Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 4 يناير 2023

Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed

 Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed

Ev belge û palpiştên li jêr tekez dikin ku malbata desthilatdar (padîşah) a Sasanî malbateke Kurd bû:

1- War û welatê bapîrê herî mezin ê padîşahên Sasaniyan Kurdistan bû, berê xwe da welatê parsan piştî dîtineke Xwedayî ku yek ji dûndeyên wî dê bibe padîşahê Ariyana [1] [2], bi vî rengî em dibînin ku Sasan Kurd bû ne parsî bû û ne jî ji wilayeta pars bû, belê wî xwe kiribû ji padîşahê Kiyanî (Behmen kurê Esfindiyar kurê Goştasip), lê ev tişt jî bi guman bû. Sasan şivanê devihan bû li ba malmezinekî (arîstokratekî) [1], wek Dihxweda di ferhenga xwe ya mezin de dibêje ku bavê padîşahê Sasanî (Erdeşêr) ew şivanê ku navê wî (Papeganê Kurd) bû [3].

Mamosteyê zankoya Tehranê D. Reşîd Yasmî dibêje: (Sasan) ku bapîrê (Erdeşêr) e, ji êla Şiwankareya kurd e û dayika (Papegan) jî keça serokekî ji êlên (Bazringî) yê kurd e. Cihê vê êlê dikeve devera kurdan li wilayeta pars. Yasmî berdewam dike û dibêje: em karin bêjin ku (Erdeşêr) Kurd e.

(Papegan) kurê (Sasan) ji malekê ji Malên Agir bû li (Anaheyta), Xwedê kurek da (Papegan) û navê wî xiste (Erdeşêr), evî kurî Dewleta Sasanî ava kir, (Erdeşêr) ê pêşî li Pêrsî Bêris ji dayik bû, yanî li wilayeta Pars a ku berî niha bapîrê wî (Sasan) çûbû wê deverê. (Erdeşêr) ji jiyana leşgerî hes dikir, lewma dibe ji mezintirîn serkirdeyên leşgerî, birayê wî jî desthilatê wilayetekê bû, lê (Erdeşêr) dijî wî rabû û bi zorê hişt ku desthilatê ji re bihêle, piştî bidestxistina wilayetê êdî dest bi ferehkirina şahnişîna xwe kir û welatên beravî tevlû kir weke (kendava hurmiz), (Îlam), (Esfehan) û (Mîdya).

2- Ferehkirina şahnişîna (Erdeşêrê pêşî) bû cihê dilgiraniya padîşahê dawî yê Eşkaniyên pars padîşah (Erdewanê pêncemîn), lewma wî nameyek bi  qasidekî re şiyande ba (Erdeşêr) tê de bêrûmetiyê bi wî û nijada wî dike, padîşahê Sasanî (Erdeşêr) wê nameya bêrêzî li koçika şahî û li ber xelkên dewleta Sasanî dixwêne. Tiştê ku di nameyê de hatibû ev bû:  (tu bi ser xwe ve çûye û te dawiya xwe aniye ey kurdê di konikên kurdan de xwedî bûyî, kê derfet dayê te ku tu tacê deynî ser serê xwe?). Teberî [5] û Ibnulesîr [6] vê namê binav dikin. Nameya şahinşahê Eşkanî yê Parsî tekez dike ku malbata Sasanî ya ku desthilatî dikir malbateke Kurd bû.

Ne tenê ji layê (Erdewanê pêncemîn) ve şahinşahên Sasanî bi şermî hatin binavkirin ji bo koka wan û lêvegera wan ji miletê Kurd, belê desthilatdarê Ermînya û Azirbêcanê (Behram Çopîn) ku kurê (Behram Goştasip) bû, di dema Sasaniyan de, bi şermî li ser şahinşahê Sasanî (Xisro yê diwemîn "Perwîz") axivî, ji ber ku ew Kurd bû, dema ku wî dixwest desthilatiyê ji (Xisro 2mîn) derxe, jê re got: ey kurê jînê (bêbav), ê ku di konokên kurdan de dijiya [7].

3- Sasan ji êla Kurd (Şiwankare) bû û xelkê vê êlê di şivantî û çandiniyê de kar dikirin, di dawiya sedema Biweyhimiyan de malbatek (dundeyek) desthilatdar ava kirin binavê (Salarên Şahinşahên Şiwankaeyên Kurd li Pars [8]). Her wiha rojhilatnasê Otrîşî (Nemsayî) (Eduard von Zambaur) di pirtûka xwe de ya bi navê (Ferhenga Nijad û Malbatên Desthilatdar di dîroka Islamî de) *dictionary of genealogies and ruling families in Islamic history* dibêje ku xelkên êla (Şiwankare) zar û neviyên damezrênerê dewleta Sasanî (Erdeşêr kurê Papegan) in [9].

4- Her wiha (Yqûtê Hemewî) jî di pirtûka xwe de ya bi navê (ferhenga welatan \ Mu`cem Elbuldan) a ku şeş salan di nivîsandina wê re domkir 1224-1228z. [10], dibêje ku dema şahinşahên Sasanî bajarê "Elmeda`in" ava kirin, taxek di nav meda`in de ava kirin û navê wê xistin (Kurd Abad) ji bo kurdewariya xwe û netewa xwe ya kurdî diyar bikin, ew jî tê bi wateya ''taxa ku bi destên kurdan ava bûyî'', ew qala şeş taxên din jî dike ji bilî taxa (Kurd Abad).

Hêja ye gotine ku navê (Elmeda`in) "Madiyan" e, ew jî navekî kurdî ye, ji bêjeya (Mad) bi wateya (Mîdî) û paşgira (an) ku kurd di kom de pêk tênin, lewma (Madiyan) an ku (meda`in) tê bi wateya (Madiyan, Mîdiyan) ku ew bavpîrên kurdan in. Ev navê kurdî (madiyan) hate guhertin ji layê ereban ve û bû (meda`in), û parsan jî navê (tîsfon) lê kirin. (frankan "franc" jî navê Ektîzîfon lê kirin – wergêr). Padîşahê Sasanî Erdeşêr bajarekî din jî ava kir bi navê "Boz Erdeşêr" li nik bajarê Mûsilê yê niha [11].

Bê guman padîşahê Sasanî (Qubad) û (Enoşêrwan) bihtir ji sih(30) bajarî li deşta (Erran)ê ava kirin, û bajarek ji wan bajara navê wî (Melaz Kurd) bû [12] [13]. Binavkirina taxekê ji taxên paytexta Sasanî bi kurdî û avakirina bajaran kurdî ji layê Sasaniyan ve nîşaneke din ku Sasanî Kurd bûn.

5- Padîşahên Sasanî bi navê (Xesrew) dihatin naskirin, ev gotin jî ji herdu bêjeyên kurdî pêk tê; "xes" bi kurdî tê bi wateya "pak an jî baş" [14], "rew" tê bi wateya "rewişt an jî kiryar", lewre gotina "xesrew" tê bi wateya (kiryarê pak, rewişta baş) yanî "mirovê rêzdarî paye bilind". Parsan ev nasnav ji kurdan dizîn û xwehr kirin û xistin "xusrew" ji ber ku herdu bêje "xes" û "rew" di parsî de nîn in, her wiha ereban jî ew guhertin û xistin "kesra" an jî "kisra". Bi vî awayî ev nasnavê kurdî yê padîşahên Sasanî tekez dike ku ew Kurd in.

Hêja ye gotinê ku gelek kes bi şaşî wan jêwe ye ku navê padîşahê Sasanî "kisra"  bû, yê ku şerê Qadisiye di bin siha desthilata wî de çêbû, lê " kisra"  nasnavê hemû padîşahên Sasaniyan e, ne tenê navê padîşahekî bû, ku tê bi wateya "ezbenî" , " rêzdar" , " hêja" di dema îro de pêk tê ji bo serok, padîşah û mîran. Bihtirên padîşahên miletên din jî xwedî nasnav bûn mîna Sasaniyan, wek "Sêzar, Qeyser" ji padîşahên Roman re dihate gotin, "Fir`on" ji padîşahên Qiptiyan re dihate gotin, "Xaqan" ji padîşahên Turkan re dihate gotin, "Tube`e" ji bo Yemeniyan, "Necaşî" ji bo Hebşe û "Ezîz" ji bo padîşahên Misrê re di dihate gotin.. hd.

6- Navên padîşahên Sasanan kurdî bûn, û ew kurdiyet û kurdewariya wan dide xwiyakirin, wek ku emê li jêr destnîşan bikin:

a- Navê sê padîşahên Sasaniyan "Yezdkurd" bû, ku peydabûna gotina "yezd" di navê hersê padîşahan de paşxaneyek olî Yezdanî ji kesatiyên desthilatdar ên Sasanî re diyar dike.

b- Navê du padîşahên Sasanî (Xesrew) bû, wek ku li jor hatî şirovekirin gotina (xesrew) ji herdu peyvên kurdî pêk tên, "xes" tê bi wateya "pak an jî baş" û "rew" tê bi wateya "rewişt an jî kiryar", lewre gotina (Xesrew) tê bi wateya (kesê bi rewiştên pak).

c- Navê du padîşahên Sasanî (Erdeşêr) bû, ku ev jî navekî hevedudanî ye ji peyva mîdî (erde) ku tê bi wateya (baş an qenc) û (şêr) ku wateya wê diyar e, ew canewerê padîşahê bax û daristanan, bi vî awayî ev nav tê bi wateya (şêrê qenc û pak). (Padîşahê qenc - wergêr)

ç- Navê padîşahekî Sasanî (Feyrûz) an ku (Pîroz) bû, ku ew jî navekî kurdî ye bi wateya (evra, pîroz an muqedes, mubarek).

d- Navê çar padîşahên Sasanî (Hormizd) bû, ku ew jî navekî arî ye, ji navê xwedayekî bavpîrên kurdên Somerî hatiye (Hormîs). Bi demê re ev nav hatiye guhertin li ba miletên Arî û bûye (Horamezda) an jî (Mezda), piştî vê guhertinê re vî navî wateya xwe ya resen parast, bi wateya (Xweda).

e- Navê çar padîşahên Sasanî (Behram an jî Baram) bû, û navê du padîşahan jî (Qubad) bû, ev herdu nav jî kurdî ne, ê pêşî tê bi wateya (jîr) û yê diwan tê bi wateya (padîşah).

7- Hêjî navine Sasanî peyda dibin di nav kurdan de li Kurdistanê, bo mînak navê (Xemanî) [14], ev navê Sasanî li ba parsan qet peyda nabe, lê ta niha hinek qîz û xortên kurdan bi vî navî ne û vî navê em li zarokên xwe dikin.

8- (Hesen Pîr Niya) dibêje ku Sasaniyan navê (may) li mîdiyan dikirin [15], ev nav ta weke îro di nav kurdan de heye wek navekî mêran pêk tê (Mayxan), bi ser ku ev bû 2500 sal û bihtir jî ku Emperatoriya Mîdî ruxaye û nema ye. Timî peyva (xan) bi (may) re tê û nabe ku navê (may) li kesekî bikin bê peyva (xan), peyva (xan) tê bi wateya (hêja, mezin, ezbenî, bihadar) a ku pêk tê ji bo padîşah, serok û serweran di dema niha de, ji ber ku Mîdî malmezin û xanedanên kurdan bûn. Hêja ye gotine ku navê mîdiyan (Mad) bi zimanê mîdî tê bi wateya (Hêja) an (mezin) [a].

Hêja ye gotine ku dema ereban Kurdistan dagîrkirin, navê (Mahat) ji layê ereban ve li navenda desthilata Mîdî hat kirin, ku (Mah) navê Mîdiyan e [b] û paşgira (at) jî paşgirek e komkirinê diyar dike di zimanê erebî de. (Belazirî) diyar dike û dibêje ku dema ereban Kurdistan dagîr kirin di serdema islamê de, hin deverên dagîrkirî ji Kurdistanê kirin parçeparçe, ji ber ku bacên ku ji her deverekê dibirin dişandin ji misilmanên ku li devereke taybet rûniştî bûn [16], lewma ereban ji bajarê (Dînewer) û hawîrdorê wê re digotin (maha Kûfa) ji ber ku baca ji bajarê (Dînewer) û hawîrdorê dibirin dişandin ji misilmanên ku nû hatine û li (Kûfa) neştecî bûne, herwiha ji bo heman sedemê (Maha Besra) ji bajarê (Nehawend) re dihate gotin, çimkî baca ku ji xelkê Nehawedê distandin dişandin ji xelkê bajarê Besrayê re ewên ku bûne misilman piştî dagîrkeriya misilmanên ereb, bi vî awayê navenda welatê Mîdî hat parçekirin ji layê dagîrkerên ereb ve û bû (mah kûfa) û (mahbesra).

9- Malbata Fedlewî ya ku Mîrnişîna Fedlewî damezrandin (1155-1432), ji hoza Şiwankare ya Kurd bû, kesên vê malbatê ji dûndeyên padîşahên Sasaniyan bûn [c], kesên xêzana desthilat a vê Mîrnişînê Kurd bûn ji ber ku bavpîrên wan ên Sasanî jî Kurd bûn. Hêja ye gotine ku ev Mîrnişîn li başûrê rohilatê Loristanê hat avakirin û 277 salan dom kir, Mîrnişînê Loristan vedigirte xwe ta digiha hawîrdora bajarê Esfehanê û di qonaxinan de devera Xozistanê û bajarê Besrayê jî vedigirte xwe.

10- Di dawiya serdema Biweyhîmiyan de, hoza (Şiwankare) mîrnişîneke kurdî damezrandin bi navê (Mîrên *etabike* Padîşahên Şiwankare yên Kurd li Pars [8]), ji ber ku kesên hoza (Şiwankare) ji (Erdeşêr kurê Babik damezrênerê dewleta Sasanî) ne [9], damezrandina vê hozê -ya ku Sasanî dûndeyên wê ne- ji mîrnişîneke kurdî re nîşaneke xwiya ye ku Sasanî Kurd bûn.

Ji bo dirêj nebe, emê di vê xelekê de bi van mînak û palpiştên ku kurdewarî û kurdiyeta Sasaniyan tekez dikin bidawî bikin, û emê hine din jî di xeleka bê de diyar bikin.

Jêder

1. أبو القاسم الفردوسي. شاهنامه ملحمة الفرس الكبرى. ترجمة سمير المالطي، صفحة 133، 134.

2. ابن البلخي. فارسنامه، فصل احوال شبانكاره و كُرد و فارس. طبع اوروپا، صفحه 146.

3. دهخدا، على اكبر. لغتنامه. جلد سوم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 3843.

4. غلامرضا رشيد ياسمي. كُرد و پیوستگی نژادى وتاريخى. سال 1369 هـ ق، صفحه 171.

5. ابو جعفر محمد بن جرير الطبري. تأريخ الرسل والملوك. المجلد الثاني، المطبعة الحسينية، مصر، 1336 هـ، صفحة 57.

6. إبن الأثير. الكامل في التاريخ، المجلد الأول، صفحة 133.

7. ابو جعفر محمد بن جرير الطبري. تأريخ الرسل والملوك. المجلد الثاني، المطبعة الحسينية، مصر، 1336 هـ، صفحة 138.

8. ابن البلخي. فارسنامه، فصل احوال شبانكاره و كُرد و فارس. طبع اوروپا، صفحة 150 – 153.

9. زامباور. معجم الأنساب والأسرات الحاكمة في التاريخ الإسلامي. إخراج: الدكتور زكي محمد حسن بك و حسن أحمد محمود. ترجمة قسم من فصول الكتاب: الدكتورة سيدة إسماعيل كاشف و حافظ أحمد حمدي و أحمد محمود حمدي، دار الرائد العربي، بيروت، 1980 م، صفحة 351 – 352.

10. ياقوت الحموي. معجم البلدان. المجلد السابع، صفحة 413.

11. لي سترنج، ك. بلدان الخلافة الشرقية. ترجمة بشير فرنسيس وكوركيس عواد، مطبوعات المجمع العلمي العراقي، مطبعة الرابطة، بغداد، 1954.

12. الشيخ شمس الدين أبي عبدالله محمّد أبي طالب الأنصاري الصوفي الدمشقي. نخبة الدهر في عجائب البر والبحر. طبع مدينة بطربورغ، سنة 1865، صفحة 190.

13. دهخدا، على اكبر. لغتنامه. جلد دوم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 1631.

14. دهخدا، على اكبر. لغتنامه. جلد هفتم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 9953.

15. حسن پیرنیا. تاریخ ایران باستان یا تاریخ مفصل ایران قدیم. جلد اول، با مقدمه و شرح: محمدابراهیم باستانی پاریزی، تهران، دنیای کتاب، 1362 ﻫ ق، صفحه 48.

16. البلاذري (2010). فتوح البلدان، صفحة 375.

a. Tavernier, Jan. Iranica in the Achaimenid period (ca. 550 – 330 B.C.): Lexicon of Old Iranian. Peeters Publishers, Louvian, Belgium, 2007, p. 558.

b. Browne, Edward G. (1919). A literary history of Persia: A literary history of Persia from the earliest times until Firdawsi. T. Fisher Unwin Ltd, London, page 19.

c. http://neyrizema.ir/texts.php?portal=tarikh&id=2978

 


Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 04, 2023 Rating: 5  Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed Ev belge û palpiştên li jêr tekez dikin ku malbata desthilatdar (p...

ليست هناك تعليقات: