Xaylaza Reşîd-Teblîsi Gorciya-Helbest-NE HUB E, NE EVÎN E. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 يناير 2023

Xaylaza Reşîd-Teblîsi Gorciya-Helbest-NE HUB E, NE EVÎN E.

Xaylaza Reşîd-Teblîsi Gorciya-Helbest-NE HUB E, NE EVÎN E.

Min roj bi roj xwe xapand

Kezî-guliyê xwe werand

Dil-kezeba xwe heland

Lê riya dijwar neqedand.


Ser riya min gur û rûvî

Ji min revîn bûn kûvî

Ez bê guman bê hêvî

Şirik min bûne hêwî.


Min da kê da nan û mast

Min hatin hev çep û rast

Wan çi ruhê min dixwast

Kesî heqê min neparast.


Kesî negot can Rihan

Kesî negot ez qurban

Nebûn melhem û derman

Mam laphewa vala mam.


Min ne bav e ne bira

Min ne rê ye ne pira

Min ne fitîl e ne çira

Westiyam derew û vira.


Çi dewranek xayîn e

Me dide çifte pihîne

Ne hube û ne evîn e

Qeder xêrê nevîn e.

 

 

Xaylaza Reşîd-Teblîsi Gorciya-Helbest-NE HUB E, NE EVÎN E. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 04, 2023 Rating: 5 Xaylaza Reşîd- Teblîsi Gorciya-Helbest- NE HUB E, NE EVÎN E. Min roj bi roj xwe xapand Kezî-guliyê xwe werand Dil-kezeba xwe heland ...

ليست هناك تعليقات: