Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist . - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 2 مايو 2023

Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist .

 Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist .

Bi serperiştiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û bi amadekirina Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya û beşdariya hin Komele , Sazî, Çalakvan, Siyasetmedar, Rewşenbîr û Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrya û Cemawerek ji Revenda Kurdistanî li bajarê Münster, doh Duşemî 01.05.2023 li bingehê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster û di çwarçoveya Hevdîtin û seredanên xwede li seranserî Ewropa û bi taybetî li Welatê Almanya, konfederasyona Revenda Kurdistanî  civîneke berfireh û vekirî lidarxist. Li despêkê Serokê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya rêzdar Nadir Doxatî bigermî bixêrhatina Mêhanan kir û sipasiya hatina wan kir, piştî Xulekek rawestandin li ser giyanê pakê qurbaniyên Kurdistanê, Serokê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Dilbirîn Şingalî di kurte peyva xwede bixêrhatina Şandê Mêhvan kir û sipasiya hatina wan kir. Piştre Serokê  Konfederasyonê rêzdar Dr. Îsmaîl Kamil sipasiya hatina Mêhvanan kir û liser rewşa Diyaspora Kurdistanî û qonaxên têde derbasbûyî ji roja damezrandina wê û heta îro û helsengandinda karê wê û destnîşankirina xalên lawaz axivîn û got  ku ewê bi hemî şiyanên xwe çareseriya wan bikin, nemaza piştî hilbijartina wan weke Desteya nû ya Konfederasyonê, herwisa Rêzdar Kovan Amedî Sekreterê Konfederasyonê jî li ser heman babetî axivî û got ku ewê bi hemahengî û karê hebeşre çareseriya tev pirsgirêkan bikin ji bo Aktîvkirina Revenda me ya Kurdistanî li Diyasporayê. Piştî bidawîhatina Mijarên herdu Rêdaran dergehê gutûbêjan hate vekirin û yek bi yek li têbînî û pêşniyazên wan hate guhdarkirin û soz hatin dayîn ku ewê van Xalên lawaz çareser bikin ji bo xizmeta Revenda Kurdistanî da ku em li pêşerojê bikaribin bingeheke xurt ji bo ( Lobîyeke ) Kurdistanî damezrînin. Hejiye bînin zinan ku ev Civîn di Keş û Hewayekî pir ji Biratî û hestê Netewî û çanda lêburînê hate bidawîxistin.

Bijî Kurd û Kurdistan 

Bijî yekrêziya Mala Kurdistanî 


Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya 

Kurdische Rat in Deutschland e.V.

2î Gulanê 2023





Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist . Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 02, 2023 Rating: 5  Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist . Bi serperiştiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û bi amadekirina F...

ليست هناك تعليقات: