bi lêvkirin.                                                                                     

-Te kezya(pora)min kurkirê:

Ev derbirîn girêdayî bûyerên şermezariyê ye û car caran bi bûyerên mirin û nîşkav e jî tê girêdan,yanî li gor boneyê tê gotin.                                         

-Wa weylê:

Ev derbirîn bihtir ji layê dê ve tê bi karanîn,nemaze dema zarokek ji yên wê bi kiryarek ne di rê de dirabe û di gelek caran de cihê hişyariyê digre,lê ji bilî dê jî evê derbirînê bikar tînin û her jinek li gor rewşa bûyerê destnîşandike.                                                                                                        

-Weyla pepûkê:

Derbirînek gelek belav e di civaka jina Kurd de.Ew di bobelat û kerasetan de tê bi karanîn û car caran di bûyerên matmayî de jî.                                  

-Li min qirikê:

Qirik bi xwe baleyek navdar e li herêma me û ji ber çîrokek wê ya taybet heye,jina Kurd ew kiriye jêder ji bobelata xwe re û di rêya wê re hestê xwe dide diyarkirin.                                                                                               

-Ji bavê xwe,yan jî ji riha bavê fedî nakê:

Ev derbirîn tê gotin ji jinekê re, yan jî ji keçekê re  dema bi kiryarek ne di rê de rabin,mebest jî ji vê derbirînê ew e ku pêwîste jin, yan jî keç rêza wê ji bavê wê re hebe û ji bo ku bavê wê bi sedema kiryarên kirêt û şaş ne be ser tewandî,ji lewma jin tê bi bîranîn wek haydarîkê ku di encamê de bi rengek neyînî li bav ne vegere.                                                                 

-Sikura min bişikê:

Piştî karekî bi encamek neyênî ji layê jinê ve,ev derbîna wêyî poşmaniyê ye,û di civaka jina Kurd de gelek belav e.

-Xebînetê:

Di dema têkçûnekê de,yan jî di pey ji destçûnekê re ev gotin derbirîna nîşana mixabiniyê ye, û di jiyana rojane de gelek tê bilêvkirin.

-Ez kor bibim:

Derbirînek gelek caran ji dêla sûndê ve tê gotin,û wek şêweyekî ,yan jî hewildanekê ye bi armanca baweriya ya(Yê)li hember pê were.

-Felaq reşiya mine:

Dema jinek gazinekê ji sense xwe bike,yan jî kiryarek berevajî daxwaza wê rûbide ,ew bêşensî,yan jî bêqudoşiya xwe bi vê derbirînê diyardike.

-Ev jî ji şensê min î kor e:

Sebaretî jinê ev derbirînek bi wate ye jê re dema dem û dewran,yan jî çerxa felekê ne li gor daxwaz wê be.Her weha tê bilêvkirin di dema ku yek ji zarwên wê bi hin kiryarên xirab dirabe û di civakê de ne yê pejirandin.Ev derbirîn mîna gazinekê ji şens e.    

Ev xalên navbihûrî ji sedên salan ve ta roja me ya îro têne bi karanîn û ji ber berdewamiya ziman û jiyana civakî ewê bimînin beşek pir giring ji alavên derbirînan.

Têbînî:

Ev çend nimûne bûn ji derbirînên jina Kurd ,û ji bilî wan bi dehan hene,heger ne bi sedan bin,lê wek nimûne min ev bi tenê anîn ziman.  

Ji civaka Kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 09, 2023 Rating: 5  a Ji civaka Kurdî                                                               (Derbirînên jina Kurd)    Pênûsa Azad-H-15               ...

ليست هناك تعليقات: