HELBEST-JÎNA EMÎNÎ-MEŞ`LÊ OSMAN - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 2 مايو 2023

HELBEST-JÎNA EMÎNÎ-MEŞ`LÊ OSMAN

HELBEST-JÎNA EMÎNÎ-MEŞ`LÊ OSMAN

Di navbera xwîna tarî

Li Seqiz

û sirgûniya dirêj

di nexşeya xaçkirî de

Jînaa..xewnên Azidiyê yên nixumandî

Li ser sînor

Şiyarkirin

Li geliyekî tije hestî

Bi kuştina min

goreke şil dikolin

her çiqas sozek

yan jî xewnek hebe

Her û her pelên ziwa

dikevin

Lê pela min

li ser destên te

dikeve

destan bihejînî

da ku pela min

şiyar bibe lêê

Temenê min wekî

dîwarekî hilweşiyayî

wêrankirî

dest bi rêwîtiya dawî kiriye

 Jîna..Dengê dilê te

 giyanê min î birçî dilivîne

 Dengê dilê te

 tariya şevê

 hildiweşîne

 Çiqas jiyan li pêşiya min

 bigirin

 destên min hişk bikin

 Êş û eşqê bi hev re vejînin

 Ez li mirinê napirsim

 Tu bi xwe welatê min î

 Lê dîsa her li dengê dilê te

 Guhdarî dikim

 Çavên te

 Bisk û keziyên te

ji min re stiran in

Ji xelkê re şûr û mertalin

 Axîna xewna beharê

 diherike

 Mîna hûrbaraneke xemgîn

 bi ser min de dibare

 di damarên min de

 Zîz dibe

 çivîkên zozanan direvin

 kulîlkên baxçeyan dibişkivin

 Û dilê min mîna guleke şermok

 rawestiyayî

 bi hêla ewir û xendek

 û çiyayên dûr direve

Direve 



HELBEST-JÎNA EMÎNÎ-MEŞ`LÊ OSMAN Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 02, 2023 Rating: 5 HELBEST-JÎNA EMÎNÎ-MEŞ`LÊ OSMAN Di navbera xwîna tarî Li Seqiz û sirgûniya dirêj di nexşeya xaçkirî de Jînaa..xewnên Azidiyê yên n...

ليست هناك تعليقات: