Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn- Muhemed Reşîd Bavê Sobar - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 1 مايو 2023

Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn- Muhemed Reşîd Bavê Sobar

 Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser  Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn-  Muhemed  Reşîd Bavê Sobar

        
Pênûsa Azad Hijmara 14ê

 Hemû lêkolînerên ku di zimanan de  dixebitin sazandibin, kokdibin ku ziman sayeke têgihiştin û axaftinê ye  di nav mirovan de, û desteke  hinerî  nazike boyî şîrovekirin û pêwendiyên  nirixdar di  nav mirovan de ,di xweşî û nexweşiyê de.

Zimanê netewekî mîna zimanê gelê kurd  ew nîşana aqil û pîtol , hogeriya wan e di kûrbûna dîroka jiyana wan de ye ,

bêjeyên ziman jî  hogerîya yekem e ya gel e di dîrokê de dide nasîn .

Rêzman,Rêgez jî sayeke bingehînîy e

bi naskikrin û  serastkirina peyv û hevokan, û bo nivîsandina rast  û bi dengên  hevrêz .

Gelek pîtol û zanyar ji nav kurdan diyar bûn  bi tunebûna rêgez ,rêzman bi awayekî fermî  qeyd kirî

mîna : Melayê Cizerî  - Feqê Teyran - Elîyê Herîrî  - Ehmedê Xanê..........................  T.D ,

Wan helbest honandin , helbestên herî ciwan û nirixdar , bêyî  şaşiyên rêzmanî,

wate jê ev e ku zimanê Kurdî  pir dewlemend e

 û resen e , temenê wê ji kûrayîya dîroka kevnar e ,

Xwe parastiye weke  zimanekî devokî resen û bi binyadek tund.

Mixabin biyaniyan  berî kurdan  ser  rêgeza kurdî xebitîn , ew bû xalek

lawaz ji gelê kurd re , !!!     

yekem xwendin ser rêgeza zimanê kurdî li

Ewropa diyar bû  di sala ((1787 z)) ji layê danyarê Îtalî  ((M:garzonî )) Ew bixwe  mujdeberekî xiristiyanî , kasolîkî bû, di nav Kurdan de (18)salan mabû , taybet li herêma Amêdiyê

li başûrê kurdistanê , ew î zaraweyê herêmê

ji xwe re kir  lêvegerek , ji bo pêkanîna nivîsandinê bi lêkolînek zanistî ,

mujdeber (M:garzonî) di pirtûka xwe de dibêje

ev lêkolîna han min amedekir bo karên mujdeberan

û  pêwendiyên bazirganan û  rojhilatnasan bi kurdan re, da ku hesanebe ,

di rêgeza wî de gelek raveyên xurt  ser (A,B,C) ya Kurdî  û ser  mijaran û navan , û lêkeran û nizayên olî    nivîsandîye,  û li ser

gelek  beşên peyvan .

Dawî  ferhengek piçûk (kurdî /tilyanî, îtalî ) ji (220) rûpelan pêkanî .

Nirxê berhemê (( M :garzonî) winda nebû piştî (230)salan ,

(Pîtir lix) ew yek bû ji mezintirînê rojhilatnasê  Rosîyan ,û yek ji damîzenerê  zanistî ji xwendina  kurdî bû  li Rosya yê di sedsaliya nozdehan(19) de  dibêje :

Rêzmana(M : garzonî)

ku danî li Ewropa gelek guhdan û saxbêrî pê hat

kirin, gelek nerîn û ra'yî  li ser diyar bûn ,

li ser wê gelek pişgînî  hatin kirin ,

piştî  rêzmana (M- garzonî) heta  navîna  sedsaliya  nozdehan de( 18 ) tu  berhemên taybet

ser zimanê kurdî diyar nebûn,

lê gelek  gotar li Ewropa derketin ser  zimanê

Kurdî, di sala (1853z)  fîlolociyê navdar bi zimanên  Îraniyan  (E - Xozko ) bi arîkariya bazirganê  Kurd (Ehmed  xan) ji silêmaniyê

herdiwan  li ( Barîs)ê   xwendin kirin  ser  zimanê Kurdî , di encamê de  herdiwan kurte  rêzmanek

bi zaraweyê  herêma silêmaniyê  çêkirin,

di destpêka sedsaliya (19)an de  xwendin û lêkolîn   pir bûn ser  Kurdan  û ser zimanê Kurdî taybet ji

 layê  zanyarên  Rosiyan ve , weke  ((  (F , dîtil )-( X - Eboviyan )- (B - Bîrzîn )-  (B - Lîrx)......T.D..).

di sala ( 1872 z)  Mujdeberê Emrîkî( S - Ray)yê ku (14)çardeh salan  li nav Kurdan de  mayî , wî

kurte rêzmana Kurdî  derxist ,ew berheme  dora

pêncî(50) rûpelan bû,  wî rewşek baş  da ser

zanyarên dengan  û  navan , cînav û lêkeran ......!

dawî ferhengek piçûk amedekir Kurdî - Engilîzî), ji (20) rûpelan,

gelek zanyar û mujdeberan  taybet ji Ewropa lêkolîn kirin ser ziman û rêzmanê kurdî tu kesî

ji wan nikaribû rêzmaneke saxlem ' fermî  çêke.

Di sala (1927 z) se'îd  kaban karî  kurte rêzmanekî   çêke  bi zaraweyê soranî ,,,!

Lê berhemên gişkan sûd jê hatin dîtin û bûn binyadek taybet ji layê seydayê mezin Mîr Celadet Alî Bedirxan ve, (1893  -  1951z ),wî xwebexşkir bo kar û barê kurdayetiyê tayet di ziman û rêgezê de, rojnamegerî û wêjeyê jî...........T.D! ew pêşengê rojnamegeriyê bû , (kovara hawar 15 - 5 - 1932z)weşand  û (Kovara Ronahî 1942 z ),,!

di sala( 1932 z)de  .Mîr Celadet bi tîpên latînî

nûjen rêgeza zimanê kurdî afirand,gelê kurd taybet rewşenbîr û dilsojên zimanê kurdî gelekî

pê şabûn, aramgeha wî bihişta berîn be em Kurd hemû wamdarê wîn e,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,!

 

 

Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn- Muhemed Reşîd Bavê Sobar Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 01, 2023 Rating: 5  Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser  Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn-  Muhemed  Reşîd Bavê Sobar          Pênûsa Azad Hijmara 14ê  H emû ...

ليست هناك تعليقات: