Lozan … Kurd û Kurdistan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 8 أكتوبر 2023

Lozan … Kurd û Kurdistan

 

Lozan …Kurd û Kurdistan

Ismaîl Pêşekcî

Wergêran: Welat Tewfîq



Veguheztina tîpên aramî bo latînî: Mişelê Osman

Pênûsa Azad :H-15

 

Bêguman, konfirasê Lozan bo Kurd û Turkan herduyan yek raman nîne, Lozan bo Turkan tapoya komarê ye.

Bo Kurdan jî afirandina koletî û bindestiyê ye. Bo gelên siryan û aşûrî jî, rewş bi heman şêweyî ye. Her li ser vî binyatî em dişên vê rûyîdanê bi helsengînin.

 

Li nîva sala 1922ê, li destpêkê welatê Berîtanya û paşê hemî welatên dî yên hevpeymaniyên rojavayî xwe ji welatê Osmanî vekêşan. Ew rêveberiya Turkî ya piştî kongireyên Erzerom û Sêwasê hatine danîn, weku rêveberiyeke leşkerî li Enqerê (TBMM) " Civata bilind ya gelê Turkiya (Berleman) ", hate vexwandin bo konfirasê Lozan, belê kurd yên berî du salan xwedî nûner di konfirasê Sîver (1920)ê de ne hatine vexwandin  bo konfirasî. Egerê serekî li pişt damezirandina vê civatê ( Civata bilind ya gelê Turkiya "TBMM"); jinavbirin û pert

Pirsa serekî ya kurd û Kurdistanê di dagîrkirin, parçekirin û beleavkirina wê daye

Û belavkirina civata mebhûsên Osmanî bû ji layê Ingilîzan ve li meha Nîsana 1920ê, piştî hîngê bi yek heyv civata nû ya Turkiya (TBMM) hate damezirandin. Ew mebhûs (Endam) yên civata kevin bicih hêlayî, hemî hatin û tevlî civata nû ya Turkiya (TBMM)ê bûn. Hîngê cografiya kurdan û berfirehiya wê li başûrî ji Silêmaniyê bû ber bi Qewqas li bakûrî, ji layê rojavayî ve ji rojavayê  rûbarê Firat heta rojavayê  derya Wanê li rojhilatî. Ev e; ew cografiya bû ya kurd li ser dijiyan ku pişkeke giring bûn ji bin desthelata serweriya Osmanî. Hema bêje ev hejmara kurdan û cografiya ew li ser belav bûn, qe di ya kêmtir ne bûye ji hejmara Turkan û wê cografiya berfireh ya Turk li ser dijiyan, em dişên bêjîn ew hindî yek bûn, belê li Nîsana 1922ê û demê civata bilind ya nîştimanî (Berleman) hatî ye danîn, navê Turkiya pêve kirin. Heta Lozanê jî çi hikûmet li Turkiya nebûn; ji bilî hikûmeta civata bilind ya gelê Turkiya. Di Lozanê de Enadol bi temamî, Ermenistan û pişkeke mezin ji Kurdistanê bûne ecindayên siyaseta karkirinê ji layê vê civatê ve. Piştî hîngê bi sê mehan ( Çiriya yekê ya 1923)ê dewleta Turkiya hate ragehandin. Navê komarê li ser dewlata nû ragehandî ya Turkiya, ku ya vala bû ji hemî rehendên dîmokrasiyetê, kurd hêlane destvala bêyî çi stato û qewareyî yên siyasî yên taybet bi xwe ve hebin.

Egerê vê çendê jî dê di du xalên li xwarê diyarkirî ron û berçav kin:

Erê pirsa serekî çiye?

Pirsa serekî ya kurd û Kurdistanê di dagîrkirin, parçekirin û belavkirina wê de ye, ev e ew qûnaxe ya li piştî şerê cîhanî yê yekê li Rojhelata navîn û bakûrê Mîzopotamyayê birêve çûyî. Kurd û Kurdistan li hemî parçe yên Kurdistanê tûşî siyasetên qirkirin û jinavbirina ziman û dîroka xwe bûne. Bo nimûne, ev çende li Turkiya bi biryar hatiye birêvebirin, bi şêweyekî ku bi berdewamî rewşa kurdan li Bakûrê Kurdistanê bi vê şêweyî bûye, eger hindek caran bo çend  demekên kurt ev çende hatibe rawestandin jî, belê di maweyê desthelata yek partî de em dibînin ku ev rewşe bêyî rawestandin ya berdewam bûye. Piştî şerê cîhanî yê yekê Ereb jî hatine parçe parçe û dabeşkirin, belê ew bûne dewletên cûda cûda, bi vî şêweyî ji nûka hatine parçe parçe û dabeşkirin, ereban evro her ji kendavê Besra heta Mexribê û li gel Felestînê, û welatên taybet bi xwe ve hene. Bi vî şêweyî bo kurd û ereban bizav û piroseya parçe parçekirin û dabeşkirinê ya cuda bûye ji naverokê ve.

Peymana Saykis - Bîko

Li nîsana sala 1916ê peymana nehênî ya Saykis - Bîko di navbera her du zilhêzên impiryal yên wî demî Berîtanya mezin û Ferensa de hatiye îmzakirin. Rûsya qeyserî jî piştî maweyekî ketiye di nav vê peymana nihênî de, piştî vî maweyî ev peymana nihênî, li sala 1917ê û di şoreşa Oktoberê de ji layê Trotiskî ve hate eşkerakirin. Piştî vî maweyî belşeviyan xwe ji peymanê vekêşa. Sererayê vê çendê hemiyê, lê her Ingiltera û Ferensa berdewamî da birêvebirina vê peymana nehênî. Erdên dewleta Osmanî yên bakûrî Mîzopotamya û Rojhelata navîn (Kurdistan) di navbera Berîtanya mezin û Ferensa de hate parçe parçe û belavkirin. Li Îraq, Urdin û Felestînê, ku girêdayî Berîtanya bûn, desthelatên manda (intîdab) yên Berîtanî hatine damezirandin. Li wan deverên girêdayî Ferensa jî yên wekî Sûriya û Libnanê jî bi heman şêweyî manda hatine damezirandin. Di şiyan daye de em desthelatên manda bi mêtingeh bidine diyar û qebûlkirin.

Li vêre û li gor dîtina min pirsa serekî ev e ye: Bo çî Kurdistan nehatiye damezirandin? Di wî demî de, Şêx Mehmûdê Berzencî li b

Başûrê Kurdistanê, vê çendê dibêje Ingilîzan: " Ez şahê Kurdistanê me. Min

Kurdistan ji layê her du hêzên dagîrkerên zilhêz yên serdemê xwe, ku Berîtanya û Ferensa bûn bi hemahengî û hevkariya rêveberên herêmî yên Turk, Ereb û Farisan hatiye parçe parçe û belavkirin

wek şahê Kurdistanê bidne naskirin". Belê, hêzên impiryal neku kurdistana serbixwe, belku kurdistana dagîrkirî jî qebûl nekiriye. Kurd û Kurdistan ji layê her du hêzên dagîrkerên zilhêz yên serdemê xwe, ku Berîtanya û Ferensa bûn bi hemahengî û hevkariya rêveberên herêmî yên Turk, Ereb û Farisan hatiye parçe parçe û belavkirin. Li vêre fere em kêmatî û xalên lawaz yên kurdan jî di vê qûnaxê de li ber çavên xwe nebûrînin, her wesa pêdivîye em di babetê parçe parçekirin û dabeşkirinê de jî hindek helsengadinan bikin, di maweyê birêveçûn û bi dûmahîk hatina peymana nehênî ya Saykis - Bîko de, gelek hevdîtin hatine pêkanîn di navbera Berîtanya mezin û Ferensa de. Di hevdîtinên yekê yên her du layan de babetê dana devera Behdînan - Barzan digel Sûriyê bo Ferensa û dana Silêmanî û Kerkûkê jî bo Berîtanya hatine gotobêjkirin, ev e wê çendê baştir ron û aşkiradiketin, ka piroseya parçe parçekirin û dabeşkirinê çi rêk girtiye ber xwe, li destpêkê Kurdistan bo Başûr, Bakûr, Rojhelat û Rojava hatiye parçe parçekirin, paşî Başûr bi xwe jî di nav xwe de xistiye bin gefa parçe parçekirin û dabeşkirinê, belê her wekî min li destpêkê jî de daye diyarkirin, ku Başûr li dûmahiyê hemî bo Berîtanya mezin hate dan, ev piroseya sebaret bi kurd û Kurdistanê ji royê hizirî û kirdarî ve; di maweyekî de hate rûdan, ku bergirîyeke tund ji prensîpên mafê çarenivîsiya gelan li ser astê nêvdewletî dihatne kirin û bizava cêbecêkirina vê çendê jî hatiye dan. Ron û aşkereye, ka Lênîn, Stalîn û Trotiskî li Sovyetê û li Emerîka jî, serok Wîlsonî çi kar û bergirî li ser mafê çarenvîsiya xweyetî kiriye bo gel û neteweyên cîhanê. Belê di vî maweyî de, çi caran Soviyetê milê xwe ne daye milê kurdan. Hemî deman palpişt û piştevanê wan siyasetan bû yên li ser parçe parçekirin û belavkirina kurd û Kurdistanê dihate birêvebirin. Ev e ramana wê çendê ye; ku di wî maweyî bi xwe de pirensîpê dana mafê çarenvîsiya xweyetî bo gel û neteweyan di bineret de yê îflinc bûye, ev piroseye di binekoka pirsa kurd û Kurdistanê de ye. Ev piroseye bi peymana Lozan, ku peymaneke nêvdewletî bûye, hate gerentîkirin. Ev piroseya Entî - kurd li serdemê komela gelan de hate birêvebirin. Em dişên bêjîn mezintirîn bê dadiya komela gelan kirî. Ew bûye ya bi dijî kurdan kirî. Piştî vî maweyî li deverên Başûr, Bakûr, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê serhildanan destpêkirin. Ev hemî serhildane bi hevkarî û hemahengiya yekgirtî ya desthelatên welatên herêmî di nav xwe de û bi harîkarî û piştevaniya serbazî, siyasî û aborî ya welatên zilhêz yên impiryal hatine jinavbirin. Piştî şerê cîhanî yê yekê komela gelan bo peydakirin û bihêzkirina aştî ya nêvdewletî hate damezirandin, belê komelê ne şiya bigehîte armanca xwe û serkeftin ne îna, ew ne şiya bibîte rêgirek, ku şerê cîhanî yê duyê ro ne dîtin, belê hewil û bizav bo damezirandina aştiyeke nêvdewletî bi dirêjiya şerê cîhanî yê duyê de berdewam bûn. Ew bû li dûmahiyê komela neteweyên yekgirtî li sala 1945ê hate damezirandin. Piştî damezirandina neteweyên yekgirtî, guherînên gelek mezin di roxsar û naveroka siyaseta nêvdewletî de hatine rûdan, belê kurd û Kurdistanê çi guherîn bi xwe ve ne dîtin. Bi heman şêweyî rewşa kurd û Kurdistanê ya dagîrkirî, parçe parçe û dabeşkirî, ya berdewam bû. Em dişên li ser pênedana Stato - qewreyekê serbixwe bo kurdan di van du xalên li xwarê diyarkirî de bidine diyarkirin:

1 – Şaşî ya civata bilind ya gelê Turkiya:

Propaginde dihate kirin civat ya turk, kurd û hemî layenên dî be, ev e jî bo egerê wê çendî kurd û turk; her du civatê û hikûmeta wê bi nûnerên xwe yên rasteqîne di konfirasê Lozanê de bibînin. Ev pêkve karkirin gelek ya şaş bû. Ev xalên li xwarê diyarkirî egerin bo vê dîtina şaş:

A - Her çend serokê nûneratiya hikûmeta civata bilind ya gel li turkiya (TBMM) Ismet Înonû yê kurd bû, belê wî çi girêdan û peywendî bi kurdan û kurdayetiyê ve nine. Zulfî Tîgrel, nûner (Perlamnter) ê civata bilind (TBMM) ê ji Diyarbekirê wek rawêjkar pişkdar bibû, bi heman şêweyî, ew jî li destpêkê piştevanê ithadiyan bû, paşê bûye alîgirekê serhişk yê bizava Kemaliyan, em dibînin demê dora axaftina wî di konfirasî de hatî,  bi hêceta wê çendê ku yê nexoş e, ji ûtêlê derneket û gera xwe ya axaftinê di konfirasî de dide Ismet Înonûyî.

B - Hemî ew peyam û birûskeyên ji Kurdistanê bo konfirasî çûyîn: " Em yên digel turkan ". Piraniya van birûskeyan ji layê walî yên wilayetan ve hatibûne nivêsan û rêkxistin. Ew bi xwe jî di wî maweyî de (Dumahiyên sala 1922)ê çi rêxistin nebûn, ku nûneratiya kurdan bikin. Berî vî maweyî bi du-sê salan komela kurdî ya "Tealî Kurdistan" û saziyên dî yên wekî Govara ( Jîn ) hatibûne daxistin û qedexe li ser hatibû danîn, ev e di maweyekî de, ku hîngê hêşta Inglîz di Estenbolê de bûn.

C - Ew bîrokeya şaş ya hatî ye ragehandin, ku civata bilind ya gel li turkiya ya turk û kurda ye, her çende hindek endamên kurd di civatê de hebûn, lê piraniya rewşenbîrên kurd bi taybet jî yên endamên komela Tealî Kurdistan ya berê hîngê hatiye daxistin bi ron û aşkerayî dizanî, ku ev çende fêl û biserdabirina kurda ne, belê mixabin çi amraz di destên wan de nebûn, ku bişên vî dengî bigehînin cihên peywendîdar, belko wan bo silametiya giyanê xwe, rêgên dîtir girtine ber, pirraniya wan ji cihên xwe mişext û aware bûn û derkeftine ji derveyî Turkiya.

Ç - Yek ji giringtirîn egerên van pêşhatan, maweyê di navbera salên1878 – 1923ê bû, ev e maweyê giring û hestyar bû di babetê pirsa Ermenan de, anku maweyê şaş têgehiştin û şirovekirina Rojavayî bû li ser pirsa Ermenan li deverê, ku qûnaxeke (45) salî bû, maweyê di navbera Sîver û Lozanê de, pirojeyê Ermenistana mezin,

ku temamiya bakûrê Kurdistanê

Ji beravên derya spî ya navîn heta derya reş ve digrt, babetê germ yê rojeva siyasî bûye. Parêzgehên Erzerom, Sêwas, Mamorte, Elezîz ( Xerbot ), Diyarbekir, Bedlîs û Wan li xwe girtibû, û nav lê kiribû wilayat elsite ( Her şeş wilayet ). Bo bihêzkirina piropagendeya " Kurdistan dê bîte Ermenistan", gelek tişt dizivirîn û dihatin û diçûn. Di vê rewşê de, hetmî bû ku kurdê musilman dê pitir xwe nêzîkî Turkiya musilman ketin, ne wek ermenê kirîstîyan.

2 - Hevdîtên duqolî yê kemalî û Ingilîzan:

Hate zanîn, ku li destpêka konfirasî hevdîtinên xurt di navbera serokê şandê Berîtanya mezin ( Gurzon ) û serokê şandê hikûmeta civata bilind ya gel li Turkiya, Ismet Înonû de hatine birêvebirin. Her çende li vêre bi şêweyekê rastexo behsê kurdan ne hatibû kirin, belê di birgeyên kêşeya wilayeta Mosil û pirsên dî yên kemîneyan de, kurd karêkterekê serekî bûye, belê bi berdewamî û di demê navê kurdan dihat, şandê Turkî digotin: " Kurd û turk yekin û digel êkdane ". Vê piropagendeyê şîya xwe bi konfirasî bide qebûl kirin bi berdewamî Ismet Înonûyî amaje bi wê çendê didan, ku Kurd û Turk yekin û behs li yekgirtina herdukan dikir. Eha di maweyê axaftina ( Lord Gurzon )î de, demê wî behs li kurdan û hebûna wan dikir, bi vî şêweyî dihate rawestandin û ev gotine bo dihatine arastekirin. Belê bi tenê du salan piştî girêdana konfirasê Lozan, anku; li sala 1925ê û di serdemê berxwedana Şêx Seîdê Pîran de, wî bi xwe ( Ismet Înonû )î got: " Her kesê li Turkiya bijît; Turk e, bi tenê Turk dişên daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin ". Wekî dihête zanîn konfirasî li 11ê çiriya duyê ya sala 1922ê, dest bi birge û pirogramên xwe kiribû, li 4ê Sibata 1923ê konfiras biserket û şandê Turkî zivirî Enqerê. yekser piştî hîngê anku li 17î Sibata 1923ê kongirê abûrî yê Ezmîrê hate birêvebirin û di kongireyî de pêşniyara sîstemê kapîtalizmê bo abûr û siyaseta Turkiya hate kirin, ku piştgermî li ser imtiyazatên biyanî bihête kirin. Li 1ê Nîsana 1923ê civata yekê ya Pîçek dîmokratî; ji roxsarê xwe ve hate helweşandin û helbijartên civata duyê bo pesendkirina birge û maddeyên Lozanê destpêkir. Konfiras dûbare li 23ê Nîsana 1923ê kom bûye ve, piştî sê heyvan, anku li 24ê Tîrmeha 1923ê kombûn û danustandin bi pesendkirina hemî birge û maddeyan hate bi dawîkirin. Peyman ji layê endamên civata duyê ve hate pesendkirin, ku endamên ji layê Mistefa Kemal Etaturkî ve hatibûne destnîşankirin.

Gelek hûrkariyên kêm li ser çawaniya birêveçûna gotubêjên sê heyvî yên di navbera ( 23ê Nîsana 1923 - 24ê Tîrmeha 1924 )ê bo raya giştî hatine belavkirin. Bi rastî jî kêşeya herî mezin eveye, me çi zanyarî nînin li ser wan danustandinên

duqolî yên di navbera Turkiya û Berîtanya mezin de birêveçûn di maweyê de navbera ( 4ê Sibata 1923 - 23ê Nîsana 1923 )ê de, Turk û Ingilîzên heta duhî ne yek û heta duhî  xirabtirîn gengeşe di navbera Gurzon û Înonûyî de birêve diçûn, çawa evroke destên wan di têkda ne? Ron û aşkeraye, ku rewşa kurdan, kêşeya Mosil ( her çende hatibû paşxistin ) û pirsa neftê di vê rêkeftinê de, ji babetên giring û here serekî bûn. Bo çî dewleta Kurdistanê di vî maweyî de nehate avakirin, ku maweyekê gelek guncayî û bikêrhatî bû? Bo çî ew pêgehê di Sîverê de bi kurdan hatiye dan; di Lozanê de pênehate dan?

Li ser vê çendê em dişên evê bêjin: Hîngê Iraq ji sê wilayetan pêkdihat. Mûsil, Bexda û Besra. Mûsil hîngê hemî herêma Başûrê Kurdistana evroke ve digirt, bigre ji Hewlêr, Dihok, Silêmanî li gel Kerkûkê, her ji Şengalê heta Xaneqîn. Berîtanya dixwest Mûsilê ( Wilayeta Mûsil ) bi wê Iraqê ve girêbide ya wê niyaz bû bidamezrênit, ji ber ku; li sala 1908ê neft li Kerkûkê hatibû dîtin û neft jî madeyekê xam yê gelek giring bû, bo pîşesaziya Berîtanî. Mistefa Kemal paşa bi tundî  bi dijî vê dîzayna Berîtanya rawestiya û got: "Bavûbapîrên me bo maweyê 400 salan desthelatdariya vî erdî kiriye, ew erdên me ne, yên me Turkan ". Li ser vê pirsê danustandineke bihêz ya diplomasî di navbera Ingilîzan û Mistefa Kemal paşayî de birêveçû. Ew dijayetiya siyasî - diplomasî ya di navbera aliyên siyasî de heyî, ber bi dûmahiya sala 1923ê hatine çareserkirin. Dibêt Mistefa Kemal paşayî ev çende bi Ingilîzan gotibû: "Em dê xwe ji Mûsilê vekêşin, lê bêyî dudilî pêdivîye hûn  rêgê bi dawakariyên serbixweyî û otonomî yên kurdan nedin". Hemî cih û erdên Berîtanya bi ser de girtî, bigire ji Botiswana heta Xana, ji Hindistanê heta Kîniya û hemî deverên dî, li dûmahiyê bûne damezirandiyên serbixwe. Li ser vî binyatî kargêriya koloniyalîzma Berîtanî ji kargêriya Ferensî cudatire. Bi tenê ew cihê di bin desthelata Berîtanya ve; ya nebûye xwedan qewarê xwe yê serbixwe, kurdistan bûye. Bi dîtina min ev çende jî li ser Berîtanya; verêja wê fişara mezin ya Mistafa Kemal Etaturkî bû.

Hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê

Li sala 2003ê Emrîka destêwerdana leşkerî di Iraqê de kir. Piştî vê destwerdanê li sala 2005ê destûrekî nû bo Iraqa nû hate danîn. Her li ser vê destûrê hikûmeta herêma Kurdistanê li sala 2005ê hate damezirandin. Goman têde nîne, hikûmeta herêma Kurdistanê qewareyekê siyasî - yasayî – destûrî ye, belê ev pêgehe û qebarê vî pêgehî, bes nîne bo kurdan, ku nûnerayetiyê di rêxistinên nêvdewletî yên netewyên yekgirtî û konfirasê îslamî de hebin. Em baş dizanin, ku bi tenê bo welatên serbixwe heye ku nûnereyatî di van rêxistinên nêvdewletî de hebin. Her ji ber vê çendê jî vê damezrawê ( Hikûmeta herêma Kurdistan )ê pêdivî bi dewletbûnê heye, pêdiviye bibe dewlet. Hemî mercên dewletbûnê di herêma Kurdistanê de dihêne dîtin. Xwasta dewletê di rêfrandomê de bi dengê pitir ji 90% ya xelkê herêmê hate dupatkirin.

Gelek kurd hene demê behs li dewletbûna Kurdistanê dihête kirin Dibêjin: "Kurdan pêdivî bi dewletê nine, serbixwe bûn bo kurdan xirabe". Ev boçûne ne ya kurdane, belko ya wan kesane yên dixwazin kurd di bindestiyê de bimînin, wekî; dewletên Turkiya, dewleta Iraq, Îran û Sûriyê ye. Berdewamiya birêvebirina van piropagendeyan ne di qazanca kurdan de ye, bervajî, belku di qazanc û serkeftina layenên dagîrkerên Kurdistanê de ye. Eger dewlet nebêt tu netiştekî, ne şêyî bibîne xwedanê tiştekî, ne îradeya siyasî û ne jî çi damezrawan. Tenanet tu ne şêyî mozexaneyekê jî bidamezrênî, tu ne şêyî kurdistanekî biparêzî. Xuyaye kurd li Başûrê Kurdistanê bi tenê piştî damezirandina hikûmeta herêmê û îdara serbixwe de şiya ye bibite xudana damezrawên xwe û sîfetên dî.

Encam

Sed salan berî nuke, bi îmzakirina peymana Lozan li sala 1923ê, kurd tûşî mezintirîn nedadperweriya dîrokî bûn. Kurd bûne yek ji mezintirîn gelên bê dewlet li cîhanê û Kurdistan jî bi ser dewletên dagîrker û bo dagîrkirîyeke nêvdewletî parçe -parçe û dabeş bû. Her çende çi caran ev bêdadî ye nahête qerebûkirin, belê evro pêdiviye komelgeha nêvdewletî û komela netewyên yekgirtî, tiştekî bo kurdan bikin û neçare jî bikin, evro Bakûrî Kurdistanê yê di bin desthelata dewleta Turk de, Rojhhelat ya li bin desthelata Îranê, Başûr û Başûrê Rojava jî ya li bin desthelata Sûriyê û kurdistana Qewqas jî ya di bin desthelata Azerbîcan - Ermîniya de, milletê kurd xwedanê xwe û çi mafên taybet yên neteweyî nîne.Başûrê Kurdistanê, ku heta niha jî ya girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê ye, xwedan qewareyekê fîdralî ye. Pêdivîye ev qewareyê siyasî yê fîdralî li Başûr bibe dewlet û qewareyê Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bibe otonomî. Xebat li Bşûrê Rojavayê Kurdistanê, ku li bin desthelata serweriya Sûriyê de ye û pişkeke wê hatîye dagîrkirin ji layê Turkiya ve, ya di rewşeke gelek hestiyar û metirsî de, li Rojhelatê kurdistanê û di bin desthelata rijîma Îranê de, gelê kurd yê di bin dijwartirîn fişaran de derbas dibe, rojane lawên kurd li darê sêdarê didin. Li Bakûrê Kurdistanê jî ya ku piraniya cografiya wê kurdnişînin, kurd bi hemî hêza xwe yê xebata bergirîkirinê ji xwe dikin bo mafên xwe yên neteweyî - dîmokrasî. Her wekî em dişêyin bizanîn, komelgeha nêvdewletî di wî serdemî de ( Serdemê komela gelan ) ku maweyê îmzakirina peymana Lozanê bû karîgerîyeke gelek mezin li ser kurdan kiriye. Kurd dixwazin komelgehê nêvdewletî bo vê qûnaxê û bo xebata xwe ya her pênc pişkên Kurdistanê rabikêşît. Ev e qereke pêdivîye her çewa be komelgehê nêvdewletî û cîhan li kurdan bizivirneve.

Jêder: Kovara Metîn hejmara 237

 

 

 

 

 

 

 

Lozan … Kurd û Kurdistan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 08, 2023 Rating: 5   Lozan … Kurd û Kurdistan Ismaîl Pêşekcî Wergêran: Welat Tewfîq Veguheztina tîpên aramî bo latînî: Mişelê Osman Pênûsa Azad :H-15  ...

ليست هناك تعليقات: