Serhildana Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf Cizîra Botan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 يناير 2023

Serhildana Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf Cizîra Botan

Serhildana Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf Cizîra Botan


Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf

Kovara Pênûsa Azad Hijmara 13ê

Mihemedê Eliyê Ûnis (bi turkî: Mehmet Ali Yunus), wekî gelek pêşîvanê Kurd, mêrxasekî di dîroka nivîsandî de, bi layiqî ne qeyd kiriye. Destana ku di şerrê çiyayê Sasunê de afirandiye nehatiye nivîsandin, jenosîd û dijwariyên bi serê wan de hatine di qeydên dewletê yê eşkere de derbas nabin, bi kurtayî dewlet navê wê qirkirinê danîye “hereketa tedîp, tenkîl û pakişkirinê”, lê belê serpêhatiyên wan wekî piringekî agir tim li ser dil û cigerê malbata wî pê dikeve.

Mihemed Axa di sala 1863 an de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi Hezoyê (Kozluk) ve girêdayî ye hatiye dinê, Mihemed Axa di nav zariwê Elî de yê herî mezin bû û serokeşîr jî ew bû, Eliyê Ûnis, ji Mala Şeref e, mala Şeref, milek ji milê eşîra Kîka(Kîkî) ye.

Mihemed Axa mirovekî bîrewer û di çanda eşîrî de mêrxasekî di ser xwe de bû, ji xelqê xwe re gelek dilovan bû, bi doza welatê xwe ve girêdayî bû û li himber kolonyalîstên ku çav berdabûn welatê wî tekoşerekî bê hempa bû, bi tu awayî tawîz neda dijminan û şerekî bi mêrxasî da. Kesê biketa tengavîyekê, xwe dispart Mihemedê Elî, ew jî alîkariya ku ji destê wî bihata dikir, dîndarekî mutewazî bû û tim jî ji zordaran re şûrê wî kişandî bû.

Mihemed Axa kiryarên Osmaniyan û bi taybetî jî siyaseta wan a li ser Kurdistanê baş nirxandibû, zanîbû ev pêvajo weha dom nake û wê erdê wan ji destê wan bêne girtin û mafê kurdan bêne perçiqandin, pêwîst bû welat bihata parastin, lê belê bi çi awayî? Ji bo vî tiştî çareserî diviya, Mihemed Axa xema vî tiştî dixwar. her weha pêwendiyên eşîra xwe bi eşîrên der û dorên xwe re zêde dikir, dostanî û mirovatiya xwe xwirtir dikir, hay û gumana xwe ji şêx, alim, ronakbîr û rêxistinên Kurd re ne dibirî.

Dewleta Turk jî vala nedisekînî û dixwest her bi çi awayî be Mihemed bi hinek tiştan tema bike û bêxe bin bandora xwe. Rojekê mudîrê tapoyê yê Zoqê tê gundê Girê Ewês ba Mihemed Axa. Mudîr dibêje: ” Mihemed Axa, tu çima erdê xwe tapo nakî?” Mihemedê Elî: “Ji min re tapo ne lazim e.” Mudîrê Tapoyê: “Axa, eger tu bixwazî heta ciyê ku tu destê xwe pê ve dirêj bikî ezê li ser te tapo bikim”, Mihemed: “Nexêr ezbenî, ez tapo jî nakim û bacê jî nadim dewleta Turk”. Mihemed Axa doza welatekî dikir, ne ew kes bû ku bi van bertîl û fen û fûtan bixapiya, di jîyana xwe de di bin tu şertî de prîm bi leşker û birokrasiya dewletê neda, wekee çiyayê Sasunê serbilind, bi sebir û qayim bû.

Wisa li leşkerê xwe ecele kiriyê ku heta em gihîştine Hezo, 13 leşkêrê ku nikarîbûn bi rê de bihatana û westiyabûn bi potîna xwe min serê wan perçiqandiye.” Leşkerekî giran bi ser zariwê Eliyê Ûnis, Qewmê Çiyê ve digire, lê belê bi serokatiya Mihemedê Elî, ziyanên mezin didin leşkerên turk, leşker ciyê ku pê ve diçe xelkê bê çek, bi hovîtiyekê bê emsal re rûbirû dihêlin, leşker têk diçe û dişke li himber çekdarên Mihemedê Elî, ji bo heyfa xwe hilînin, gundan dişewitînin û xelkê bêçek gulebaran dikin, wan tavêjin ava keliyayî û çiqas hovîtiyek di dilê wan de heye bi cih tînin. Serhildana Şêx Seîd têk diçe, lê belê berxwedana Mihemedê Elî bi hemû heybeta xwe ve didome, artêşa turk bi hewqas hêzeke mezin û xwirt, bi hewqas leşker, çekên giran, şewat û hovîtiyê şkestinên dijwar dixwe li himber Mihemedê Elî. Waliyê Sêrtê Ibrahîm Ethem tê Milefan û 2 kesên navbeyncî rê dike ba Mihemedê Elî, dixwaze wî bi dest bixe, ji ber bêbextiya turkan, Mihemedê Elî bi xwe naçe, lê belê Evdirehmanê birayê xwe yê biçûk rê dike ba walî, walî dixwaze ku Mihemedê Elî hemû çekan radestî dewletê bike, Mihemedê Elî jî dibêje: “Bi mercê ku leşker xwe paş ve bikişînin, emê çekên xwe teslîm bikin”, walî ji Evdirehman re dibêje: “Sûcê we li ba dewletê gelek mezin e, hun hem hevalbendên Şêx Seîd in, hem jî me seh kiriye Nuh Begî (ji eşîra Xwêytî) ji we re 50 hezar zêrên îngilîz anîne, ji bo hun tifingan bistînin û bidin eşîrên der û dora xwe û li himber dewletê rakin, eger hun tifingên xwe nedin, tê wê maneyê ku ev tişt rast in, ji ber vî jî wê dewlet leşker bişîne ser we”. Evdirehman wekî ku Mihemed jê re gotibû, teslîmkirina çekan qebûl nekir û walî dest vala vedigere Sêrtê. Piştî vê bûyerê hêzeke mezin tê Hezo û hildikişe çiyê, Mihemedê Elî, eşîrên der û dor dicivîne û tev bi hev re sûnd dixwin ku heta dawî ji turkan re serî daneynin. Mihemedê Elî bi eşîra xwe ve xwe didin çiyayê Arzîv, Karmelêh û Şelaş, ev çiyayên han, çiyayên Sasunê yên herî asê ne. Qumandanê leşkerî bi kîn û xezeb tijî bû, çiqas leşker bihata kuştin hewqas xelkên bêçek û belengaz dida kuştin, li hember vê hovîtiyê, Mihemedê Elî emrekî qetîî dabû tekoşeran ku heta ji wan were bila leşkerên bê ritbe nekujin, aemanca yekemîn tim li ser qumandanan be, Mihemed digot: leşker di bin emir de ye, serleşkerên turk li gelek ciyan însanan di xanî û çala de saxesax dişewitandin. Di serhildana Sasunê de serleşkerê artêşa turk Cemal Madanoglu jî di pirtûka xwe ya Serpêhatî (Anilar) de wê hovîtiyê tekez dike, ku tekoşerên Kurd ji bo leşkerên bêritbe ne kujin îhtîmamekî zêde nîşan didan.

Zariwên mala Elî destên leşkeran girê didin û dibin Milefan ba Cemîl Efendî, dibêjin: “Ev leşkerên we dîn bûne, wan bigirin”, Cemîl Efendî vê bûyerê hazim nake û radibe bi leşkeran zariwên Mala Elî li qereqolê zindan dike, Mihemedê Elî çawa ku vê meselê seh dike, diçe Milefan, Cemîl Efendî dertê pêşiya Mihemed, bi xêr hatina wî dike û dibêje: “Keremke qahwekî vexwe”, Mihemed jî dibêje: “Wextê tu zariwên me berdî, wî wextî ezê qahwa te vexwim”, Cemîl Efendî jî dibêje: “Ez bixwe nikarim wan berdim, mifta derî ev e, kerem bike tu wan berde”, Mihemed mifte dide destê yekî û girtiyan ji hindirû dide berdan, Pişt re Mihemed ji zariwên ku hatibûn girtin re dibêje: “De herin destê Cemîl Efendî û careke dî tiştekî wisa nekin”, Cemîl Dibêje: “Nexêr, bila werin destê te, te wan da berdan”, Pişt re Mihemedê Elî bi Cemîl Efendî ve rudinên qahwe vedixwin. Mihemed tê malê û nexweş dikeve, bi vê nexweşiya xwe rehmet dike, Wisa xwiya ye ku di wê qahweyê de jehr hebû, ji ber ku di milê wî de birîneke kevin ya fîşekê der dabû, wextê qahwê vedixwin kurê Cemîlê Çeto, Evdê jî pê re ye û wî jî qehwe vexwariye, Evdê Cemîlê Çeto piştî ji Mihemed vediqete leqî Eloyê Hekîm tê û Eloyê Hekîm şîr didê û wisa ji jehrê xelas dibe. Mihemedê Elî, li himber îsrara birayên xwe ku dixwazin hîn bibin ev derp ji ku gihîştiyê, vê wesyetê dike: “Qetîî hun nekevin pey heyfa min, eger îşekî we yê resmî hebe pirsa xwe bi Cemîl Efendî bikin”, li ser vê bûyerê, Mihemedê Elî jiyana xwe ji dest dide û diçe ber dilovaniya Xwedê di sala 1930 de.

Serhildana Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf Cizîra Botan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 04, 2023 Rating: 5 Serhildana Mala Eliyê Ûnis Fu`at Şerîf Cizîra Botan Mala Eliyê ÛnisFu`at Şerîf Kovara Pênûsa Azad Hijmara 13ê Mihemedê Eliyê Ûnis (bi turkî:...

ليست هناك تعليقات: