Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Hesekê Semînarek lidarxist
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya semînereke rewşenbîrî bi boneya salvegera koça dawî ya Erebê Şemo ligel Nivîskar Se'îd Yûsiv, lidarxistin. Çalakî li bexçeyê Xwendinê- Hesekê hate lidarxistin.
Pêşî bixêrhatina hemû kesayetiyên beşdarbûyî ji Encûmena Niştimanî Kurdî Li Sûriya û tev dem, Nivîskar û kesayetiyên Sivîl, hate kirin.
Piştre kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, rawestiyan.
Dipêre Nivîskar Se'îd Yûsif dest bi semînera xwe ya bi navê (Erebê Şemo û Zimanê Kurdî) kir û behsa xalên girîng di derbarê kurteçîrok, roman û şanoyê û rola wî ya pêwîst di pêşketina zimanê kurdî de kir.
-Kesayetiyên beşdarbûyî nerîna xwe dan û ked û xebata Erebê Şemo, ronî kirin.
Di dûmahiya çalakiyê de spasiya hemû kesayetiyên beşdarbûyî bû
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Hesekê
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
22.05.2025
ليست هناك تعليقات: