Bandora çîrokên folklorî li ser netewesaziyê-Keyhan Mihemedînijad - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 يناير 2023

Bandora çîrokên folklorî li ser netewesaziyê-Keyhan Mihemedînijad

Bandoraçîrokên folklorî li ser-Keyhan Mihemedînijad

N: Keyhan Mihemedînijad

Kovara Pênûsa Azad-Hijmara 13ê

Di nav folklora netewa Kurd de beşa wê ya herî girîng, “wêjeya devkî” ye. Emê vir hin çiqên sereke yên wêjeya devkî bi awayê lêkolînî ji we re behs bikin.

Çiqa herî sereke ya wêjeya devkî “çîrokên folklorî” ye, beşek din a sereke ji folklora Kurdî çîrok e, bi behskirin û vegotina bûyerekê bi awayê devkî jê re çîrok tê gotin, di nav çîrokan de bûyerên rast, xeyal, şer û pevçûn, evîndarî û ustûreyî tê baskirin û ev bi awayek heyecanî têne vegotin.

Di vê beşê de min digel du lêkoler û pisporên folklora Kurdî yên bi navên “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a bajarê Hewlêrê û lêkolerê folklora Kurdî û herwisa “Zeynelabidîn Zinar”, lêkolerê folklora Kurdî hevpeyvîn pêk aniye û min hewl daye hem bixwe hin zaniyariyan bidime we û paşê jî li ser wan zaniyariyan pirsiyarê ji lêkoleran bikim ku hûn zêde mifahê jê verbirgirin.

Min ev pirsane ji wan lêkoleran kiriye: Dîroka çîrokên Kurdî vedigere li ser çi serdemê? Çend cureçîrokên folklorî yên Kurdî hene? Pile û bilindiya çîrokên folklorî yên Kurdî digel yên netewên din çawa tê helsengandinkirin? Di nav netewa Kurd de afirînerên çîrokên folklorî ji kîjan tex û qatê bûne? Çîrokên folklorî li ser netewesazî çende bandor heye? Çîrokên folklorî yên Kurdî wek wêjeya devkî li ser wêjeya niviskî çiqas bi bandor bûne? Netewa Kurd çiqas kariye mifahê ji çîrokên folklorî bo sînema û festîvalê wergire? Dagîrkerên Kurdistanê çend çîrokên folklorî yên Kurdî dizîne û kirine yên xwe? Di niha de rewşa nivîser û xwênerên çîrokan di nav netewa Kurd de çawa ye?

Çîrok guhdarên xwe dibe nav xeyalan û carnan wan dibe nav çiyayan, û carnan wan dibe heft tebeqeyên esman û carnan jî wan dibe li cem qehremanê rizgarîbûna wan. Di demên berê de ev çîrok hemû bi awayên devkî hatine gotin.

Her neteweyek çîrokên taybet bixwe hene û çîrokên wan behsa serbihûriya jiyana wan dikin. Netewa Kurd jî yek ji wan netewan e ku di warê çîrokên folklorî de gelek dewlemend e, çîrokên folklorî yên netewa Kurd pileyeke bilind hene.

Di rastî de çîrok dîrokek dûr û dirêj heye û dema ku mirov li her cihekî akincî bibe, serpêhatiyên wan jî bûne bi çîrok û ew çîrokane jî sing bi sing hatine veguhestin. Min li ser vê mijarê ji lêkoleran pirsî, dîroka çîrokên Kurdî vedigere li ser çi serdemê?

Di bersivê de “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” wiha bersiv da: “Lêkoler tên di nav çîrokan de lêkolînê dikin û di nav her deqan de û bi taybet deqên kevn, dîrokê peyda dikin, ev jî bi çî? Mînak; em bên cugrafiyaya çîrokên folklorî yan hikayetên folklorî bibînin, ew çîrokên ku li şkevtan in, ew çîrokên ku di bin dinyayê de ne, ew çîrokên ku li ser esman in, yanî pehlewanên wan diçine ser esman, ew çîrok gelek kevn in. Bo mînak me çîrokek heye gelek bi nav û bang û sade ye, ew jî ya “Meroke û Biznoke” ye ku di Kurdî de bi gelek şêweyan hatiye gotin, ev jî wiha ye; Meroke dibêje Biznoke were em xaniyekê çê bikin, lê pez naçe çimkî hêriya wî zêde ye û sirê nabe ku dirazê wekî lihêfê ye, lê Bizin tûka wê kêm e û ger li cihekî rûnê yan razê, dar û kevir û çi hebe givaşê bo cesteyê wê tîne. Meseleyek heye di nav Kurdan de dibêjin: Bizin bo şevekê cihê xwe xweş dike, îcar ev daxwazkariya Bizinê ji Pez bû ku xanî ava bike. Bo kengî vedigere? Bo serdema derkevtina mirov ji şkevtê û bo cara yekê ku gund ava kirine û xanî çê kirine, bo vê serdemê vedigere. Em dikarin bi vê mînaka ku hatî gotin wiha bêjin, dîroka çîrokên folklorî bo serdema hatina der a mirovan ji şkevtê vedigere.”

“Zeynelabidîn Zinar” jî li derheqê dîroka çîrokên folklorî wiha dibêje: “Dîroka çîrokên folklora Kurdî pir kevn e. meriv ji sedî sed nikare bêje kengî çîrokên folklora Kurdî hatine destpêkirin, lê li gor hin guman û naveroka hin çîrokan, çîroka folklora Kurdî berî hatina pêxemberan hatiye destpêkirin, bi Ezdatiyê hatiye destpêkirin, dema pêxember û tiştek li holê tinebûn, Kurd fikirîne û gotine hêzeke nihênî û meinawî heye û wê kaînatê bi rê ve dibe, jê re gotine Ezda. Yanî evê ku ez afirandime yanî ev jî Xweda ye. Îcar ew Ezda di nava demê de ji Kurdan re bû bi olek meinewî ku ji dewama wê olê re em dibêjin Êzidî û Êzidayetî, çîrokên folklorî jî, ji vê demê ve hatine destpêkirin. Ya duyem jî, hin çîrokên Kurdî li ser Adem pêxember û diya me Hewayê hatine gotin. Adempêxember destpêka hatina pêxemberan e û li gor gotina zanayên olî, Adempêxember di navbera 10 heta 11 hezar sal berî niha dest bi jiyanê kiriye, yanî eger ew çîrokên folklor Kurdî jî ku naveroka wan li ser wan tiştan e, xuya dike ku çîrokên folklorî yên Kurdî berî 15 hezar sal berî niha hatine destpêkirin û heta vê gavê tê domandin.”

Di nav folklora Kurdî de dehan çîrokên cur bi cur hene û her yek ji wan behsa tiştekî dike. Tê zanîn hin ji wan çîrokan behsa jiyana rastîn dikin û hin xeyalî ne, bi vî awayî di nav folklora Kurdî de ev çîrok hene: Yên wek çîrokên rastîn, xeyalî, canjiber, dîrok, evîndarî, efsaneyî, civakî û ustûreyî.

Dahênerê çîrokên folklorî nediyar in û ew çîrok yên gel hatine nasîn, ew çîrokên folklorî, me hîn dikin ku em mifahê ji ezmûn û derbasbûya pêşiyan verbigirin, ew çîrok reftar, dab û nerîta bav û bapîrên me nîşanî me didin.

Min li ser vê ku çend cure ji çîrokên Kurdî hene ev pirs ji wan kir; Gelo çend cure ji çîrokên folklorî yên Kurdî hene?

“Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” di bersiva vê pirsa min de got:Di nav çîrokên folklora Kurdî de me çendîn cureyên wan hene. Mixabin di nav hemû evên ku behsa beşên folklorê kirine, tenê efsane û hikayetên canjiberan hatine baskirin, lê min lêkolîn kir û gelek çîrok peyda kirin, ew çîrokên ku şêwaza çîrokan hene, bo mînak çîrokên asayî; çîrokên asayî ew çîrok in ku di jiyana mirov de bûyerek diqewime û ti fantaziyayek û regezek efsaneyî, xeyal û zanistê tê de nîne. Çîrokên hikayetî û “wirêne”yî hene ku jê re dibêjin xurefat. Pêkhateya hikayet û “wirêne” ji xeyal ve bo xeyal e, yanî ti pêwendiyek bi rastiyê re nîn e. Hikayeta canjiberan; Ev hikayetane di navbera canjiber û mirov û heta di navbera canjiber û mirov û sirûştê de heye wek av, dar û ba, ku ev pehlewanê wê ne û ji wan re tê gotin hikayeta canjiberan û di diniyayê de bi nav û bang in û bi Kurdî jî gelek hene. Efsane; Ev cureçîrok ji rastî ve bo xeyal e û berevajiyê xurefatê ye, çîrokên xurefat ji xeyal bo xeyal e, lê efsane ji rastî ve bo xeyal e. Hemû esfaneyek rîşeyek rastî tê de heye, lewma ger bi hûrî lêkolîn li her deqeke efsanê bê kirin, em dikarin cihê cugrafiyaya wê peyda bikin û em dikarin heta zemanê wê jî peyda bikin heta ku hemû regezên efsaneyî jî tê de bin. Me gelek curên çîrokên efsaneyî hene. Piştî Efsane me hikayetek heye ku jê re “Kose” dibêjin. Hikayeta “Kose”; Ev hikayete pehlewanê wê Kose ye. “Kose” kesayetiyek gelek zîrek û bîr tîj e, lê xwe ji ti tawanekê naparêze, bo berjewendiyên xwe jin, zarok û kalan dikuje, lê mêjiyek gelek baş heye ku zû dikeve kar, yanî zû xwe ji pirsgirêkan rizgar dike. Ev hikayeta “Kose”, pehlewanê wê Kose ye. Me hikayetek din heye ku jê re dibêjin hikayeta Heyas; “Heyas” mînaka mêjî û hikmet e, yanî “Heyas” pehlewanek e ku hertimî mêjiyê xwe dixe kar û hikmetê û bikar tine, û bo berjewendiyên mirov berevajiyê “Kose” ye û hertimî bi karxistina mêjiyê xwe, kesê hemberê xwe digihîne bi qina`etê û lê dixe û ciwaniyekê li pey xwe bicih dihêle, lewma di dawiya tev hikayetên  “Heyas” de bo me hikmetek bicih hêla ye û her lewma em ji hikayetên navbirî re hînî hikmetê dibin. Bi vî awayî çendîn curên din jî hene ku wek çîrok têne gotin.”

“Zeynelabidîn Zinar” jî li ser pirsa çend cure ji çîrokên folklorî hene, bersiv da û got: “Me du cure ji çîrokên folklora Kurdî hene. Yek navê wê Çîrok e û ya din jî Çîrvanok e. Ya ku navê wê Çîrok e gelek şaxên cuda tê de hene, di nav de çîrokên dîrokî, aborî û bazirganî, nîşandana rewşa civakê, eşq û evîn û şer tê de hene. Îcar Çîrvanok çi ne? Çîrvanok jî bi tevahî fantazî û xeyalî ne. Yanî tiştên wisa ecêb in ku ji hêza mirovan derê ye, lê belê hatiye gotin û wêjeyek pir xweş û dewlemend jî di wan çîrokan de heye.”

Çîrokên folklora Kurdî behrek bê bingeh e. Çîrokên folklorî yên Kurdan tarîtiyê bo meriv dike bi ronahî. Ev çiraya çanda Kurdî ne. Çîrokên Kurdî di warê gotin û deqê de gelek bilind in û gelek nivîseran bi helsengandin digel yên netewên din derxistine ku çîrokên Kurdî gelek caran ji yên wan dewlemendtir bûne. Gelek çîrokên folklorî yên netewa Kurd jî dişûbin bi yên netewên din jî, û bi qasî wan di warê gotin û deqê de dewlemend û pileyeke bilind hene; Lêkolerên Kurd dibêjin wan îlham û çavkaniya çîrokên xwe ji yên Kurdî vergirtine.

Ez li ser pirsên xwe berdewam bûm û min li derheq bilindahiya deqa çîrokên folkorî û helsengandina wan digel yên netewên din ji lêkoleran pirsî, gelo hûn pile û bilindahiya çîrokên folklorî yên Kurdî digel yên netewên din çawa helsengandin dikin?

“Zeynelabidîn Zinar” ê lêkoler û nivîser dibêje: “Dema ku ez behsa çîrokên folklora Kurdî dikim, min gelek çîrokên miletên din danîne berhev û rûqal kiriye. Ew dewlemedî û edebiyata ku di çîrokên folklora Kurdî de hene di nav ên miletên diniyayê de em bêjin tinene yan jî pir kêm e. Lê hin çîrokên folklora Kurdî û yên Yûnaniyan dişûbin bi hevûdu. Min gelek li ser wê lêkolîn kir ku çavkaniya çîrokên folklorî yên Yûnanî ji çîrokên folklora Kurdî hatiye vergirtin, hin çîrokên folklora Yûnanî hene, em dibînin ku hema hema çîrokên folklora Kurdî ne, îcar çima ez dibêjim çavkaniya wan ji ya Kurdî ye? Ji ber ku destpêka jiyanê di navbera herdu çeman de hatiye destpêkirin ku miletê Arî li wê derê derkevtiye holê ku îro jî bermaya wan Kurd in û li wir jiyana xwe hêj didomînin û li Rojhilata Navîn û welatên Ewropayî jî belav bûne. Îcar gelek zanayên zimanzan dibêjin çavkaniya piraniya zimanê diniyayê û çanda wê ji kultûra Kurdî ye. Em dirênin birastî jî, ew 44 dewletên ku nijada wan Arî ye û zimanê wan Hindûewropî ye, em dirênin di nav zimanê wan û kultûra wan de gelek peyv, çîrok û meselokên Kurdî hene.”

“Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen” jî li vê derheqê de wiha got: “Pêka bîr û bawer, asta pêşkevtin, jiyan û şaristaniyetî, folklor berhema civatgeh û netewa me ye, lewma folklor ev hindeyê bo me tê guncandin, kêmtir bo miletek din tê guncandin û folklora miletek din bo xwe digunce. Yanî her neteweyek di folklor û bi taybet çîrokê de taybetmendiyên xwe heye, ku taybetmendî heye helsengandina wan gelek hêsan nîn e. Lê folklor û çîrokên me evqas li ser rastiya jiyanê hatine nivîsîn, evqas têkelê jiyanê ne û evqas di nav kûrahiya jiyanê de hatine derê ku mirov bi tevahî diçe nav kûrahiya wan. Dema ku ez çîrokê dixwînim his dikim dema wê gelek kevn e, gelek kevn e lê bo niha digunce; eva asta dahêneriya hikayeta me nîşan dide ku divê em îtirafê bi vê yekê bikin ku hemû deqek folklorê û hemû vehûnanek folklorî û ya hatî gotin dahênerî bûye, dahênerek ku gelek di asteke bilind de bûye, lewma deqeke folklorî, hikayet û çîrokek folklorî ku çendîn hezar sal berî niha hatiye gotin û îroroj em dibêjin û ciwaniya wêjeyê û mifahê tê de dibînîn, eva çi ye? Eva girîngiya şiyana dahênerê wê ye ku bi astek bilind dahênan kiriye, lewma çîrokên me di astek gelek bilind de ne û bi jiyana civakiya me re hatine girêdan û gelek digel zewqa takên me tê guncandin.”

Afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî ji hemû tex û qatekê bûne, di nav vegotin û awayê vehûnandin û afirandina çîrokan de derdikeve ku ew çîrokane ji aliyê kîjan tex û qatê ve hatiye afirandin. Gelek caran kesek evîndar negihaye bi evîna xwe, hatiye çîrokek li ser evîna xwe û astengiyên pêşiya vê evîndariyê afirandiye, an jî zilm û sitema netewî yan jî bindestiya beg û axayan yan sedan mînakên bindestiyê wisa kiriye ku dahêner û afirînerê çîrokê bê û bi xeyal û heqîqet tevahiya jiyana bindestiyê bike bi çîrok û ji bo nifşa li pey xwe behs bike. Lewam ji paşayan ve bigire heta hejar, evîndar û şivan, bûne dahêner û afirînerê çîrokên folklorî yên Kurdî.

Min tekezî li ser vê pirsê jî kir ku “di nav netewa Kurd de afirînerê çîrokên folklorî ji kîjan tex û qatê bûn?” Lêkoleran wiha bersiv dan.

“Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen”: “Ger mirov temaşayên hin hikayetan dike, dibîne ku di destpêkê de ew hikayet ji kurek keçel ve tê behskirin yan bi şivanek û gavanekî re tê destpêkirin û bi berdewamî çîrok wî gavanî dike bi paşa. Yanî eva wisa ji meriv dike ku em bêjin afirînerê wê çîrokê ji qata xwarê ye û belkî jî ev be, lê ti merc nîn e ku hemû afirîner, dahênerên qata xwarê bin, ji berhemanîna folklorê de hemû kesên wek paşa, axa, parsek, hejarek, zana û nezanek, dîndar û bêdînek hevbeş in, lê herkesekî pêka cih, zewq û mebesta xwe çîrok afirandiye. Dibe ku kesek ji qata dewlemend û ya serî be, lê bi ruh digel kirêkar be û afirandina çîroka wî di berjewendiya hejaran de be; dibe jî me hejarek hebe û çîrokan binivîse, lê çîrokên wê/wî di berjewendiya paşayan de be, wek yên niha.”

“Zeynelabidîn Zinar”: “Di nava Kurdan de gelek birên cuda yên mirovan hene, li ser wan biran her yekî li gor jiyana xwe çîroka xwe afirandiye, bo mînak hin çîrok hene ku tenê behsa hejaran dikin, tê de hin mirev hene  perîşan in û nan tinin bixwin û parsê dikin. Hin mirov hene dewlemend in li ser dewlemendiya xwe çîrok afirandine. Hin meriv hene oldar û olperest in, li ser meinewiyetê çîrok afirandine. Mesela dema ku Kurdan Xwedayê mezin nas kirine û jê re gotine Ezda, çîroka xwe jî li wê gorê afirandine. Dema Zerdeş Pêxember ku derkevtiye û piraniya Kurdan bawerî pê anîne ku navê Ola wî jî Behdîn e, li ser meselên olî jî gelek çîrok hatine afirandin. Dema ku hinek Kurdan baweriya xwe bi Mûsa Pêxember anîne çîrokên xwe li ser vê yekê afirandine, bo mînak Mûsa Pêxember ji ber xelkê xwe reviyaye û çûye çiyayê Kurdistanê û li wê derê bûye mêvanê Kurdek xwedî pez ku sê keçên wî hebûn, wî keçek xwe daye Mûsa Pêxember, û dema ku Mûsa Pêxember vegeriyaye û çûye ew keç jî bi xwe re biriye. Hin tiştên wiha hene dema ku em dibînin, curên çêrokên folklorî yên Kurdî gelek berfireh in.”

Her çawa ku me di destpêka vê beşê de jî behs kir, çîrokên folklora Kurdî gelek dewlemend in û di demên berê de dema ku elekterîk nebûye û teknolojiya nûjen nebû, xelk û malbat li dora hev di nav xaniyên kevn yên ku bi heriyê çê kiribûn li bin kurseyekê de dirûniştin û di tarîtiya şevê de behsa serpêhatiyên xwe dikirin yan jî çîrok dafirandin. Gelek caran li çiya û şkevtan jî her bi vî awayî dora hev kom bûne û çîrok gotine. Ew çîrokane sing bi sing hatine heta nifşa nû û nifşa nû jî gelek çîrokên folklora Kurdî bi awayê nivîskî anîne ser lênûsê û kirine pirtûk. Di nav wan çîrokan de gelek peyvên resen ên Kurdî hene û nivîser û lêkoleran ji bo ferhengên zimanî yên Kurdî jî bikar anîne. Min li ser vê mijarê ji lêkoleran pirsî, gelo çîrokên folklorî yên Kurdî wek wêjeya devkî li ser wêjeya niviskî çiqas bi bandor bûn?

“Zeynelabidîn Zinar” bersiva pirsa min da û got: “Dewlemendiyek folklorî ya pir zêde, hêj bi devkî tê gotin û di nav xelkê de belav e, lê mixabin her ku diçe kal û pîrên me dimirin û diçin û ew kultûra ku bi wan re ye jî bin ax dibe, îcar ez hêvîdar im lêkoler, nivîser û akademîsiyenên me, têkiliyê bi wan kal û pîran re deynin û çîrok û meselên folklorî ku li bal wan hene, binivîsînin. Ez mînakekê bêjim; sala 1986 yan jî 1987 bû baş nayê bîra min kîjan sal bû, camêrek li “Êlih”ê hebû, min bi xortekî re pêwendî girt û min hin pere bo şand û min şande cem wî kalî û min jê re got, silavê min bigihîne wî kalî û çîrokek bi navê “Abidê Şkeftê” li cem heye, bila wê çîrokê ji te re bêje û tu jî dengê wî bigire, çûbû dengê wî tomar kiribû û sê şerît tejî kiribûn, min hêj ew çîrok nenivîsandibû min bihîst ku ew camêr çûye rehmetê. Ez niha dibêjim Xweda rehma xwe lê bike û wî efû bike. Pişt re min bi sedan car ji Kurdên Kurmanc, çi li Rojhilatê Kurdistanê di nav Şikakan de, çi li Başûr, Rojava û Bakur û çi li Kurdên ku wê demê di nav Soviyetê de bûn, min pirsa wê çîroka “Abidê Şkevtê” kiriye kesekî ku bêje min wê çîrokê seh kiriye, tine bû. Yanî tiştê ku ez dixwazim bêjim eve ye, ew kal û pîrên me ku niha jî hene û li heyatê ne di nav 10 û 15 salên din de yek ji wan namîne û yê hemû dê herin û koça dawî bikin. Îcar ciwanên me lêkolînerên me û akademîsiyenên me rojek berî rojekê bi wan re têkiliyê deynin û tişên ku li cem wan hene binivîsînin û bikin malê dîrokê û çap bikin.”

“Prof. Mewlûd îbrahîm Hesen”: “Eger em bo sed sal yan sed û pêncî sal berî niha bizîvirin, em dibînin ku lêkoleran rêk di nav folklorê de kar kirine, ger çi nivîsên wan bixwe jî hene. Bo mînak me di niha de dehan çîrok hene ku ji bûyerên folklorî hatine wergirtin û çîroknivîsîn îroyî bi teknînek nû behs kirine. Bo mînak rehmetî “Seîd Nakam” romanek heye bi navê “Agirî Binke”, her navê wê navek folklorî ye, lê naverokek îroyî bi şêweyek ku mifabînî ji derbasbûyî wergirtiye û roman nivîsiye û romanê paşê xelat jî wergirt. Em di nav şanogerî, çîrok, roman û helbestan de dibînin ku folklor pêngavekê ji wêjeya nivîskî hatiye pêş û wêjeya nivîskî jî mifahek gelek zêde ji folklorê dîtiye û ev bingeha qahîm bûye sedema vê ku wêjeya me ya nû li ser bê avakirin. Zimanê wêjeya me ya nivîskî di destpêkê de gelek nêzî folklorê bû heta zimanê wêjeya niha, lewma hemû ew sûde û xezîne ku me mifa jê wergirtiye ku ew jî folklor e, û birastî çîrokên folklorî bandorek gelek baş li ser wêjeya nivîskî hebû û heye.”

Folklor bingeha netewan e û netewe bi folklora xwe ve têne nasîn. Çiqa serekeya folklora Kurdî jî, çîrok e, nasîna çandê nasîna netewe ye. Çîrokên folklorî bandorek zêde li ser netewesaziyê hene, çimkî biserhatî û derbasbûya gelê Kurd, hemû di nav çîrokan de ne û ev çîrok jî, ji bo derswergirtin ji derbasbûyî, bo gelê Kurd pir girîng in. Gelek ji dengbêjên Kurd mifa ji çîrokên folklorî wergirtine û anîne ziman û ew çîrok hem dîroka gelê Kurd bûn û hem jî li ser pêvajoya netewesazî gelek bi bandor bûn.

Her ew çîrok ne ku hesta nifşa nû ji bo netewesazî bilind dikin û ev yeka jî, ji bo min gelek girîng bû ku ez vê pirsiyarê ji lêkoleran bikim, axo çîrokên folklorî li ser netewesazî çiqas bi bandor bûn?

“Zeynelabidîn Zinar” dibêje belê çîrokên folklorî bandorek gelek mezin li ser netewesaziyê hene û di berdewamiyê de wiha dipeyive: “Ji ber ku di çîrokên folkloriya Kurdî de berdewam desthilatdariyek heye û timî dewlet û nîzam, leşker û girtîgeh û şer û pevçûn heye, îcar dema ku meriv wan çîrokan dixwîne wateyek dewletî û miliyetiya pir xort ji meriv re çê dibe û gelek car di çîrokên folklora Kurdî de wateya milîbûn û dewletbûnê meriv dibîne, lê mixabin îro bi piranî li Bakurê Kurdistanê ev tiştek di nav Kurdan de nemaye, lê belkî li Başûrê Kurdistanê ev tişt hinekî xurt bibe yan jî li Rojava wan deh û panizdeh salên dawî yan jî li Rojhilatê hinekî xurt bûbe, lê belê li Bakur ev tişta han di nav Kurdan de nemaye.”

“Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen” jî li ser vê pirsê wiha bersiv da: “Folklora Kurdî gelek xizmet bi netewa me re kiriye û bi berdewamî jî dike û em divê ji bo pêşkevtiya zimanê îro hemû karekî bikin û bizîvirin bo folklorê û eva aliyek meselê ye û ya din, paşê di naverokê de folklor sebir, bîrkirin, guncan û rêyekê nîşanî me dide ku di jiyanê de serkeftî bin. Di nav çîrok û nemaze lawikan de me hestek netewî heye, eger em temaşa bikin, dastan û lawik hin caran naverok yan bûyerên lawikan li hember neteweyek din e wek mînak, Ereb, Turk, Fars, Ermen û yan hikûmetek din yan jî qatek din ji desthilatdaran. Li vir mirov li ser hestek netewî, berxwedanî, berevanîkirin û heta têkoşînkirinê tê rahînankirin ku ev jî lawik û çîrok in. Bo mînak me çîroka “Keleha Dim Dim” heye ku bi çendîn şêwe hatiye behskirin û dema ku meriv vê çîrokê dixwîne hem tê digihîje ku me çi dujminek heye û hem fam dike ku çi pehlewanek hebû ku heta li astê şehîdbûnê diçe. Me di nav folklora xwe de eger bi şêweyek gelek rêk û pêk jî nebe, lê di nav de me netewesaziyek nerim heye yanî ne wek teoriyên îroyî ku netewesazî dikin, lê me amûra wê heye, ew keresteya ku mirovê Kurd li ser wê Kurdiyane tê perwerdekirin.”

Netewa Kurd di warê sînemayê de hindekî lawaz e û nekariye bi awayek baş mifahê ji çîrokên folklorî bo sînemayê wergire û sedan çîrokên Kurdî yên bûyerên rast û heqîqî hene ku serkevtin û qehrimaniya gelê Kurd di hember dujmin de nîşan didin, lê mixabin gelek ji wan çîrokan nehatine nivîsîn û her bi awayê devkî hatine gotin û netewa Kurd jî nekariye ji bo sînemayê mifahê ji wan wergire.

Ji aliyek din ve jî, bo festîvalê jî gelek bi kêmî hatine bikaranîn. Min di vê derheqê de ji lêkolerên vî warî pirsî, gelo netewa Kurd çiqas kariye mifahê ji çîrokên folklorî bo sînema û festîvalê wergire? Wan di bersivê de gotin ti mifahek nehatiye wergirtin.

“Zeynelabidîn Zinar”: “Mixabin ne netewa Kurd û ne sînemagerên me heta niha jî ti mifah û sûd ji çîrokên folklora Kurdî wernegirtine, lê di wan salên dawî de ku ew derfeta Facebookê derkevtiye hinek mirovan belkî bi îmkanatên xwe deng girtibin û weşandibin, lê wek dinê mifa nehatiye wergirtin. Tu mêze bike xelkê bîhanî û sînemagerên bîhanî diçine cem zana û nivîskarên Kurdan yan jî diçin Kurdistanê û dixwazin ku naveroka çîrokên folklora Kurdan ji wan re bêjin, ji bo ku ew fîlman li ser wê çê bikin. Mînak: gelek caran sînemagerên Swîdî hatine cem min û min jî du sê caran ew şandine Kurdistanê, min nav û nîşan dane wan û çûne bi hin kesan re têkilî danîne û geriyane û ji devê kalan çîrokên folklorî wergirtine. Mixabin gotinek pêşiyan heye dibêje “giyayê hewşê tal e”. Sînemagerên me jî heta ku karibin diçin tiştên naveroka folklora Ereb, Turk, Fars, Yûnaniyan û Eropiyan hil digirin û li ber wan fîlman çê dikin, lê belê ew nafikirin ku li ser çîrokên xwe û yên Kurdî fîlman çê bikin.”

“Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen”: “Me di warê sînema, şanogerî, teknîkên nû yên hunerî de demek dereng xwe dît û bi lawazî jî dest pê kir, mixabin me dewletek nebû ku saziyek mezin ya sînemagerî bo me ava bike, zêdetir ji 50 salî ye ku hunermendên me bi curek ji curan mijûlê sînemayê ne, lê çawa ku me dewletek tine bû û saziyên mezin nebûn û dahatek mezin bo sînemayê nebû, me nikariye zêde bi bandor bin. Me naverokek gelek mezin ji çîrok, gotinên pêşiyan û lawikan heye ku dikarin bibin bi fîlmên sînemayî û rêzefîlman jê çê bikin, lê li vê midehê hin ji wan bûne bi sînema, bo mînak hin kesên hunermend vê midehê hin tişt kirine û çê kirine ku ji folklorê hatine wergirtin. Hin fîlmên wek “Xec û Siyabend, Jale û Mem û Zîn” hene ku ji çîrokên folklorî hatine wergirtin, lê eva gelek kêm e çimkî em gelek di warê folklorê de dewlemend in û divê bi qasî dewlemendiyê jî mifa bê wergirtin.”

Ez di hevpeyvîna digel “Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen” berdewam bûm û min ev pirs jî wî kir: axo dewletên koloniyalîzmî û dagîrkerên axa Kurdistanê çiqas karîne çîrokên folklora Kurdî bidizin û bikin yên xwe?

“Prof. Mewlûd”: “Dagîrker ku tê, tenê hêzek leşgerî nîn e bê cugrafiyayê dagîr bike, di pêşiyê de dixwaze kultûrê dagîr bike û kultûra te bihelîne û ya xwe bi ser te de bisepîne. Dagîrkeran çimkî mekteb, ragihandin, çapemenî, teknolojiya pêşketî û…hwd hene û dikarin bi hêsanî bêne nav kultûra me û dagîr bikin. Mixabin demek gelek zêde dixwaze ku em malê xwe bi dest bînin, bo mînak me nifşek heye ku ya wê serdemê ye û wisa dizane ku ew kultûra niha ya Fars, Turk û Ereb e. Di demekê de bi lêkolînkirin û nifşa berê dizanin ku eva hatiye dagîrkirin û birine û tevlîhev kirine, lewma em di paşerojê de di hember pirsgirêkeke mezin de rû bi rû ne ku çawa kultûra xwe werbigirin û paqij bikin û bênin nav hizra nifşa nû de.”

Min xwast ez bizanim ka rewşa nivîser û xwênerên çîrokên folklorî di nav Kurdan de çawa ye û min pirskirina xwe domand û dîsan ji her du lêkoleran rêzdar “Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen” û “Zeynelabidîn Zinar” pirsî: gelo di niha de rewşa nivîser û xwênerên çîrokan di nav netewa Kurd de çawa ye?

Di despêkê de “Prof. Mewlûd” wiha bersiv da: “Niha bi kêfxweşî tiştek heye ez bêjim ku zêdetir çîrokên folklorî têne çapkirin, lê dikarim bi mixabînî jî bêjim kêmtir têne xwendin, yanî niha me hin nivîserên Kurd hene, belkî di folkorê de pispor nebin, lê tê digihîjin ku folklor girîng e û tên li cihekî derfetê peyda dikin û çîrokan yan her beşeke folklorê kom dikin û çap dikin, lê ez seh dikim ku ew çapkirin kêmtir tê xwendin, bo çî? Ji ber ku berhemên nû yên nivîserên me yên niha ji wan helbestvan, çîroknivîs, romanivîs, şanonivîs û…hwd, kêmtir berhemên folklora Kurdî di nav nivîsên wan de têne dîtin, lê bi qasî vê ku folkora me dewlemend e û me bi qasî vê ku çîrok û hikayetên mezin hene, di nav nivîsên afirînerên me de reng nedaye, eger nivîserên me bi hûrî û lêkolînkirinê folklora me bixwînin, şiyana afirandina wan gelek ji vê mezintir dibe ku me niha heye. Lewma ez seh dikim ew folklora ku me heye bi dewlemendiya xwe ve û ya ku niha tê çapkirin û belavkirin, neçûye di nav nivîsên afirînerên îroyî de, lewma ez his dikim ku xwendina hikayetên me yên kevn û bi giştî yên folklorî ji bo nivîseran gelek bi bandor nebûye, eger xwendibin jî bi berhemên wan re diyar nîn e.”

“Zeynelabidîn Zinar”: “Mixabin sed mixabin, ne tenê xwendina çîrokên folklorî yên Kurdî û berhemên kilasîk, xwendina li ser kaxezê îro ne tenê di nav Kurdan de belkî li diniyayê jî nemaye. Piştî vê ku ew interneta nûjen derket û ew telefonên zîrek û bi aqil derketin û Facebook, Telegram û Watsapp û ew tiştane derketin, xwendina li ser kaxezê ji nişkê ve rakir. Îcar heke mirov berhemên kevn ên li ser kaxezê û pirtûkan nexwîne, mirov ji ti tişt yan xwendina di internetê de fam nake. Tenê merivên lêkolîner dema ku dikevinê û lêkolînê dikin jê fam dikin, wekî din bi piranî ew merivên ku emrê wan ji 40 salî kêmtir be ên di navbera 20 û 30an de temam di destê wan de ye û tiştên beredayî dixwînin û peyamên beredayî ji hev û du re dişînin. Mînak: mêze bike îro rojê zarok dema ku diçine dibistanê û êvarê dema ku ji dibistanê têne mala xwe, her ku digihîjine mal rast teblêtên xwe digirine destên xwe û dikevine internetê û fîlman temaşa dikin û bi hevalên xwe re peyaman dişînin û tiştekî ku mifahê bide wan nakin. Min demek berî niha gotarek belav kir ku ew internet û teknîka nûjen, merivan û cîhanê ber bi nezanîn û cehaletê ve dibe.”

Em vir gihane dawiya lêkolîna çîrokên folklora Kurdî û ez spasiya du lêkoler û nivîserên hêja rêzdaran “Zeynelabidîn Zinar” û “Prof. Mewlûd Ibrahîm Hesen” dikim ku bi tejî naverok ve bersiva pirsên min dan û ev lêkolîn dewlemend kirin. Min gelek hewil da ku li ser vê mijarê bi kesên din re jî hevpeyvînê bikim, lê mixabin piraniya wan gotin ku ew nikarin li ser wê mijarê hevpeyvînê bikin. Çimkî wan got çîrokên folkora Kurdî gelek dewlemend e û di şiyana me de nîn e ku em bên li ser wan mijaran baxivin û eva jî tiştek gelek baş e ku meriv tenê li ser mijarên ku şareza ye, baxive. 



Bandora çîrokên folklorî li ser netewesaziyê-Keyhan Mihemedînijad Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 04, 2023 Rating: 5 Bandoraçîrokên folklorî li ser -Keyhan Mihemedînijad N: Keyhan Mihemedînijad Kovara Pê...

ليست هناك تعليقات: