Sasanî kurd bûn ne parsî bûn D. Mihdî Kakeyî-Wergerandin ji erebî: Ebdulhekîm Muhemed - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 2 مايو 2023

Sasanî kurd bûn ne parsî bûn D. Mihdî Kakeyî-Wergerandin ji erebî: Ebdulhekîm Muhemed

Sasanî kurd bûn ne parsî bûn  D. Mihdî Kakeyî-Wergerandin ji erebî:  Ebdulhekîm Muhemed



Di xeleka çûyî de me dih (10) nîşan ûpalpiştên ku kurdîtiya Sasaniyan tekez dikindiyar kirin, di vê xelekê de jî emê kurdîtiyaSasaniyan bihtir tekez bikin bi diyarkirinapalpişt û nîşanên bihtir.

11- Zaravê Hewramî yê kurdî ew bi xweye zimanê Pehlewî yê ku Sasanî pê daxivîn,

zaniyar Mes`ûd Muhemed dibêje ku dipirtûka (Elmu`cem fî me`ayîr eş`ar el`ecem`` ferheng di pîvana helbestên ne erebî de`` ) ya Şemsedîn Muhemed

kurê Qeys Elrazî de, ku min ji parsî wergerandiye erebî, ev tê dehatiye: {min dît ku xelkê îraqê pir ji çêkirin û stiranbêjiya fehlewiyê(Pehlewî) hes dikin, û ew ne sazeke dilbijok e ji peyvên erebî yan jiristineke durrî (parsî) hatiye ku dil û cegerên wan biriye mîna: (saza Ewreman ``Hewraman`` û malika Pehlewî [17]}. Malika helbestê(saza ewreman û malika pehlewî) stirana Hewramanî diyar dike,ku saza stiranê girêdayî ye bi zimanê wê ve û ev tişt dide diyarkirin ku zaravê Hewremanî bi xwe zimanê Pehlewî ye.

Sebaretî Parsan, piştî têkçûna desthilatdariya Eşkanî sala 226 z. ûhatina Sasaniyan ser desthilatdariyê, zimanekî parsî nû çêbû, evzimanê nû ku di dema Sasaniyan de pêk dihat jê re digotin (zimanêParsîkî) ji bo cudahiyêbixin navbera wê û zimanê parsî yê kevn û yê

Sasanî kurd bûn ne parsî bûn



D. Mihdî Kakeyî

D. Mihdî Kakeyî

Wergerandin ji erebî:

Ebdulhekîm Muheme

/ 14 / 2023

nûjen de [18], ji ber ku zimanê Pehlewî (Kurdî) zimanê Sasaniyan bû û axaftina parsiyan bi zimanekî din ew jî zimanê (Parsîkî) ye,dide xwiyakirin ku Sasanî Kurd bûn. Wek mînak; gotinên Pehlewî(sera, serdar, ferman, serheng, sertîb td.) ta niha jî zindî û axaftî

ne di zimanê kurdî de.

12- Kurdan rêzdarîû mezinahî didane(Kawayê Hasinkar) yê

Kurd, ku navê Alaya vê emperatoriyê (Ala Kawiyan) bû, û navê Kawiyan ji navê Kawayê hasinkar hatiye, tê gotin ku ew e ê ku padîşahê stemkar (dehak) kuşt û berdilka xwe ya karê hasinkariyê hilda mîna alayê [d], bilindahiya alê 12 zend bû û ferehiya wê 8 bû, ji çermê piling hatibû çêkirin û bi yaqût, mermer û zêran hatibû xemilandin. Di şerê Qadisiyê de, yê ku di navbera erebên misilman û Sasaniyan de sala 636 z., misilmanê ereb biser ketin û dest danîn ser vê alê û dane şûngir (Umerê kurê Xetab) li gel du keçên padîşahê Sasanî (Yezdkurd) ku wek dîl ``sebî`` hatin birin, navê wan: (Şahjinan) an (Gîbano) û (Şarbano), Muhemedê kurê Ebû Bekrê Sidîq Şahjinan ji xwe re bir wek hevjînekê û Hisênê kurê Elî kurê Ebî Talib Şarbano ji xwe re bir, û ew dayika pêşîvanê Şî`e (Zênilabidîn kurê Hisên) e. Ji ber ku Alaya Kawa ya Sasaniyan bû, ev jî nimûne û nîşaneke kurdewariya Sasaniyan e [19].

PÊNÛSA AZAD/ 14 / 2023

13- Pirtûka bi navê (Eltarîx Elsexîr `Dîroka biçûk`) ya nivîskarekî Suryanî nenaskirî ye (jidayikbûna wî piştî sala 680 bû), li ser dîroka kenîseya nestoriyanî daxive û li ser bûyerine dîrokî giring daxive ku di sedsaliya şeş û heftan de rû dane, di rûpela (100 - 102) an de, nivîskar agahîne giring li ser koka Sasaniyan û serokê Sasanî (Hormazdan) ê ku serdarekî leşgerî bû li devera (Xozistanê) dibêje. Ev serdar hate dîlkirin ji layê artêşa erebî ya islamî ya dagîrker ve di dema Umerê kurê Muxtar de û piştî girtina wî hate kuştin bi destêwan, nivîskarê pirtûkê dibêje ku (Hormazdan) kurê apê padîşahê dawî (Yezkurd III) yê Sasaniyan bû û neviyê padîşah (Erdeşêr Papegan) bû, û dibêje ku ev serwerê Sasanî ji niviyên kurdên Mîdî ye.

Her wiha (Paravaneh Pourshriati) dibêje ku Hormazdan ji nişteciyê Mîdiya bû [e], ev jî tê bi wateya ku ew ji Mîdiyan bû. Ev herdu jêder didine diyarkirin ku Sasanî ji koka bapîrên kurdan ên Mîdî bûn, ev jî nîşaneke din e bo tekezkirina kurdîtiya desthilatdarên Sasanî.

14- Têkoşîn û berxwedana xelkên Emperatoriya Sasanî li dijî êrîş û dagîrkirina Erebî ya islamî bi taybet û tenê li deverên Kurdistanê bû, wek (Şarezor, Mûsil, Hilwan, Nihawend û Celewla) ku wan berevanî di ber desthilatdariya Sasanî ya Kurdî de kirin, lê li deverêdin ku nişteciyên wan ne Kurd bûn berevaniyek xurt çênebû, berevaniya kurdan di ber dewleta Sasanî de berevaniyek di ber dewleta Kurd û desthilata Kurd de bû.

15- Helbestvanê Kurd (Hacî Qadir Koyî 1817-1897) di helbesteke xwe de ku berî sed salî nivîsandiye dibêje ku Sasanî Kurd in û navê herdu padîşahê Sasanî (Erdeşêr û Qubad) têne ziman, û di helbesta xwe de gazinê dike ku dîroka Kurdî nehatiya nivîsandin bi zimanêkurdî

Çend malikan ji helbesta wî tênim ziman:

Eger kurdek qesey babî nezanî muheqeq dakî hîz e, babî zanî Were ba bot bikem basî nîhanî tefenun xoşe ger çakî bizanî Selahedîn û Nûredînê kurdî zEîzanî*, Cizîr û Mûş û Wanî

 14 / 20Muhelhel*, Erdeşêr û Deysemê* şêr Qubad û baz û mîrê Erdelanî

Emane pakiyan Kurd in, nihayet l e ber bê defterê win bûn û fanî Ktêb û defter û tarîx û kaxez be kurdî ger binûsiraye zûbanî Mela û Şêx û Mîr û Padîşaman b es e ba bêyîne ser rêkê Mihrebanî

* Ezîzan: ew bapîrên kurdan in, ên ku desthilatdariya hin deveran ji Kurdistanê dikirin (devera Cizîr, Mûş û Wan di dema şûngirê

misilmanan Umerê kurê Xetab).

* Muhelhil: ew Muhelhilê Şazincanî ye, yê ku bi zora Selcûkiyan bir li bajarê Kermaşan, û desthilatdariya devera Kermaşan, Xaniqîn, Kevirê, Kerkûk, Şehrezor û Sêrwan kir.

* Deysem: ew desthilatdarê Kurd e, yê ku desthilatdariya Ezirbîcanê dikir di dema Ebasiyan de.

Bi vî awayî; jêderên me yên ku em piştrast in bi wan, tekez dikin ku Sasanî Kurd bûn û şerê Qadisiyê yê ku di navbera misilmanêereb bi serperiştiya Se`id kurê Ebî Weqas û Sasaniyan di serdema padîşahê dawî Yezdkurd III, ew şerekî di navbera Kurd û Ereban de bû, lê dagirkerê Kurdistanê dîrok guherandin û dîroka kurdî dizîn û gotin ku Sasanî Parsî ne.

Navên padîşahên Sasanî

Li vir emê navên herbîst û çar padîşahên Sasanî yên ku desthilatdariya

wan 426 salî dom kir (224 yan 226 651 z.) diyar bikin, ku bi vî rengî li gor rêza demkî ya desthilatdariya wan tê:

1- Erdeşêr I

2- Şapor I

3- Hurmiz I

4- Behram I

5- Behram II

6- Behram III

7- NersîPÊNÛSA AZAD/ 14 / 2023

8- Hurmiz II

9- Azer Nersî

10- Şapor II

11- Erdeşêr II

12- Behram IV

13- Yezdkurd I

14- Behram V

15- Yezdkurd II

16- Hurmiz III

17- Feyrûz I (Pîroz I)

18- Belaş (Welgaş)

19- Qubad I (Kiwat)

20- Xesrew I (Enoşêrwanê dadmend)

21- Hurmiz IV

22- Xesrew II (Perwîz)

23- Qubad II

24- Yezdkurd III

Hemdullah Elmestûfî di pirtûka xwe ya bi navê (Nuzhetulqulûb``Seyrana Dilan``) ku di sedsaliya çardehan zayinî de nivîsandiye, dibêje ku padîşah (Xesrew I) bac, artêş û tomarên dewletê birêxistin û sazman kirin. Di dema vî padîşahî de pirtûka (Kelîle we Dumne) ji Hindistanê hate welatê Sasaniyan, herwiha di dema wî de dibistanên wêjeyî û fîlozofî gihaştine asteke herî bilind [20].

Ji ber nebûna pêkhateyeke siyasî ji gelê Kurd re da ku nasnameya xwe şirove û diyar bike û dîroka xwe binivîsîne û zindî bike, û ziman, çand û kelepûrê xwe biparêze, lewma dîroka wî hat dizîn, binpêkirin, tunebûn û tengezariyek stemkar, ji ber ku dagirkerêKurdistan dixwazin ziman, çand û nasnameya kurdî binpê û tune bikin, herwiha dîroka kurdî jî ya dûdirêj biguherînin da dagirkeriya xwe li Kurdistanê tekez û terxan bikin û wê ji nexşeya rojhilata

navîn bavêjin, di heman demê de gelê Kufariskirin û turkirina wî an ku guhertina zimanê kurdî bi zimanêwan.

Miletê Kurd xwedî dîrokek dûdirêj hêja ye û ew ji miletên herî kevnar e di deverê de, û şaristaniya Somerî, Îlamî û Xorî _ Mîtanî, HîtîMîdî û Sasanî dibine govan li ser kevnariya vî miletî û beşdariya wî ya hêja û mezin di avakirin û pêşketina şaristaniya mirovatiyê de.

Ji bo diyarkirin û berzkirina rola rasteqîne ya miletê Kurd di avakirina şaristaniya mirovahî de û naskirina çand û dîroka wî, tê xwestin ku navendine zanistî kurdî bêne avakirin ji bo vejîna çanda kurdî û serastkirina dîroka kurdî, ji kurdan tê xwestin ku li dîroka xwe bigerin di nava pirtûk û belgeyan de, li mûzexane û deverêdîrokî yê kevnar, herwiha pişkinînê bikin li şûnwarên şahnişînêkurdan ên kevnar, dûvçûn li pey name û raportên desthilat û berpirsyaran bi riya lêkolînên zanistî û bê layen ji dîroka kurdî re da ku rastî bê dîtin, bi ser ku dîroka kurdî hate xirakirin, dizîn û guhertin, û tunebûna pêkhateyek siyasî da ku di bin siha wê de ew dîrok bê parastin. Dagirkerê Kurdistanê dîroka wê nivîsandin û ew dîrok guherandin û dizîn û xwestin tunebikin, lewma dive ku Kurd di nav vê guhertin û dizînê de lêkolînan bikin û dîroka xwe bibînin û deynin ber destên zarokên xwe û bihêlin ku cîhan bi tevahî dîroka wan a rast û durust nas bike, ez nabêjim bera dîrokê biguherin weke ku çawa Sedamê gorkirî hilmeta ``dubarekirina nivîsandina dîrokê`` pêk anî, lê belê avakirina navendên zanistî ji bo komkirina agahî û pêzanînên dîrokî li ser kurdan û nivîsandin, tomarkirina û parastina wan, û wan agahiyan bidin ber hev û şirove û bêjing bikin, êdî bi rengekî zanistî, rasteqîne û bê layen agahî û pêzanînên

rast û durust binivîsin.

Jêder:

17. 61 .مسعود محمد. لسان الكرد. 1984 ، صفحة 60

/ 14 / 2023

18. .المصدر السابق، صفحة 39

ولي فولادى منصورى. تاريخ سياسى اجتماعى بزرگ ايل کلهر. المجلد الأول، . 19

.صفحه 169

20. .المستوفي حمد الله القزويني. نزهة القلوب في المسالك والممالك. ليدن، 1915

d. https://donya-e-eqtesad.com

e. Paravaneh Pourshariati. The Parthians and the Production of the

Canonical Shāhnamas : Of Pahlavi, Pahlavānī and the Pahlav. In:

Henning Börn and Josef Wiesehöfer (eds.). Commutatio et Contentio

Studies in the Late Roman, Sasanian, and Early Islamic Near

East. 2008, p. 240 



Sasanî kurd bûn ne parsî bûn D. Mihdî Kakeyî-Wergerandin ji erebî: Ebdulhekîm Muhemed Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 02, 2023 Rating: 5 Sasanî kurd bûn ne parsî bûn  D. Mihdî Kakeyî-Wergerandin ji erebî:  Ebdulhekîm Muhemed Di xeleka çû y î de me dih (10) n îş an û palpi ş t...

ليست هناك تعليقات: