Bi helkevfta sala yekê ji damizrandina Welat TV-Y.N.K.S : Pîrozbahiyê dişînê.
Bi bûneya salvegera yekem a damezrandina Welat TV..
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, pîrozbahiyên xwe yên germ li rêveberiya Welat TV û hemî karmendên wê dikin
Îsal Welat TV hebûna xwe ya berbiçav di qada medyaya Kurdî de nîşan da, û bi dilsozî û berpirsiyariyê dengê çand û neteweya Kurdî derxist holê.
Em serkeftina berdewam ji we re dixwazin û hêvî dikin ku Welat TV dê bibe çirayeke ronahiyê ji gelê me re.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo, 11. 10. 2025
ليست هناك تعليقات: