ZIMANÊ KURDÎ NASNAME Û HEBÛN E.
Tewfîq Sînan
ZIMANÊ KURDÎ ji me kurda re hêmana sereke ji hêmanên hebûn û mayîna me li ser rûyê vê cîhanê ye. Dîrok û çandeya ku nasnameya kurdî diparêze.
Zimanê şaristanî û zanînê ye, ew şaristaniya di şahinşaha Mîdya, Madan, Sobar û mîtan de diyar bûbû.
Zimanê sirûş, nimêj, lava û qewalên Ezdayetî yên hîn di Laleş pîrozdar de ne û dê zindî bimîne.
Zimanê hezkirina rasteqîn e, ew hezkirina di evîna Mem û zîn û ferhad û şêrîn de bûbû destaneke evînî û cangorî.
Zimanê kurdî zimanê wêje û felsefeya jiyanî û mirovahî ye di razeyên ehmedê xanê û feqê teyran de ye.
Zimanê kurdî dewlemendiya têgîn, kît û bêjeyan e, û stûna heyîna gelê kurdî ye, lewra parastina zimên erkekî netewî û kurdewarî ye û pişguhkirina ziman tunebûn û qirkirine.
Zimanê kurdî zimanek ji zimanên buhiştê ye, yên ku Xweda ew afirandine mîna her zimanê cîhanî di gerdûnê de, ji ber miletê ku bi çi zimanî di cîhanê de bi'axive herwiha ew ê li buhiştê jî bi eynî wî zimanî bi'axive û ji ber ku ziman diyariyek ji ba Xwedê ye, gereke ku em kurd û hemû miletên din jî zimanê xwe biparêzin û ticarî wî piştguh nekin û rê nedin dijminê zimên ku zimanê me mendele û qir bike.
Lewra dema desthilatdariyek bixwaze miletekî tune bike, zimanê wî mendele dike û dixe çarçoveya metirsînî de. Dijminên kurdan di dirêjahiya dîrokê de dikarîbûn kurdan parçe bikin, nexşeya civakî li herêm û deverên kurdî biguherin, ew tarûmar kirin, zilm, zor, zindan, tepserî û çewsandin di dermafê wan de stendin û axaftina bi kurdî qedexe kirin, navê zarokan bi ziman xwe tomar kirin, navê dever,gund û bajarên kurdî guhertin. Lê viyana miletê Kurdî ji hemî pilanên dijminan mezintir bû û ew tepûrîpên dijminan bi riya axaftin û hevpeyvînên xweyî di malên xwe de, stran û çîrokên devokî yên gelêrî li aheng û vexwendinên şûkirinê de, rûxandin.
Herwiha bi saya mayîna zimanê me û pêdariya gelê me di berevanîkirina di ber zimanê xwe de, em li ser xaka xwe zindî man, ji ber zimanê me mercê heyînê yê sereke ye û di derbarê vê babetê de Mîr celadet bedirxan di kovara Hewar de gotiye:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.
Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.
-Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin.5
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.
Em jî mîna Mîr celadet dibînin ku hewara me ya yekemîn
heyîna zimanê me be, ji ber ziman mercê heyîna me ye. Lewra divê em berê xwe bidin çandeke nû ku fêrkirina zimanê kurdî xwendin û nivîs bi awayekî akadîmî mercekî sereke û erkekî pîroz be ku gengeşe li ser neyê kirin.
Duyemîn herkesê ku bixwaze tevlî karekî siyasî yan saziyeke sivîl bibe, gerek fêrkirina
zimanê kurdî ya akadîmî mercê tevlîbûnê yê yekemîn be.
Sêyemîn lidarxistina xuleyên zimanê kurdî bi riya hanedan û rêzgirtina kesên jîr û zana û ew bi ser kesine ajawe û xemsar werin girtin.
Lidarxstina semînar û hecivînan da ku pêwîstiya zimanê kurdî û rola wê ya netewî û metirsîna ku dorpêçî wê tê kirin, diyar bikin û avakirina saziyên taybet ji ziman kurdî re bi rêgehên pêşketî ku bihêle xwendekar bi coş û hanedan zimanê bixwîne.
ليست هناك تعليقات: